🔴AMED – Li gundê Arzoxli yê navçeya Sûra Amedê, jandarmayan êrîşî gundiyên ku naxwazin li ser zeviyên wan ên merayê projeya GES’ê bê çêkirin kir. Di encama êrîşê de 16 kes hatin binçavkirin û 4 gundî jî birîndar bûn.
Li gundê Arzoxli yê ser bi navçeya Sûrê ve, şîrketa bi navê ZENKAR-1 xwest ji bo projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) dest bi kolandinê bike. Gundiyên ku li qada merayê kom bûn, li dijî vê projeyê derketin û daxwaz kirin ku tîmên şîrketê ji herêmê derkevin.
Piştî ku xebatkarên şîrketê ji qadê dûr neketin, di navbera gundî û xebatkaran de rageşî derket.
Li ser rageşiyê, hêzên jandarmayê bi guleyên plastîk, gaza îsotê, ava şid û copan êrîşî gundiyan kir. Hat ragihandin ku di dema mudaxeleya jandarmayê de tundiyeke zêde hat bikaranîn û 16 gundî bi lêdanê hatin desteseririn.
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:
Veysi Göğe, Cihan Göğe, Muhammed Göğe, Cevdet Özpınar, Sabri Arslan, Hamit Çiftçi, Mustafa Bey, Recai Bey, Erhan Karakaş, Cihan Kelle, Veysi Çiftçi, Hacı Çiftçi, Abdurrahman Çiftçi, Adem Çiftçi, Mehmet Demirel û Gurbet Çiftçi.
Di encama êrîşa jandarmayê de 4 gundî birîndar bûn. Hat hînbûn ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Gundî diyar dikin ku ew naxwazin qadên wan ên çandiniyê û merayên wan ji bo projeyên wiha werin talankirin.
/Çavkanî: MA/









