🔴Li bajarê Nyon ê Swîsreyê, pişkavêtina tora 16’an a UEFA Ewropa Lîgê hat encamdan. Di vê qonaxê de 8 tîmên ku di qonaxa lîgê de ketibûn rêza yekemîn û 8 tîmên ku ji qonaxa play-offê derbas bibûn, bi hev re hatin lîvandin.
Hevrikiyên Tora 16’an bi vê rengî ne:
Di encama pişkavêtinê de ev tîm bûn hevrikên hev:
• Freiburg – Genk
• Roma – Bologna
• Braga – Ferencvaros
• Porto – Stuttgart
• Real Betis – Panathinaikos
• Midtjylland – Nottingham Forest
• Aston Villa – Lille
• Lyon – Celta Vigo
Dem û Rêzikên Maçan
Maçên yekem ên vê xulê di 12’ê Adarê de, maçên duyem (rovanş) jî di 19’ê Adarê de werin lîstin. Tîmên ku di serê lîsteyê de ne, maça yekem li derve û maça duyem li qada xwe lîzin.
Heyecana Fînalê li Stadyuma Tupraşê ye
Yek ji giringtirîn agahiyên îsal e ku fînala mezin a UEFA Ewropa Lîgyê, li Stenbolê li mala Beşiktaşê, yanî li Stadyuma Tupraşê birêve diçe. Ev maça fînalê wê di 20’ê Gulanê, roja Çarşemê de were lîstin.
/Nûpel/












