🔴NAVÊNDA NÛÇEYAN – Artêşa Îsraîlê bi hinceta “Hizbullayê”, herêma Dahiye ya paytexta Libnanê Beyrûtê, bi 4 êrişên hewayî kir armanc.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, piştî daxuyaniyên gefxwarinê yên artêşa Îsraîlê, balafirên şer herêma Dahiye ya Beyrûtê bombebaran kirin. Di encama van 4 êrişan de dengên teqînên dijwar hatin bihîstin û dûmaneke reş li seranserê bajêr bilind bû.
Saziyên darayî bûn hedef
Beriya êrişan, artêşa Îsraîlê gef li gelek deveran, bi taybetî li herêma Dahiyeyê xwaribû û diyar kiribû ku ew ê êrişî saziyên darayî yên girêdayî Hizbullayê bikin. Ajansa fermî ya Libnanê NNA’yê ragihand ku balafirên şer cara duyemîn herêma Dahiyeyê kirine hedef û piştî lêdanê li bajêr tirs û xofeke mezin çêbûye.
Îdîaya “Berpirsekî paybilind”
Ji aliyê din ve, di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat îdîakirin ku di van êrişan de endamekî paybilind ê Hizbullayê hatiye hedefgirtin. Lê derbarê nasnameya wî kesî û encama êrişê de hîn agahiyên zelal nehatine parvekirin.
/Çavkanî: MA/









