🔴Li sînorê qezaya Koyê ya ser bi Hewlêrê, Kampa Azadiyê ya ku baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) lê ye, rastî êrişeke ezmanî hat.
Jêdereke herêmî ji Rûdawê re ragihand ku berî demekê Kampa Azadiyê hatiye hedefgirtin. Heman jêderê diyar kir ku êriş bi firokeyên bêmirov (SÎHA) an jî bi fuzeyan hatiye encamdan.
Li gorî agahiyên ku jêderên herêmî dane Rûdawê, êrişa ku bi SÎHA’yan hatiye kirin, li nêzîkî Keleha Harmotayê ketiye derdora cebexaneyeke kevin a partiyê. Jêderan destnîşan kir ku di vê êrişa dawî de ti zirarên canî an malî çênebûne.
Êriş ev çend roj in berdewam dikin
Li herêmê ev çend roj in êrişên sîstematîk ên li ser baregehên partiyên Rojhilatî yên wekî PDK-Î û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) balê dikşînin.
Jêderekî ji nava PDK-Î’yê diyar kir ku roja çarşemê berbangê saet derdora 01:17’an de “Kampa Amiriyeyê” bi SÎHA’yan hatiye hedefgirtin lê ti zirar çênebûye.
Sibeha roja sêşemê saet 08:50’an de jî di êrişeke din a SÎHA’yan de ku li ser baregehên PDK-Î’yê pêk hatibû, kesek birîndar bibû. Qaymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rûdawê re piştrast kiribû ku rewşa birîndarî sivik e.
Pêşmergeyekî PAK’ê jiyana xwe ji dest da
Ji aliyê din ve, di nava refên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de ku ew jî bûbû armanca êrişan, windahiya canî çêbû.
Endamê Civata Serkirdayetiya PAK’ê û Berpirsê Têkiliyan Edîb Xalidiyan, roja çarşemê 4’ê Adara 2026’an ji Rûdawê re ragihand: “Di encama êrişa li ser baregeha PAK’ê ya li nêzîkî Degaleyê de, pêşmergeyê me yê bi navê Celal Reşîdî ku xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilat e, zewicî ye û bavê zarokekî ye, şehîd ketiye.”
Dema ku tevgera li herêmê berdewam dike, rayedar geşedanan ji nêz ve dişopînin.
/Çavkanî: Rd/










