NAVENDA NÛÇEYAN –Li Hewlêrê zêdetirî 5 diron hatin têkbirin, li Dihokê dironek ket û li Silêmaniyê jî baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî hat armanckirin. Ji 28ê Sibatê ve, bi şerê Îran – Îsraîlê re, êrişên bi diron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê berdewa in.
Li Hewlêrê diron li navçeya Behrikê, bajarokê Kesnezan û taxa Rewşenbîrî ketine. Li bajarokê Kesnezanê diron li deverên sivîlan ketiye û 4 zarok birîndar bûne. Li Silêmaniyê Baregeha Berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li navenda bajêr cih digire hat armanckirin.
Li Dihokê li gundê Korka Şêxê yê navçeya Akrê diron ketiye.








