🔴Wezareta “Şer” a DYA’yê ragihand ku li Okyanûsa Hindê keştiyeke şer a Îranê bi torpîdoyekê hatine binavkirin. Hat diyarkirin ku di keştiya ku nêzî 180 kes tê de bûn, herî kêm 101 personel winda ne.
Wezareta “Şer” a DYA’yê eşkere kir ku binavgeriyeke (submarîne) Amerîkayê li Okyanûsa Hindê keştiyeke şer a Îranê bi torpîdoyê binav kiriye.
Hêzên Deryayî yên Srî Lankayê jî ragihand ku keştiyeke şer a girêdayî deryavaniya Îranê ku li nêzî bajarê Galle bangewaziya “hawarê” (SOS) kiribû, li Okyanûsa Hindê binav bûye.
Hat ragihandin ku keştiya IRIS Dena ku nêzî 2 hezar û 750 kîlometre dûrî Îranê hat lêdan, li nêzî bajarê Galle yê Srî Lankayê banga alîkariya lezgîn şandibû.
Rayedarên Srî Lankayê diyar kirin ku keştî piştî bangewaziyê binav bûye û ji bo tehliyekirina muretebatê operasyoneke berfireh tê meşandin.
Hat destnîşankirin ku di keştiya ku nêzî 180 kes tê de bûn, 78 deryavan birîndar bûne û di bin dermankirinê de ne. Hat ragihandin ku herî kêm 101 personel winda ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
/Çavkanî: Evrensel/









