🔴Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku “Krîza ku ji ber êrişkariya DYA û Îsraîlê derketiye holê, dikare ji bo tevahiya cîhanê, îstîkrara gerdûnî û aborîya gerdûnî encamên pir xirab bîne” û banga rawestandina bilez a operasyonên li dijî Îranê kir.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Moskovaya paytext bi nûnerên mîsyonên biyanî re civînek li dar xist. Lavrov di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û got: “Krîza ku di encama êrişkariya DYA û Îsraîlê de pêk hatîye, dikare ji bo hemû cîhanê, îstîkrara gerdûnî û aboriya gerdûnî bibe sedema encamên neyînî yên pir mezin.”
Lavrov diyar kir ku hewl tê dayîn pêvajoya başkirina peywendiyên di navbera Îran û welatên Ereban de were astengkirin û di navbera welatên Kendava Basrayê û Îranê de pevçûn tê geşkirin. Lavrov got: “DYA û Îsraîl ên ku armanca wan bêçekkirina nukleerî ya Îranê ye, dikarin bibin sedema pêşbaziya çekên nukleerî.”
Lavrov bal kişand ser bêdengiya welatên Ereban li hemberî êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û wiha got: “Koma dewletên Ereb destnîşan kiribûn ku divê mesele bi rêyên leşkerî neyê çareserkirin û ragihandibûn ku ew ê rê nedin bikaranîna qada xwe ya hewayî. Lê gava her tişt dest pê kir, tevî bangên we jî, we kiryarên DYA û Îsraîlê şermezar kirin? We mirina keçikên dibistanê yên li Îranê şermezar kir? Bi nêrîna min divê em hemû nêzîkatiyeke hevpar nîşan bidin. Em li dijî êşkişandina welatên Kendava Basrayê ne. Em difikirin ku ev yek ji bo hevkarên me yên Îranî tu avantajeke leşkerî peyda nake. Bi alîyê sîyasî ve jî bi guman e ku Îran tu qezencekê bi dest bixe. Di rastiyê de tam berevajî ye.”
‘Divê êriş tavilê werin rawestandin’
Lavrov diyar kir ku divê êriş demildest werin rawestandin û got: “Ji bo bidofandina şer divê em bi hev re tevbigerin. Heke hûn diparêzin ku mafê Îranê yê bersivdayînê tune ye, ev tê wê wateyê ku hûn rasterast piştgiriya berdewamiya êrişkarîya DYA û Îsraîlê dikin. Ev ne mentiqî ye. Em bang li her kesî dikin ku li dijî rawestandina hemû êrişan derkevin.”
Lavrov anî ziman ku ew piştgiriya pêvajoya başkirina peywendiyên navbera Îran û welatên Ereban dikin û di vî warî de bi her awayî alîkarîyê dikin; lewma ew hem bi welatên Ereb ên endamên Konseya Hekaruya Welatên Kendavê (KHK) û hem jî bi Îranê re di nav piştevaniyê de ne.
Lavrov destnîşan kir ku hevkarên stratejîk ên Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn ji êrişên DYA û Îsraîlê nerehet in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê piştre bi endamên din ên aştîxwaz ên civaka navneteweyî re, di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û Civata Giştî ya NY de, ji bo afirandina hawirdoreke ku vê operasyonê bi temamî neimkun bike, çi ji destê me bê em ê bikin.”
/Nûçeyên Cîhanê/











