Li Amedê dikaneke kasetan: 3 hezar plakên Kurdî berhevkiriye

Kurdi

 AMED – Li navçeya Surê ya Amedê Muhîtîn Akbey ku ji salên 1970yan ve karê firotina kasetan dike 3 hezar kaset û plakên Kurdî berhevkirine. Akbey dibêje dema kasetên Kurdî qedexebûn wî berhev dikir û ji bo mîrateyekî bide siberojê parastiye.

Dikana Muhîttîn Akbey ku 20 metre çargoşeye 40 hezar kaset û plak lê hatine parastin. Ji van 3 hezar jî kaset û plakên Kurdî ne. Di vê arşîvê de kasetên kevir û bêje yên ji 100 salan mezintir hene. ‘Li Tirkiyê ez tenê weke plakçî mame’ Akbey dibêje beriya wî bapîrê wî û bavê wî vî karî dikirin.

Akbey berdewam kir:

‘’Dema min dest bi vî karî kir 350 plakçî li navenda Amedê hebûn. Ez Serokê Komeleya Plakçiyan bûm. Niha li Tirkiyê ez tekane plakçî me li ser karê xwe. Ez tenê mam e. Ti sûdeke mina mezin nîne lê ez ji hûnerê hez dikim û qût nabim ji vir.’’

Li dikana kasetan hûnermendên navû deng ên weke Qerapetê Xaço, dengbêj Reşo ku weke mamosteyê dengbêj Şakîro tê zanîn heta plakên yekem ên Ciwan Haco, Beytocan têne dîtin. Li gel van gelek dengbêj û hûnermendên navên wan hatine ji bîr kirin jî li vir têne dîtin… ‘Min kasetên Kurdî parast’

Akbey wiha berdewam kir:

‘’Li gel min 3 hezar kaset û plakên Kurdî hene. Bavê min gelek tomar kirine û gelek jî resen in. Wê çaxê Kurdî qedexe bû, xelk kasetên Kurdî bi neçarî diavêtin lê min hemûyan veşart. Ya girîng ew e ku em kulturê biparêz in. Min jî vê kir û îro dema ciwan tên li vir wêne digirin ez kêfxweş dibim. Eleqeya wan min şa dike.’’

Akbey dibêje eleqeyeke mezin ji bo dikana wî heye û ew dixwaze vê arşîva xwe vegerîne mûzeyê.

İlginizi Çekebilir

Pakistan: Türkiye ve Azerbaycan’a yapılan saldırılardan ciddi endişe duyuyoruz
Komkujiyên li ser Eleviyan hatin protestokirin: Em li dijî şer aştiyê diparêzin

Öne Çıkanlar