“Lehiya Dilî” – Husên Arif / Ji soranî: Şehab Xalidî
Husên Arifê ku bi berhema xwe ya “Revdegurg”ê pesn û eleqeyeke zêde ji xwînerên kurmanciyê girtibû, niha bi berhemeke xwe ya din li kurmancî ye.
Nivîsa paşbergê:
“Dilê min jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû, digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan, ew jî têra xwe û ji dil ve dikeniya. Ji ber ku rast wek wan, dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq, tûj û bibandor ew xembarî dît ji dûriya tenê çend bihustan ve.”
Husên Arif piştî Revdegurgê, vê carê bi dirêjeçîrokeke evînî li deriyê xwînerên kurmancî dide. Lehiya Dilî ya ku cara ewil sala 1957an di bîst û yek saliyê de hatiye nivîsîn, hem bi nivîsîna xwe ya pêşwext û hem bi mijar û vegotina xwe ya xurt, xelekeke muhim ji dîroka çîroknivîsiya kurdî pêşkêş dike.
“Me ti nivîskarekî din mîna Husên Arif nîne ku em bikarin navê wî danin çîroknivîsê hestên mirovî yên sade, çîroknivîsê mirovên bi tenê mayî.” ‒ Bextiyar Elî
Husên Arif: Sala 1936an li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Bi handana Ebdulla Goran yekem berhema xwe sala 1954an di rojnameya Jînê de belav kiriye ku pexşanehelbestek e. Sala 1961ê di rojnameya Azadî de wek rojnameger dest bi kar kiriye. Dawiya sala 1969an li gel çend hevalên xwe Yekîtiya Nivîserên Kurd ava kiriye. Di 1970yî de li gel komek hevalên xwe manîfestoya tevgera edebî ya Riwangeyê weşandiye. Di 1998an de li gel çend hevalên xwe weşanxaneya Serdemê ava kiriye. Xwediyê çendîn berhemên edebî ye û çendîn xelatên giring wergirtine. Digel Revdegurgê (1983), hin berhemên wî yên din ev in: Le Korî Xebata (1959), Şar (1986), Koktêyl (2005), Kameran û Honrawey Nwê (1958), Çîrokî Hunerîy Kurdî (1977). Husên Arif herweha çend berhem jî wergerandine kurdî ku ya herî naskirî Mîra Machiavelli ye ku sala 1986an hatiye çapkirin.
—
“Trêna li Stasyona Xwe Digere”
Pall Weşanê kitêba ewil a rêza xwe ya nû “hûrgilî”yê bi navê “Trêna li Stasyona Xwe Digere” çap kir. Kitêb li ser trênê ye û 17 nivîskaran li ser trênê nivîsiye. Di rêza “hûrgilî”yê de ya nû ye dê kitêbên eleqedarî obje û alavan, mekanan, hûrgilî û hûrdekariyan û hemû tiştên biçûk, şênber û ji nav jiyana rojane bêne çapkirin. Di dorê de kitêba “qehwexane”yan heye.
Amadekar: Înan Eroglu
Nivîskar: Amed Çeko Jiyan, Beyan Ezîzî, Burhan Sönmez, Ciwan Nebî, Ciwanmerd Kulek, Diya Ciwan, Fatma Savci, Haydar Diljen, Hejarê Şamil, Konê Reş, Mueyed Teyib, Nûredîn Zaza,Rohat Alakom, Selîm Temo, Serdar Şengül, Ûsivê Hemîd
Nivîsa paşbergê:
Trên ne tenê alaveke hatûçûyê ye. Ew bi qasî ku dikare ji bo me bibe alaveke muhim a jiyana rojane, nostaljiyekê bi me re çêbike, pêwendiyên me yên komelî xurttir bike, berê me veguhêze bo derve, rengekî nû li hez û têgihiştina me zêde bike, herweha dikare ji aliyê dîrokî, civakî û demografiyê ve rê li ber guherînkarî û desttêwerdana welatê me jî veke, erdnîgariya me bi hev û erdnîgariyên serwer re girê bide, carna bibe sînor di navbera me de û me parçe bike û carna jî bibe alava kontrol, serkutkirin û sirgûnê.
Ev kitêba ji 17 nivîsarên 17 nivîskarên ji dever û şêwezarên cuda yên kurdan pêk hatî, dixwaze nîşan bide ka trên di nezera nivîskaran de miqabilî çi ye, wateyeke xwe ya çawa bo wan heye, tesîreke çawa li wan kiriye û ew wek alavekê di peywendeke çawa de wê bi cih dikin, bi çi awirî li wê dinihêrin.
Defter 2025: #perawêz
Deftera ewil a Pallê bi serenavê #perawêz derket.
Deftera ku em dê her sal tenê carekê û bi peyva xwe ya wê salê çap bikin, dê bi bergeke mînîmal û bi hin jêgirtinên kitêb û nivîskarên me ‒belkî paştir bi hin xêzên taybet‒ merhebayeke nûsaliyê li we bike.
Peyva me ya 2025an #perawêz e, çinku pall weşanxaneyek e ku li perawêzê digere, dixwaze li perawêzê piyase bike, perawêzê bîne navenda me û gelek nav û berhemên li perawêzê bixe ber xweşbala we.
Defterhezên hêja, hûn li vê derê ne?
Derbarê Pallê de:
Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne bi bergên xweser û formatên cuda bigihîne ber destê xwîneran.