NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Çekdar ên Îranê bi rêya medyaya fermî ragihand ku wan mûşek neavêtine Tirkiyê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihandibû mûşekeke balîstîk ku ji Îranê hatiye avêtin û berê wê li esmanê Tirkiyê bû, ji aliyê hêzên parastina asmanî û mûşekan ên NATOyê ve li Rojhilatê Derya Spî hatiye bêbandorkirin.
Hêzên Çekdar ên Îranê bi rêya medyaya fermî li ser mûşeka ber bi Tirkiyê ve hatiye avêtin daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew rêzê li serweriya Tirkiyê digirin û ew Tirkiyê nakin armanc.










