🔴Vedîtina li Xirabreşkê (Girê Mirazan) xaleke zîvirînê ye ku kronolojiya kevneşopî ya dîroka mirovahiyê ji binî ve hejandiye. Ev şûnwar û navendên nêzîk ên wekî Girê Mendikê û Girê Keçel ku dîroka wan digihîje nêzî 12 hezar sal berê (ango berî mîladê 10 hezar sal), nîşan didin ku civakên nêçîrvan xwedî şiyaneke pir pêşketî bûn di warê matematîk, endezyarî û rêxistina civakî de.
Ev avahî ne tenê kompleksên perestgehan in; ew di heman demê de çirûskên yekem ên derbasbûna ber bi jiyana niştecîbûnê, çandinî (bi taybetî kedîkirina ajalan û çandiniya genim) û dabeşkirina kar û baran in. Bi vî awayî, “qonaxên girîng” ên dîrokî yên berê tên şikandin û koka şaristaniyê vedigere vê herêma çiyayî ya bakurê Mezopotamyayê û Hîlala Zêrîn.
Stûnên bi şiklê T yên li Xirabreşkê û motîfên dewlemend ên ajalan ên li ser wan (şêr, rovî, eylo, mar, teyr û gelek ajelên kovî) têkiliyeke kûr û sembolîk a di navbera mirovên wê serdemê û xwezayê de nîşan didin. Ev fîgur ne tenê dîmenên nêçîrê ne; ew beşek ji vegotineke ruhanî ya kûr in. Bi taybetî, ev teswîr nîşan didin ku mirin ne wekî dawiya jiyanê, lê wekî rîtûeleke veguhêzînê dihate dîtin ku tê de giyan ber bi asîman ve bilind dibû.
Li Girê Mendikê û Keçel jî teswîrên mirovan (heta neqşên rasterast ên rûyên mirovan li ser hin stûnan) li gel motîfên ajalan pir berbiçav in. Ev guherîn dikare wekî nîşana pêşketina hişmendiyê bê şîrovekirin; guherîneke di baldariyê de ji xwezayê ber bi mirovatiyê, ji jiyaneke tekane ber bi jiyaneke hevpar û civakî ve.

Ev gerdûna sembolîk bi awayekî balkêş bi çand û baweriyên Kurdên îroyîn re têkildar e, bi taybetî di kevneşopiyên Êzidî, Elewî û Kakayî de. Sembolên ajalan di kevneşopiya devkî ya Kurdan de heta roja îro zindî mane.
• Mar: Di nav civaka Kurdan de mar wekî “marê malê” tê pîrozkirin. Tê bawerkirin ku ew bi jina herî xweşik re têkildar e, pê re cim dibe, kuştina wî qedexe ye û wekî hebûneke parastvan û biaqil tê dîtin. Ev hevşibûn di navbera teswîrên marên stûr ên li Xirabreşkê û vê baweriyê de bê guman ne tesadufî ye.
• Ajalên Din: Dewar sembola berhemdariyê, teyrê Simûr û Eylo him sembola xeterî û him sembola azadiyê, rovî jî sembola fêlbazî û şehrezayiyê ye.

Ev motîf bi hezaran sal in di vegotinên dengbêjan, destan û çîrokên gelêrî de hatine parastin û veguhestin. Van motîfên hevpar nîşan didin ku bîra çandî ya kevnar a herêmê bi awayekî domdar heta roja îro hatiye ragihandin.
Erdnîgariya berhemdar a Mezopotamyayê, ku di navbera çemên Dîcle û Firatê de ye, gelek caran wekî çavkaniya teswîra “bihuştê” ya mirovahiyê tê dîtin. Di şîroveyên mîtolojîk ên Kurdan de ev wateyeke bêhempa digire:
• Hewa: Di çîroka Adem û Hewayê de, Hewa ne sembola gunehdayînê ye, lê sembola jiyan, berhemdarî û pirbûnê ye.
• Tofana Nûh: Ev bûyer ne wekî karesateke wêrankirinê, lê wekî mecazeke ji bo ragihandina zanîn, bîranîn û mirovahiyê bo pêşerojê tê şîrovekirin; keştî sembola parastin û berdewamiya jiyanê ye.
Ev şîrove nêrîneke geşbîn derdixînin pêş ku li ser çerxa xwezayê, mirinê û ji nû ve zayînê disekine û di mîtolojiyên kevnar ên herêmê de xuya dike.
Şoreşa Neolîtîk a li Xirabreşkê û derdora wê tovên civakên li ser bingeha çînî, hiyerarşî û avahiyên dewletbûyînê yên destpêkê jî dihewîne. Di vê çarçoveyê de, ev şûnwar ji aliyê hin lêkolîneran ve wekî “dergûşa ontolojiya Kurdî” tê pênasekirin.

Ev erdnîgarî ku ji Çiyayên Zagrosê heta Hîlala Zêrîn a Mezopotamyayê dirêj dibe, cihê bersivdana pirsên bingehîn ên mirovahiyê ye (mirin, jiyan, civak û têkiliya bi xwezayê re). Amûrên çandî yên devkî -bi taybetî dengbêjan- yek ji wan rehên herî bihêz in ku ev mîrateya kevnar bi sedsalan parastine û bi awayekî sembolîk jî bi rêya efsane, stran û vegotinan gihandine roja îro.
Di encamê de, Xirabreşkê ne tenê şûnwareke arkeolojîk a ji komek keviran pêk tê ye; ew navendeke bîranînê ye ku rehên bawerî, ziman, rêxistinbûyîna civakî û nasnameya çandî lê hatine neqişandin.
Ji bo têgihiştineke kûr a vê mîrasê, ne tenê daneyên zanistî, lê herwiha şîroveyeke ku rehên mîtolojîk, devkî û rîtuelî yên gelên kevnar ên herêmê, bi taybetî civaka Kurd di nav xwe de dihewîne, pêwîst e baş bê lêkolîn kirin û li ser hûr bibe. Her çiqas Xirabreşkê beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê be jî, ew di heman demê de xala destpêka ontolojîk û çandî ye, bi taybetî ji bo gelên Mezopotamyayê û xwecihî yên resen. Ev kevirên kevnar bi bêdengî diaxivin; tenê pêwîst e em baş li wan guhdarî bikin û rastiya ku di xwe de dihewînin bibînin.
/Hogir Berbir/










