Li Bismilê Bi Hezaran Jin Ji Bo 8’ê Adarê Meşiyan
🔴BISMIL – Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li navçeya Bismilê bi dirûşma “Bi Îsyana Xwe Em Berxwedanê, Bi Berxwedana Xwe Jiyana Azad û Wekhev Di hûnînin” meşeke girseyî hat lidarxistin.
Meşa ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsên Jinan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) hat organîzekirin, ji Parka Biratiyê (Kardeşlik Parkı) dest pê kir û heta Mizgefta Akpinarê berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çiğdem Kılıçgün Uçar, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gülşen Özer, Hevşaredarên Bismilê, Hevşaredara Licê Dilek Diyar Ozer, Hevseroka Rezikê Leyla Ayaz û rêveberên partiyan cihê xwe girtin.

Jinan bi Def û Tilîliyan Meşiyan
Beşdarên ku li Parka Biratiyê kom bûn, bi hildana pankartan û berzkirina dirûşman dest bi meşê kirin. Jinan di bin dorpêça polîsan de, bi dengê defan û tilîliyan di Meydana Azadiyê re derbas bûn û heta ber Mizgefta Akpinarê meşiyan.
“Em ê Ked û Nasnameya Xwe Biparêzin”
Li ber mizgeftê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn. Hevşaredara Bismilê Mizgin Ekin, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê wek jin mafê jiyanê, ked û nasnameya xwe her tim biparêzin. Ekin diyar kir ku armanca wan avakirina civakeke wekhev û demokratîk e.
Banga Piştgirî û Aştiyê
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çiğdem Kılıçgün Uçar jî di axaftina xwe de bal kişand ser şerên li herêmê û cîhanê. Uçar anî ziman ku şer herî zêde bandoreke neyînî li ser jinan dike û wiha got:
”Piştgirî û têkoşîna jinan ji bo me girîng e. Em ê her tim banga aştiyê bikin û di vê rêyê de têkoşîna xwe bidomînin.”
Uçar her wiha bal kişand ser rola jinan di pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê de. Bername piştî xwendina helbestan, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.
/Çavkanî: Îrfan Gultekin/











