Komkujiyên li ser Eleviyan hatin protestokirin: Em li dijî şer aştiyê diparêzin

Kurdi

🔴Rêxistinên Elewî û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, di salvegera komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê de meşek li dar xistin û diyar kirin ku ew ê “Li dijî şeran, mirin û komkujiyan parastina aştiyê bidomînin.”

Rêxistinên Elewî û Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, bi boneya 7’ê Adarê salvegera komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê, ji Cadeya Ziya Gökalp heta Cadeya Yukselê meşiyan û piştre daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Li Sûriyeyê Komkujiya Elewiyan Heye, Rawestînin” hate vekirin û dirûşmên “HTŞ’ê kujer, AKP’ê hevkar” û “Amerîkaya kujer ji Rojhilata Navîn bicehim” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtina ji bo Elewiyên hatine qetilkirin, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Siltan Abdal Cuma Erçe daxuyanî xwend.

Erçe destnîşan kir ku nav û al diguherin lê zîhniyet wekî xwe dimîne û wiha got: “Ev zîhniyet îro Elewî, Kurd, Durzî, Xiristiyan, Êzidî, Suryanî, Tirkmen û Erebiên sekuler dike hedef. Gelên qedîm ên Rojhilata Navîn bi projeyeke tasfiyeyê re rû bi rû ne. Nîşandana vê tabloyê wekî ‘pevçûneke herêmî’ tenê veşartina rastiyê ye. Rojhilata Navîn salên dirêj e bi destwerdanên emperyalîst û têkoşînên hêzên herêmî ve hatiye veguherandin qada şer.”

‘EM Ê LI DIJÎ ŞER PARASTINA AŞTIYÊ BIDOMÎNIN’

Erçe diyar kir ku ew ê li dijî şer, mirin û komkujiyan parastina aştiyê bidomînin û got: “Em ê li cem berxwedana birûmet a gelan bin. Em ê li dijî zulm û zaliman, li tenişt mazlûm û yên rastî zulmê hatine bisekinin. Em qetilkirina Elewiyan, hedefgirtina destkeftiyên Kurdan, koçberkirina Êzidiyan û tasfiyekirina civakên din qebûl nakin.”

‘NE OPERASYONA EWLEHIYÊ YE, QIRKIRINEKE SÎSTEMATÎK E’

Erçe anî ziman ku êrîşên li ser Elewiyan di bin navê “operasyona ewlehiyê” de tên veşartin lê ev “qirkirineke plankirî, îdeolojîk û sîstematîk” e. Erçe wiha domand: “Bi taybetî Lazkiye, Tartûs û Hama di serî de, cih û warên Elewiyan bi zanebûn hatine hedefgirtin. Sivîl hatin qetilkirin, gund hatin valakirin, mirov ji ber nasnameya xwe rastî îşkenceyê hatin, hatin înfazkirin û cihên pîroz hatin xerabkirin. Elewî ji kar û qadên xwe yên jiyanê hatin qutkirin û li kolanan hatin qetilkirin. Armanc ne tenê tirsandina gelêkî ye; armanc jêbirina hebûna Elewiyan ji erdnîgariya wan a dîrokî ye. Çeteyên selefî û cîhadîst ên bermayiyên DAIŞ’ê yên li qadê ne bi tesadufî derketine holê. Ev avahî bi salan hatin xwedîkirin, perwerdekirin û kirin amûra hesabên herêmî.”

Daxuyanî bi piştgiriya ji bo protestoya ku dê li Samandagê bê lidarxistin û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

/Çavkanî: MA/

İlginizi Çekebilir

Li Amedê dikaneke kasetan: 3 hezar plakên Kurdî berhevkiriye
Lavrov: Êrişkariya DYA-Îsraîlê dikare ji bo tevahiya cîhanê bibe sedema encamên neyînî

Öne Çıkanlar