Îlham Ehmed: Konferans daxwaza gelê Kurd bû

Kurdi

 Îlham Ehmedê diyar kir ku ew guh didin daxwazên gelê Kurd û li ser daxwaza gelê Kurd wan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Çavên her çar parçeyên Kurdistanê li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Rojavayê Kurdistanê ye.

Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Hevseroka Daîreya Tekîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed,  Sekreterê Giştî yê ENKSyê Mihemed Îsmaîl û Hevseroka PYDyê Perwîn Yûsif dê dîwanê konferansê birêve dibin.

“Îro rojeke dîrokî ye

Şandeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) DEM Partî û Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ji bo piştgirî û tevlîbûna konferansê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de bi xêr hatina delegeyan û şandeyên mêvan kir û got:

“Di despêkê de em bi xêr hatina şandeyên mêvan, şandeya DEM Partiyê, Rêzdar Hemîd Derbendî, Heyeta YNKyê ya Silêmaniyê dikin.

Em spasiya hemû mêvanan hunermend û şexsiyetan dikin. Îro rojeke dîrokî ye çavên hemû parçeyên Kurdistanê li konferansê ne.

Gelê me ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li parçeyên din jî li benda wê yekê ku aliyên siyasî helwesta xwe bikin yek.

Piştî têkoşîneke demdirêj Rojavayê Kurdistanê hatiye wê astê ku divê çarenivîsa xwe diyar bike. Her wiha li gel dewleta Sûriyeyê çarenivîsa xwe diyar bike.

Di destûrê de mafên xwe mîsoger bike. Em di vî warî de pitgiriya eniya Kurd bi germî em dibînin.

Di serî de Birêz Serok Mesûd Barzanî, ji Bakurê Kurdistanê ji Girtîgeha Îmraliyê Rêzdar Serok Abdullah Ocalan her wiha rêxistinên din ên Kurdistanê, DEM Partî, YNK û Kak Bafil hemû rêxistinên Kurd piştgiriyê didin parastin û bipêşxistina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê.

Em dengê gelê xwe dibihîin gelê me ji me dixwaze em bibin yek û xwedî yeklwest bin. Piştî nîqaşan belegeyek hat amadekirin û wê belge were xwendin.”

/rd/

İlginizi Çekebilir

Mesud Barzani: Kürt birliği, Suriye’deki Kürt sorununda çözümün anahtarıdır
Şırnak’ta 14 bölgeye girişler yasaklandı

Öne Çıkanlar