Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li ber deriyê bajêr ciwan û çalekvanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo tevlêbûna berxwedana Rojava hatine, pêşwazî kir.
Di çarçoveya seferberiya giştî ya li Rojavayê Kurdistanê û bangên hevgirtina gel û yekgirtinê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, ciwan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê xwe gihandin Rojava û tev li seferberiya giştî bûn.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li Çerxerêya Sînalko karwanê seferberiyê yê Başûrê Kurdistanê pêşwazî kir.
Di derheqê mijarê de hevserokê PYDˊê yê Hesekê Ferhan Dawûd ji ajansa Anha re axivî. Dawûd got bi hezaran şênî îro li Çerxerêya Sînalko berxwedêrên ji Başûrê Kurdistanê yên ji bo piştgirî û tevlêbûna serferberiyê hatine pêşwazî dikin.
Dawûd anî ziman ku xelkê Hesekê di seferberiyê de ye, li ser pêyan e, li kêlek hêzên xwe ne.
Dawûd li ser piştgirî û destketdayînê spasiya tevahî ya gelê Kurd bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê kir.
Du karwan ji ciwan û çalekvanên Başûrê Kurdistanê gihîştin Qamişloyê. Şêniyan bi coşeke mezin ew berxwedêr pêşwazî kirin.
/Çavkanî: ANHA/










