🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Hate îdîakirin ku Serokê DYA’yê Donald Trump, bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bi rêya telefonê axivî ye. Li gorî nûçeya ku çavkaniya wê Axios e, di hevdîtinê de êrîşên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê û bersivên muhtemel ên Tehranê hatine nirxandin.
Tê îdîakirin ku Serokê DYA’yê Donald Trump, di hevdîtina telefonî ya bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re, êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û misillemeyên Îranê nîqaş kirine.
Li gorî nûçeya platforma nûçeyan Axiosê ku dispêre çavkaniyên agahdar, Trump bi Talebanî û Barzanî re hevdîtineke telefonî pêk aniye.
Çavkaniyan îdîa kir ku di hevdîtinan de herikîna êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û gavên muhtemel ên piştî vê hatine destgirtin.
Çavkaniyên ku parastin ev hevdîtin encama “hewldanên bi mehan ên li pişt perdeyê” yên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ne, ev nirxandin kirin: “Nêrîna giştî û bi taybetî nêrîna Netanyahu ew e ku Kurd dê derkevin holê û serî hildin.”
Hate îdîakirin ku Netanyahu yê ku tê diyarkirin di mijara êrîşên li ser Îranê û bangên guhertina rejimê de “bi biryar” e, di civîneke li Qesra Spî de cara yekem “Kurd” pêşniyarî Trump kiriye.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku “Kurd li seranserê sînorê Îran-Iraqê xwediyê bi hezaran hêzên çekdar in û herêmên stratejîk ên di bin kontrola wan de dikarin ji bo gidişata şer girîng bin.” Her wiha hate bi bîr xistin ku têkiliyên ewlehî û îstîxbaratî yên Îsraîlê yên ji mêj ve bi hin komên li Sûriye, Iraq û Îranê re hene.
Li aliyê din, Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, li ser pirsa derbarê van hevdîtinan de bersiva “Serok Trump rojên dawî bi gelek hevkar û muttefîkên li herêmê re di têkiliyê de ye” da.










