Ji Hezroyê heta Koreyê: Şerê Sar û Çîroka Apê Husên a di Nav Pelên Dîrokê de

Kurdi

🔴AMED – Şerê Koreyê yê ku di sala 1950’î de dest pê kir û wekî yek ji rûpelên herî bi xwîn ên Şerê Sar di dîrokê de cih girt, ne tenê çarenûsa nîv girava Koreyê, lê tesîra vî şerî di jiyana gelek ciwanên Kurd û Tirk de jî guherînan çêkir. Yek ji wan ciwanan jî Apê Husên (Hüseyin Çevik) ê ji gundê Dedaşa Hezroyê ye.

Şerê Korêyê: Cîhan Bû Du Parçe

Şerê Koreyê di sala 1950’î de wekî encameke karesatbar a Şerê Sar qewimî. Koreya ku ji sala 1910’an ve di bin desthilatdariya Japonya de bû, piştî şer li şûna serbixwebûnê, bû qada şerê hêzên mezin. Dema leşkerên Sovyetê bakurê welat kontrol kirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi biryara Neteweyên Yekbûyî (UNO) midaxileyî şer kir.

Ev şerê ku heta sala 1953’an û mirina Stalîn berdewam kir, bi peymaneke agirbestê bi dawî bû, lê birîneke kûr li pey xwe hişt: Korê bû du parçe. Bakur bû qada komunîzmê û Başûr jî bû qada kapîtalîzmê.

Ji Gundê Dedaşê Heta Qadên Şer: Şahidiya Apê Husên

Di nav vê aloziya cîhanî de, ciwanên ji Kurdistanê jî di bin ala Tirkiyeyê de birin eniyên şer ên herî dûr. Apê Husên ku wê demê li Îzmîrê leşker bû, yek ji wan kesan e ku şer ji nêz ve ditiye. Apê Husên serpêhatiya xwe bi van gotinan tîne ziman:

“Ez li Îzmîrê leşker bûm, di dema şer de leşkerên çek û jîr dibirin Koreyê. Ji ber ku ez sekvanekî baş bûm navê min jî di nav refê leşkerên ku biçin Koreyê de hebû. Piştî ku m çûn Koreyê, li wir ez wekî casûs (keşif) hatim wezîfedarkirin. Li qesaba û gundan digeriyam û min agahî kom dikirin.”

Apê Husên di bîranînên xwe de balê dikişîne ser rewşa psîkolojîk a leşkeran û dibêje ku gelek leşkeran ji ber tirsê dixwestin birevin, lê ji ber jîrbûn û wêrekiya wî, artêşê tifingeke G1 wekî xelat daye wî.

Nasnameya Veşartî: “Em bi Navê Tirkiyeyê, bi Dilê Kurdî li Wir Bûn”

Apê Husên balê dikişîne ser xaleke girîng a nasnameyê. Her çend di qeydên fermî de wekî “leşkerên tirk” derbas bibin jî, ew destnîşan dike ku ew û hevalên xwe bi nasnameya xwe ya Kurdî li wir bûn. Ev rewş, nîşan dide ku Kurdan di şerên ku ne yên wan bûn de jî, her tim bi jîrbûn û berxwedana xwe cih girtine.

Wateya Navê Gundê Dedaşê

Di dawiyê de Apê Husên bal dikişîne ser koka navê gundê xwe, Dedaşê. Navê “Dedaş” ji peyva Kurdî “Dê-daş” tê ku tê wateya “birayê şîr”. Ev navê eşîreke Kurd e ku ji Hezroyê koçî Erziromê kiriye. Her çend îro li Erziromê ev peyv ji aliyê hin derdoran ve bi maneyên cuda û neteweperest bê bikaranîn jî, koka wê digihîje biratiya şîr û çanda Kurdî ya resen.

Şerê Korêyê di sala 1953’an de bi fermî bi dawî bû, lê çîrokên wekî ya Apê Husên hîn jî zindî ne û wekî şahidiya dîroka Kurdan a di nav şerên cîhanî de dimînin.

/Nûçe: Mordem Zel/

 

 

 

İlginizi Çekebilir

Berlinale: Kürt filmi ‘Spi’ Özel Kısa Film Ödülü kazandı
KCK: Komisyon raporu birçok temel yanlış ve eksiklikler içermektedir

Öne Çıkanlar