Li Koyê 2 fuzeyên rejîma Îranê hatin xistin

Kurdi

🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên rejîma Îranê baregeheke girêdayî Wezareta Pêşmerge kirin armanc; li nêzî Koyê jî 2 fuze ji aliyê pergalên parastina ezmanî ve hatin xistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Îranê saet di 21:45’an de fuzeyek avêt ser Baregeha Tûgaya 11’an a Fermandariya Herêma Yekem a Wezareta Pêşmerge. Berpirsê CPT’yê yê Kurdistan û Iraqê Kamuran Osman ragihand ku êrîş li ser sînorê herêma Dêgele ya Hewlêrê pêk hatiye û di encamê de zirarên madî çêbûne.

Fuze Berî Bigihîjin Armancê Hatin Xistin

Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî derbarê geşedanên li herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku saet di 19:54’an de, 2 fuzeyên rejîma Îranê li nêzî Bendava Topzava ya di navbera gundên Şêxewan û Topzava de hatine xistin. Heyderî destnîşan kir ku fûze ji aliyê pergalên parastina ezmanî ve hatine vîstên û dengê teqînên bi hêz bûye sedema tirs û fikarê di nav gel de.

Welatiyan Malên Xwe Valakirin

Ji ber dijwariya teqînan, kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Kampa Azadî û Zewiya Spîn a Koyê dimînin, ji bo parastina canê xwe malên xwe vala kirin. Hate ragihandin ku piştî bûyerê li navçeyê rewş aram e û hêzên ewlehiyê ji bo parastina xelkê di amadebaşiyê de ne.

İlginizi Çekebilir

NÛÇEYA LEZGÎN: Bangên Tund Ji Trump bo Îranê
Fransız Charles de Gaulle uçak gemisi Doğu Akdeniz’e gönderildi

Öne Çıkanlar