🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Atakum a Samsûnê, jina bi navê Ceren K. ya ku agahî jê nedihat girtin, cenazeyê wê di deryayê de hat dîtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bavê Ceren K. (35), S.K. (61) serî li polîsan xist û diyar kir ku keça wî êvarê ji mal derketiye û êdî venegeriye. Piştî îhbarê, welatiyekî telefon û çenteyê Ceren K. dît û radestî polîsan kir.
Bi Alîkariya Telefonê Cihê Wê Hat Tespîtkirin
Polîsan telefona Ceren K. lêkolîn kirin û dîtin ku wê herî dawî li Îskeleya Çobanliyê wêne kişandine. Li ser vê yekê, tîmên polîs, tîmên binavavê û parastina deryayê sewqî herêmê hatin kirin.
Cenazeyê Wê 300 Metre Dûrî Îskeleyê Hat Dîtin
Di encama xebatên lêgerînê de ku di deryayê û derdora îskeleyê de hatin kirin, cenazeyê Ceren K. bi qasî 300 metre dûrî îskeleyê di nav avê de hat dîtin.
Cenazeyê Ceren K. ji bo otopsiyê û tespîtkirina sedema rastî ya mirinê hat şandin Saziya Tipa Edlî ya Samsûnê. Têkildarî bûyerê lêpirsînek berfireh hat destpêkirin.










