🔴Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Îranê ragihand ku ew ê bersiveke dîrokî bidin êrişên Amerîka û Îsraîlê û her welatê ku baregehên xwe ji bo van êrişan veke, dê bibe armanca wan.
Berdevkê Sererkaniya Giştî ya Îranê, Ebulfezl Şîkarçî, li ser êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê daxuyaniyeke tund belav kir. Şîkarçî destnîşan kir ku ew amade ne derseke wisa bidin dijminên xwe ku “di dîroka xwe de ti carî nedîtine.”
Şîkarçî bi awayekî eşkere hişyarî da welatên herêmê û got: “Her baregeha ku alîkariyê bide Amerîka û Îsraîlê, dê ji aliyê Îranê ve were hedefgirtin.”
Di demekê de ku pêvajoya dîplomatîk û danûstandin di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê berê sibehê operasyoneke berfireh a asmanî birin ser xaka Îranê.
• Îsraîl: Wezareta Parastinê ragihand ku ev “êrişeke rêlibergirtinê” bûye.
• Amerîka: Serok Donald Trump daxuyand ku wan li dijî Îranê “operasyoneke mezin” daye destpêkirin.
Li Îranê gelek navendên stratejîk û bajarên mezin bûn armanca bombebaranê. Bajarên wekî Tehran, Îsfehan, Kerec, Qum, Tebrîz, Şîraz, Bûşehr, Kirmaşan û Îlam hatin hedefgirtin. Di encamê de, her du welatan jî qadên xwe yên asmanî li rûyê geştên sivîl girtin.
Li Îsraîlê “rewşa awarte” hate ragihandin û ji ber tirs û fikarên bersivdayîna Îranê, ji gel hat xwestin ku berê xwe bidin stargehan.
Artêşa Îranê piştî êrişan demeke kurt derbas nebû, bi dehan moşekên balîstîk û dronan bersiv da. Îranê ne tenê Îsraîl, lê bi awayekî hevwext baregehên Amerîkayê yên li welatên herêmê jî hedef girtin:
Behreyn, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (MAE), Kuweyt, Qeter û Urdin.
Hat piştrastkirin ku bi taybetî baregeha deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê rastî êrişên moşekî hatiye.
/Çavkanî: Rûdaw/













