🔴Şaredariya Kirboranê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de, beriya 8’ê Adarê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan vekir. Di vekirinê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî yên demokratîk û gelek jin amade bûn. Piştî gerandina govendê ya bi stranên kurdî, bernameya vekirinê dest pê kir. Di çarçoveya bernameyê de ewilî Hevşaredara Kirboranê Asya Gezer axivî û silav li beşdaran kir.
Piştre Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir, ku qeyûm danîbûn ser cihê wê, axivî. Demir diyar kir ku ew ji ber vekirina vê navendê ya beriya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kêfxweş in û destnîşan kir ku jin bi têkoşîna di her qada jiyanê de gihîştine van rojan. Devrim Demir da zanîn ku ji ber pirsgirêkên jinan dîrokî ne, jinan li dijî van pirsgirêkan têkoşîneke dîrokî dane û got ku wan soz daye bi vekirina van navendan têkoşînê mezin bikin. Demir diyar kir ku jin wê xebatên xwe di van navendan de bimeşînin û hêvî kir ku navend ji bo gelê Kirboranê û hemû jinan bibe sedema xêrê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Güneş Altın jî anî ziman ku jin li malê, li kolanê û li her derê di nav têkoşînê de ne û wiha got:
“Li dijî dewletê li ber xwe didin. Li dijî hişmendiya zilam-serwer li ber xwe didin. Îro bila ev navend bi hezaran caran li jinan pîroz be. Em bawer dikin ku Navenda Jinan a Jiyanê wê Kirboranê jî bi xwe re biguherîne. Dê bibe navendek ji bo jinan. Ne tenê navendek, dê bibe navenda çareseriya pirsgirêkên jinan.”
Piştî axaftinan, vekirina navendê ji aliyê jinan ve bi hev re hat kirin.
/Çavkanî: MA/









