🔴Piştî ku Amerîka û Îsraîlê sibeha Şemiyê bi dema herêmî dest bi êrîşên li ser hedefên leşkerî û hikûmetê yên Îranê kirin, Îranê ragihand ku wan tesîsên leşkerî yên Amerîkayê yên li welatên cuda yên Kendavê kirine hedef û barana fuzeyan li Îsraîlê bariye.
Li gelek welatên herêmê, bi cihkirina pergalên parastina fuzeyan ji bo astengkirina fuzeyên tên, dengê teqînan olan da.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Nour ku organeke weşanê ya girêdayî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (Pasdar) e, Îranê “bi dehan” fuzeyên balîstîk avêtine Îsraîlê. Tu windahiyên canî nehatine ragihandin.
Pasdarên Îranê ragihandin ku Binkeya Hewayî ya El-Udeid li Qeterê, Binkeya Hewayî ya El-Salem li Kuveytê, Binkeya Hewayî ya El-Dhafra li Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb (EYE) û binkeya deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê hatine hedefgirtin. Li gorî medyaya dewleta Îranê, Binkeya Hewayî ya Muwaffaq Al-Salti ya li Urdunê û binkeyeke Amerîkayê ya li Bakurê Iraqê jî hatine hedefgirtin.
Rewşa Zirar û Wendahiyan
Hîna asta zirarê bi zelalî diyar nebûye:
• EYE: Çend fuze hatin avêtin û hatin pûçkirin. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya EYE’yê, hinek perçeyên fuzeyan ketine ser herêmeke niştecihbûnê û bûne sedema mirina sivîlekî.
• Behreyn: Yek ji fuzeyan li tesîseke deryayî ya Amerîkayê ket. Windahiyên canî nehatin ragihandin.
• Qeter: Rayedarekî Qeterî diyar kir ku Qeterê du fuzeyên Îranê li ser asmanê welat asteng kirine.
• Kuveyt: Sererkanê Giştî yê Kuveytê di daxuyaniyekê de got: “Pergalên parastina hewayî fuzeyên ku dihatin pûç kirin.”
• Urdun: Artêşa Urdunê ragihand ku pergalên parastina hewayî bi serkeftî du fuzeyên balîstîk ên ku Keyatiyê hedef digirtin, asteng kirine.
/Çavkanî: CNN International/













