Hikmet Serbilind: Peymana Lozanê Di Diroke de Rûreşiyê

Kurdi

Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha sala 1923’a di dirokêde Wekî rû reşiyekî cîhe xwe wergirt. Gelê Kurd e ku li axa Mezopotamyayê jiyaye, şaristaniya herî mezin ava kiriye û bûye alîkar ku şaristaniya cîhanê bigihêje asta îro. Gelê Kurd yek ji gelên qedîm ê herêmê ye,mixabin ji peymana Lozanê vir ve bi sedsalanê ji hev parçe bûye, nasnameya wan hatiye inkarkirin, bi planên qirkirinê û înkarê yên ji aliyê zaliman ve bi awayekî hovane rû bi rû maye.

Berê peymana lozanê, Peymana Sêvrê di 10.Tebaxê.1920 di navbera dewletên îxtilafê û Împaratoriya Osmanî re hatiye îmzekirin. Kêmasî di vî Peymanêde mafê dewleta Kurdistanê hatubu dayîn. Mixabin qerera Sevrê bi Peymana lozanê hat hilweşandin. Piştî Sevrê, Peymana lozanê di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de li bajarê Lozan di navbera Berîtanya, Fransa, Japonya, Yuwnan, Romanya, Sirbiya û Tirkiyeyê de hat îmze kirin.Peymana Lozanê ew peyman bû ku sînorên Tirkiyeyê destnîşan dikir û hebûna dewleta Tirk derdixist holê.

Hêzên emperyalîst bi Peymana Şermê ya Lozanê axa Kurdistanê parçe kirin û radestî dagirkerên Tirk, Îran û Ereba(Sûriye û İrak) kirin. Bi qerera Peymana lozanê Welata me Kurdistan hat dabeşkirin û dagîrkirin.  Di serê sedsala 20’an de li Rojhilata Navîn gelek dewletên serbixwe hatine damezrandin. Mixabin hêzên Emperyalistên wê demê û dagîrkerên Kurdistanê pêşî li pêşveçûna Kurdistanê girtin û nehiştin gelê kurd bigihê azadîya xwe. Berê peymana lozanê Heta wê dîrokê,xaka Kurdistanê di navbera Sefewiya û Împaratoriya Osmanî de bû du parçe (1639-Peymana Qesrê Şîrîn).Bi peymana Lozanê Kurdistan kirin çar perçe.

Piştî şerê cîhanê 1 mîn Xaka Osmanî jî jihev belav bûbû xêr ji Kurdan hemû netewên din ji împaratoriyê veqetiyan û bun xwedî Dewlet. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de dewletekî bi nanavê Tirkiyê hat sazkirin. Lê gelek pirs û pirsgirêk didomiyan. Piştî sala 1923’an de li Kurdistanê rojên tarî dest pê kir, serdemeke çewsandineke mezin serî pêkir û hemû mafên netewa Kurd hatin inkarkirin û desteserkirin. Lê belê gelê Kurd vê rewşê qebûl nekirin. Li hêmber inkar û asîmîlasiyonê Tekoşîna Rizgariya Netewî li herçar parçeyên Kurdistanê pêş xêstin. Mixabin ji terefê dewletin dagirker ev têkoşîn di xwînê de hatin çewisandin.

Li Kurdistanê xwîna gelê Kurd bû çem û herikî. Ji terefê dewletên dagirker en misilman kirkirina Kurdan wekî mubah hat dîtin. Bi taybetî dewleta Tirk a Kemalist bi qetlîama,dest bi valakirina cîhu waren kurdan kirin, koçberiyakî girseyî û ji bo asîmîlasyonê bi cîhkirina tirkan li şûna kurdan dest pê kir. Bi destpêkirina vê serdema tarî re Kurd nikarîn behsa pirsgirêkên xwe yên netewî bikin, nikarîn pirsgirêkên xwe yên netewî bînin ziman, nikarîn li çareya pirsgirêkên xwe bigerin. Hemû li Bakurê Kurdistanê ji terefê Dewleta Tirk hat qedexekirin. Hêzên Eperyalîst bi qedera gele kurd listin û îrada gele kurd xesp kirin. Bi vê Peymanê dewletin dagirker hebûna gelê me red kirin, asîmîle kirin, ziman, çand û dîroka me red kirin. Bi taybetî dewleta Tirk a nijadperet hebuna me qebûl nekirin û heya iro red dikin.

Daxwaziya me gele Kurd bi yek dengî û bi rûhekî netewî kar bikin û trajediya 100 salan ya gelê Kurd ji holê rakin. Kurd di qerarê Lozanede wekî temsîlekî tunebun. Gelê Kurd di we demide jî ji terefê Mistefa kemal û hevalê wî yen nîjadperest bi nawe biratîya islamê (yekîtiya ümetê) hatin xapandin. Wekî bawermendekî baweriya min bi misilmanê Îslamê ji bo bercewendiyê xwe ye kirij bi kar tînê nemayê. Gelê kurd herdem bi navê biratîya îslamê ji teref dewletên dagirkerê misilman hatin xapandin. Bangeewazîya min ji bo gele kurd ewe kû tucar bi dagirkerên kurdistanê bawer nekin. Miletê Kurd, yek ji miletên herî kevin û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû miletan mafê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayin bike; li ser axa xwe serbest û azad bijî, îdareya welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibe. Gelê Kurd wekî hemu gelên cîhane xwedî heqê li ser axa xwe azad bijî. Li ser me ferzê ku em xwediyê mafê xweyê fitrî derkevin.

Di Qurana pîrozde cudabuna miletan ayetê xwediyê: Ey gelî mirovan! Bi rastî me hûn ji mêrekî û jine kî aferandin û me hûn kirin qebîle û milet, da ku hûn hevdu nas bikin. Li cem Xweda yê herî bi qîmet ew e ku herî zêde jê ditirse. Bêguman Xwede zanayê zana ye.” Ev ayet yek ji wan ayetan e ku misilman dîtin û pîvanên xwe yên qîmetê li ser esas digirin. Kes, kom, eşîr, ummet, neteweyên siyasî, çandî, biyolojîkî, erdnîgarî hwd. bi cudahiyan ji hev veqetiyan; Li gorî van cudahiyan xwediyê nasnameyeke cuda ne, bi vê nasnameyê tên naskirin û hevdîtin. Herweha, her yek ji wan cudahiya xwe dike û çavkaniya serbilindî, nirx û serbilindiyê ye.

Ayet fonksîyon û hikmeta cuda afirandinê piştrast dike; lê belê, ew bikaranîna mensûbê komên cuda yên civakî û etnîkî wek navgîneke bilindbûnê red dike; Ew qedr û qîmeta mirovî bi nirxên gerdûnî yên ku bi îrade û hewldana xwe bi dest xistiye ve girê dide, ne bi aîdiyeta etnîkî ya ku bi îradeya xwe bi dest nexistiye. Mixabin dagirkerên kurdistanê ên misilman xwe ji gelê Kurd serdest dibînin û mafê Kurdan yên fitri inkar dikin. Ev helwesta dagirkeran îsyana li dijê Xwedêyê. Gelê Kurd di sedsala 21 de êdî weke Lozanê bê xwedî nîne. Gelê Kurd di her guhertin û pêşketina herêmê de hem wek teref û hem jî wek aktor rol dileyîze, lê pêwîstî bi nûnertiyeke netewî hebe ku bibe dengê vê hêzê. Peymana lozanê bi statuya herema Başûrê Kuerdistanê û li rojava Rêvaberiya Xweser deriziyê.

Lê pêwustuku gele Kurd bi sratejîkî Netewî û bi yek dengî li hêmber peyman lozanê derkeven û qedera xwe bi xwe karbînin û xwedîyê îrada xwe derkewin û rê nedin Lozanekî duyemîn. Di wan salên dawiyê de gelê Kurd li kurdistanê û li her dewerê cîhanê helwesta xwe li dijê Peymana Lozanê bi konferasan u çalekiyan bersif didin. Gele kurd di 102 saliya Lozanêde xwedî hêzên,dikarên di Rojhilatanavînde û di hemu dinyayê de wekî aktor rolekî mezin bilizin. Bes ji ber perçebuna hêzên Kurdan, kurd nikarê rola xwe bi cîh bînin. Ger gelê Kurd statejiyekî siyasî û temsilekî Netewî çêbikin ,kolektîf kar û xwbatan bikin,dikarên li ser axa xwe bibin xwedî hek.

Em bi helwesteki Netewî ji dinyayê daxwaz bikin em ji 50 Mîlyonê zêdetir Kurd wekî gele cîhanê xwedî heqin li ser axa xwê azad bijîn.  Miletê Kurd, tu caran nîrê bindestîyê û siyaseta teslîmbûnê û kedîkirinê qebûl nekirîye û îro jî qebûl nake. Heta miletê Kurd, mafên xwe yên neteweyî bi dest nexîne, wê têkoşîn û xebata xwe bidomîne. Bi hêviya Kurdistana serbixwe û Azad

/Serokê Giştî: Partiya Îslamiya Kurdistan-PÎK- Hikmet Serbilind/

İlginizi Çekebilir

Mecit Zapsu: Lozan; Masada Kaybedilen Bir Halkın Yüzyılı
SDG’den Şarku’l Avsat’a özel açıklama: Silahlarımızı teslim etmeyi reddediyoruz

Öne Çıkanlar