Li Mûşê Starta Çalakiyên 8’ê Adarê Hat Dayîn: ‘Em ê bi Berxwedanê Azad Bibin’
🔴MÛŞ – Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajarê Mûşê bi daxuyaniyeke girseyî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Jinan diyar kirin ku ew ê mal bi mal û kolan bi kolan têkoşîna jinê bi rêxistin bikin.
Çalakiya ku li Qada Bajêr a Mûşê hat lidarxistin, bi beşdariya nûnerên jin ên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl pêk hat. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Kurdî û Tirkî ya ku li ser “Em bi berxwedanê azad bibin, civaka demokratîk dihonin” dihat xwendin, hat vekirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê, Çîçek Tutuş, di daxuyaniyê de bal kişand ser kedxwarî û krîzên ku sîstema kapîtalîst li ser jinan ferz dike. Tutuş di axaftina xwe de destnîşan kir ku tundî û xizanî ne neçarî ne û wiha got:
“Em jin, 8’ê Adarê di heman demê de wekî dengê herî bi hêz ê aştiyê dibînin. Koçberî û bêewlehî jinan lawaz dike, lê em ê li dijî vê yekê li ber xwe bidin.”
Tutuş di berdewamiya axaftina xwe de qala girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de kir û got:
“Ev bang ji bo jinan qonaxeke dîrokî ye. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan sereke ye. Em ê wek jin di têkoşîna civakîbûna aştiyê de pêşengiyê bikin.”
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan jî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku heta 8’ê Adarê ew ê xebatên xwe bi her awayî bidomînin. Sayilgan got, “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan têkoşîna jinê mezin bikin.”
Daxuyanî bi diruşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.
/Çavkanî: JinNews/










