Ev ne cara yekeme ku li ser giringtî û pêwistiya Kongra Netewî tê gengêşekirin. Him rewşenbîr, polîtikvan û rêxistinên kurdan gelek caran li hev kombûn e; lê heta niha neghîştine encamekê, daku Kongreyeke Netewî werde damezrandin.
Niha jî, bi taybetî ji ber karasata Rojava, gengaşî li ser Kongra Netewî û pêwistiya yekîtiya kurdan ji aliyî siyasî tê gengeşekirin. Herkes pêwistî dibîne, lê ti hêz ne amade ye gavêkî dirust biavej e.
Çima?
Di sala 2013 wiha dihat xuyakirin, ku kongra netewî tê were avakirin. Lê ku mirov li rewşa kurdan li her perçên Kurdistanê dinêre, dihat zanînin ku ev ev nabe.
Tenê ku em li hinek bûyerên dema nêz de binêrin, te xuya kirin ku bi taybetî hêzen kurdan ji bo siyasteke întegral û wekhev ne amade ne.
Li rojava, billî teror û karasetê, kurd bi hev re kar nakin û hêzên navnetewî û navxweyî bi her taktîk û stratejî dixwazin helwestên kurdan ji bo azadîyê tinebikin. Siyasta dewleta Tirkiyê himberî Kurdan diyar e. Ev aşitî û careserkirina pirsgirêka kurd (pirsgîrêka kurdan tine, yê mafê wan nadin, pirsgirêka wan heye) bi kurdan re naxwazin. Wan „careserkirina pirsgirêka“ kurdan bi şerû tinekirinê dixwazin bînin dawî.
Li başûrê Kurdistan piştî refrandum hêz hinekî hate guhartin û bi taybetî dewleta Iran û Tirkiyê bi stratejiyên low intensive warfare (şerekî bi bi dereceke nizim) dom dike û partiyên mezin û biçûk dixwazin bi aliyên xwe ve bikşînin. Li rojhilat partî û hêzen kurdan dijî rejîma Iranê hatine sînorkirin, çiqas berxwe bidin jî, ev girêdayî serhildaneke Iranî bi gelemperî ne.
Herwiha jî dewletên wek Irak, Iran, Suriye û Tirkiyê car caran bi hev re û car caran dijî hev bi siyasî û leşkerî xwestînên kurdan sînor dikin an jî tine dikin. Dewletên Ewropayî, DYA, Rusya jî li goriya perjewendiyên xwe di Kurdistanê de aktîf in. Kuştin, koçberkirin heta jenosîd dijî kurdan ne xema wan e.
Tenê ku em li vê tabloyê temaşe bikin, divê hemû partiyên kurd hevqas jîr û kurdperwer bin ku billî wan car deweltan (Tirkiyê, Iran, Irak û Suriyê) û Ewropa, Rusya û DYA karibin bi hev re stratejiyekê ji bo gelê kurd bimeşîn in.
Ev mumkun e? Partiyên kurdan hevqas zîrek û qehremanin, ku ji bo perjewendiyên gelê kurd, perjewendiyên partiya xwe qurban bikin? Ez nizanim!
Basûrê Kurdistan dikare bi pênc heta şeş milyon kurd serê xwe dijî Tirkiyê rake û hemû qezencê xwe bike tehlukeyekê? Kurd çi dikin bila bikin, lê divê rewşa kurdan xirabtir nekin. Ev jî mesuletiya rêberitiyê. Li ser pirsgirêkê divê pirsgirêkeke mezintir nebe. Ev ne siyasetê, ev hesabên bicûk û cavresî ye.
Ji xeyna kongra netewî çi rê hene?
Li şuna damezraninda „Kongra Netewî“ divê pêşî kurd û rêxistinên wan li hev kom bibin, daku tenê „Konferensa Netewî“ ne „Kongre“ amade bikin. Ev dikare were ve wateyê ku ev “Konferansa Netewî” ji bo hevnaskirin, nezîkirin û çêkirina hinek baweriyan hewceye û gaveke ji bo yekîtiya kurdan.
Ez niha jî bêjim, gelê kurd yek û gelek nêzîk hev bû. Ango pirsgirêka kurdan bi kurdan ji her car perçeyên Kurdistan nema ye. Pirsgirêk di navbera partiyên kurdan de nehatiye careserkirin.
Veguhastina hinek paradigman pêwist e!
Rêya kurdan ya nasîna wan wek netewe ku heta niha hîn pêk nehatiye; rêyeke karesat, şer, penaberî û nefîkirina dijwar e. Heta salên nodî têkoşîna danîna hîmekî netewî û mafê serxwebûnê hertim mijara gengeşeya polîtîk ya partî û ronakbîrên kurd bûn, îro li serzemîna mafên federalî di nav çarçoveya sînorên dewletî yên heyî de, mafê otonomî û çandî zêdetir mijara axiftinê ne.
Veguherînên polîtîk yên cîhanî tesîrê li ser aktorên kurd jî dikin ku ev rewşeke gelek xwezayî ye, lê rewşa Kurdistanê bi giriftdarîya xwe, bi hîn tewanebûna hîmdanîna neteweyî û nasnameyên cûrbicûr (etnîkî, dînî, herêmî, zimanî ûwd.) gengeşeyeke bingehîn dixwaze.
Lewra jî dem û bi taybeti nêzîkbuna rêxistinên kurdan li ser hinek prensîbên esasî û hemdemî giring e. Herwiha jî transformasyonek, ango veguhestan rêxistinên kurdan ji hundir ve, ji aliyê organizasyon û struktur pêwist e.
Heta rêxistinên kurdan nebin xwedi vîzyonekê ku karibin dijberîyan, nakokîyan, alozîyan û pirsgirêkan întegre bikin, dema damezrandina kongra netewî û kurdewariyek dirust dûr e.
Heta rêxistinên kurdan nikaribin hev tehamul bikin, bi tolerans bin û billî hebûna nakokîyan di nav kom û civaka kurd nêzîkî hev bibin, dema damezrandina kongra netewî dûr e.
Heta di maneya azadî û demokrasî ji bo gelê kurd, rêxistinen kurdan wekhevîyan peyda nekin daku dikaribin bi hev re bixebitin, dema damezrandina kongra netewî dûr e.
Heta di rewşên xirab wek karesta rojava û şengalê pişt nedin hev, kongra netewî düre, xeyal e û ne hewce ye!
Heta rêxistinên kurdan xwe li goriya şertên demê û realita perçebûna Kurdistanê amade nekin, ji veghuesinan (transformasyon) û billî hertiştî bi hev re û ne dijî hev kar nekin, ev ne mumkune projeke wiha mezin wek „Kongra Netewî“ damezrînin.
Lewra jî, belku amedekirina „Konferenseke Netewî“ maqultir e. Ev piştî karesata rojava gelek pêwist bû. Lê nebû. Ku bi fermî „Kongra Netewî“ avabikin û pîşti demekê dîsa dijî hev derkevin û nikaribin giyanê netewa kurd temsîl bikin, ji bo gelê Kurd dibe xewnek û xeyalek reşî, moral û baweriya hemû kurdan dê bişkêne.
Beriya hertiştî divê komisyoneke şewirmend, bê teref, were amadekirin, daku di nav hêzen kurdan pêwendiyên baş amade bikin. Ev komisyon divê bê deng karekî mediyasyon ji bo nêzîkbûnê amade bike, daku bawerî ji hev cêbibe. Ev ji divê li ser bingehekî ku tu hêz zerar nede tu hêz û perjewendiyên hemû perceyen xirab nekin û ji aliyên hemû partiyên kurdan were pejirandin.
Gavekî pêşî jî ev ku ev komisyona şewirmend dikaribe konferenseke netewî amade bike û wiha pêwendi ji stratejike maqul û dirêj hêdî hêdi were amade kirin.
Gelê Kurd bûye yek. Bila partiyên kurdan nebin yek; tikes ji xwe wî naxwaze, lê bila, lê nêzîkî hev bibin?