🔴Hatiye îdîakirin ku Hindistan ji bo parastina sînorên xwe yên rojhilat û rojava, plan dike ku 5 pergalên din ên parastina hewayî S-400 ji Rûsyayê bikire.
Li gorî nûçeya ku bingeha xwe dispêre çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Hindistanê û di rojnameya India Today de cih girtiye, Artêşa Hewatî ya Hindistanê ji bo kirîna pergalên nû dest bi xebatan kiriye. Tê payîn ku pêşniyara kirîna van 5 pergalên zêde, di demeke nêz de pêşkêşî pejirandina hikûmetê bê kirin.
Li Ser Sînorên Rojhilat û Rojava Dê Bên Bicîhkirin
Çavkaniyên leşkerî diyar dikin ku armanca sereke ya van pergalên nû, xurtkirina parastina li ser sînorên Pakistan û Çînê ye. Tê plankirin ku S-400’ên nû li herêmên stratejîk ên li rojhilat û rojavayê welat bên bicîhkirin.
“Li Dijî Pakistanê Bi Bandor Bû”
Di nûçeyê de bal hat kişandin ser alozîyên sala borî yên bi Pakistanê re. Rayedarên parastinê îdîa dikin ku pergalên S-400 di dema aloziyê de li dijî gefên fuzeyan bi awayekî serkeftî û bi bandor hatine bikaranîn. Ev serkeftina li qadê, wekî sedema sereke ya daxwaza kirîna pergalên nû tê nîşandan.
Heta niha derbarê bihayê peymanê û dema radestkirinê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê ev pêngav wekî nîşaneya berdewamiya hevkariya leşkerî ya kûr a di navbera Delhiya Nû û Moskovayê de tê nirxandin.
/Çavkanî: Birgün/










