Li Dêrikê Şopa Efsaneyeke: Çîroka Elî Beg û Çildizan
🔴MÊRDÎN – Efsaneya navdar a “Elî Baba û Çil Dizan” ku li seranserê cîhanê tê naskirin, li navçeya Dêrika Mêrdînê bi nav û nîşanên erdnîgarî yên rasteqîn derdikeve pêş. Lêkolînên nû nîşan didin ku ev çîrok ne tenê efsaneyek e, lê belê bi dîrok, gund û xezîneyên Dêrikê re girêdayî ye.
Ji Rêya Hevrîşimê Heya Muzeya Mêrdînê
Dêrik, bi taybetî di sedsalên 15-18’an de ji ber derbasbûna Rêya Hevrîşimê (İpek Yolu), bûbû navendeke stratejîk a bazirganiyê. Li gorî agahiyên dîrokî, “Çildiz” ango “Çil Heramî” li vê herêmê kemîn dadanîn ser karwanan. Balkêş e ku di sala 2009’an de li gundê Dihêmê yê Dêrikê, xezîneyeke mezin a zêr û pelikan hat dîtin. Ev xezîne îro di Muzeya Mêrdînê de bi navê “Zêrên 40 Heramiyan” tê parastin, ku ev yek rastiya bingehîn a efsaneyê xurtir dike.
Erdnîgariya Efsaneyê: Girkemîn û Zorava
Di agahiyan de tê destnîşankirin ku navên gundên mîna Heramiya, Çildiz, Girkemîn û Herêma Kêfê ne tenê nav in, her yek ji wan parçeyekî dîroka vê efsaneyê ne. Girkemîn (Girê Kemînê) wekî cihekî stratejîk dihat bikaranîn da ku diz êrişî karwanan bikin. Piştî talanê, dizan li şikeftên veşartî yên li nêzî gundê Zorava û kela Rebetê xezîneyên xwe vedişartin.
Nîqaşa Li Ser ‘Dizîna Çandî’
Nivîskar Hogir Berbir, balê dikişîne ser xaleke girîng a çandî. Her çend ev çîrok di cîhanê de bi navê “Alî Baba” û bi rengê çanda erebî an tirkî were naskirin jî, hîmên wê yên herî kûr û rasteqîn li ser axa Kurdistanê, li Dêrikê ne. Berbir diyar dike ku ev mîras ji aliyê çandên din ve hatiye veguhertin û “dizîn”, lewma divê xwedî li vê reseniya kurdewarî were derketin.
Hogir Berbir: Di Lêgerîna Paşerojê de Çîroka Elî Beg û Çildizan!
Efsane, xezîneyên kevnar ên edebiyata gelêrî ne ku bi çîrokên xwe yên efsûnî paşeroj û îro bi hev ve girê didin. Ev çîrok jî, bi tevhevkirina rastî û xeyalan, kûrahiya mirovahiyê û çanda gelan ronî dike. Efsane, bi taybetmendiyên xwe yên awarte, bûyer, cih û mirovan bi hev ve girê dide, ji nifşek derbasî nifşeke din dibe û bi rengê xwe yê zindî guhdaran dide bawerkirin ku rasteqîn e. Her çend carinan hêmanên fantastîk tê de hebin jî, efsane bi gelemperî li ser bûyerên rastîn û lehengên jiyayî ava dibe ku di nasnameya çandî ya herêmekê an gel de cihekî xwe yê girîng digire. Di vê çarçoveyê de, efsaneyên li Dêrikê ku navçeyeke Mêrdînê ye, dewlemendiya çanda vê herêmê bi rengekî zindî radixe pêş çavan.
Dêrik, di dîrokê de, ne tenê navçeyek biçûk bû, lê di heman demê de xwedî roleke stratejîk bû. Rêya Îpekê ku di nav vê herêmê re derbas dibû, kiribû navendeke girîng a bazirganî û çandî. Dema ku dîroka efsaneya Çildizan bê lêkolîn kirin, girêdanên dîrokî yên balkêş derdikevin holê. Di sedsalên 15-18’an de, Mêrdîn car caran bi Bexdayê, Amedê û Mûsilê ve girêdayî bû. Di arşîvan de Dêrik wekî “Dêrik Nahiyesî” tê bi nav kirin ku yek ji qezayên Amedê bû. Di dema komarê de bi Mêrdînê ve hate girêdan. Ev pêvajoya dîrokî girêdana erdnîgarî û demkî ya efsaneyê bi Dêrikê re xurt dike.
Di dîroka nêz de ku 2009 bû, li gundekî Dêrikê, Dihêmê xezîneyeke balkêş û bi qîmet ku tev zêr û pelik bûn hate dîtin. Ev xezîne piştî hate dîtin, nuha di Muzeya Mêrdînê de bi navê “Zêrên 40 Heramiyan” têne parastin û nîşandan.
Efsaneya Çildizan û Şêlandina Karwanan
Efsaneya “Elî Bav û Çil Dizan” li seranserê cîhanê navdar e, lê guhertoya wê ya li Dêrikê bi çanda herêmî û erdnîgariya wê ve yekta ye. Ev çîrok di nav gelek netew û nijadan de tê vegotin. Serpêhatiya Elî Begê li gundê bi navê Elî Begê û deverên wekî Heramiya, Çildiz, Girkemîn û Herêma Kêfê vedibêje. Peyva “heramî” ji koka erebî tê û tê wateya “diz”. Erdnîgariya Dêrikê bingeha vê efsaneyê pêk tîne û navên gundên wekî Heramiyan, Çildiz û Herêma Kêfê hîn jî di nav gel de bi reseniya xwe têne bikaranîn.
Ev dizên efsaneyî ku wekî “Çildizan” têne naskirin, li Rêya Îpekê karwan dişêlandin û talan dikirin. Navê “Çildiz” bi kurdî tê wateya “Çil Diz” û armanca wan a sereke piştî talankirina karwanan, revîna ber bi deverên ewle bû, ji bo ku destkeftiyên xwe veşêrin û biparêzin. Yek ji van deveran, li qiraxa çemê dijwar ku nêzî gundê Zorava (Zor-Av-a) ye, cihekî bi hêsanî nayê dîtin û pir xewle bû.
Girê Girkemîn, volqanek ne çalak e ku navê wê ji “gir” û “kemîn” tê ku tê wateya “girê ku kemîn lê tê danîn. Ev gir cihekî stratejîk bû, lê nûha qîjot e û ne çalak e. Karwanên ji deştê ber bi çiyê ve diçûn, neçar bûn ji vê rêyê derbas bibin û Çildizan li vir bi êrîşên plankirî kemîn datanîn. Piştî êrîşê, destkeftiyên xwe li cihên veşartî vedişartin û bi malbatên xwe re li Heramiya an Herêma Kêfê wext derbas dikirin.
Ev diz, di rêxistinbûn û şêwaza xebata xwe de mirovên bixîret, wêrek û xwedî vîn bûn. Wan êrîşên xwe bi awayekî plankirî li karwanên Rêya Îpekê, bi taybetî li ber girê Girkemîn, di nav gundê Tilbisimê û neqeba Gûherê (cihê bazirgan barên xwe lê diguherandin), pêk dianîn. Deverên wan li gorî zayendê hatibûn dabeşkirin; mêr li Heramiya, jin li Heramiyê diman. Herêma Kêfê ku di navbera gundên Qizila Şên û Qizila Xerabe de bû, cihê hevpar ê jin û mêran bû.
Elî Begê û Kevirê bi Şêran Neqişkirî
Gotina herî naskirî ya efsaneyê, “Derî veke!”ye. Li gundê Fitnê ku Kela Rebetê lê ye, kevirekî bi neqşên du şêran û şikeftên cihêreng heye ku wekî “Deriyê Xezîneyê” tê nasîn. Tê gotin ku Elî Beg, bi fermaneke efsûnî û bi alîkariya eşîra xwe, di nav avên dijwar ên gundê Zorava re derbas bûye û gihîştiye vê xezîneyê. Piştî têkbirina Çildizan, gundek bi navê “Elî Beg” hatiye avakirin û tê bawerkirin ku Elî Beg li wir jiyaye.
Efsaneyên li Dêrikê ne tenê şopên rabirdûyê diparêzin, di heman demê de mîrateya çandî ya dewlemend a vê xakê û xeyala gelê wê radixîne pêş çavan. Çîroka Elî Beg û Çildizan, bi hûrgiliyên xwe yên erdnîgarî, dîrokî û çandî, ji çîrokeke efsûnî wêdetir e; ew rengvedana nasnameya Dêrikê ye. Rêya Îpekê, rabirdûya nepen û lehengî ya herêmê bi bîr dixe û navên gundên wekî Heramiya, Çildiz û Herêma Kêfê, bi şikeftên veşartî re, wekî xezîneyekê bi jiyana rastîn ve girê didin. Ev mîras ji nifşên nû re tê ragihandin, da ku çanda Dêrikê zindî bimîne.
Lê belê, ev efsane ji ber ku çîroka Çildizan bi navê “Çil Heramî” û navê Elî Beg bi navê “Alî Baba” tê zanîn, ji aliyê çandên tirkî û erebî ve hatiye vegûherandin, dizîn û wekî beşek ji mîrateya xwe qebûl dikin, hêjayî lêkolîn û nîqaşê ye. Ev yek rastiya derbarê reseniya çand û erdnîgariya kurdewarî û veguhastina efsaneyê ku çawa hatiye dizîn derdixe holê.
/Nûpel/












