🔴WAN – Li Herêma Pîşesaziya Wesayîtan a Wanê, esnaf û karkerên ku di bin barê giran ê krîza aborî de dinalin, diyar dikin ku ji ber zêdebûna bacan, kirêyên giran û bihabûna parçeyan, êdî nikarin debara xwe bikin.
Krîza aborî ya ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bandoreke giran li ser her beşên civakê dike, li Sanayiya Wanê ketiye asteke metirsîdar. Esnafên sanayiyê destnîşan dikin ku ne xwediyên wesayîtan dikarin wesayîtên xwe tamîr bikin, ne jî esnaf dikarin ji ber bac û lêçûnên zêde qezenc bikin.
Dikandar Murat Çelîk bal kişand ser bandora dolar û bacên gumrikê û got: “Parçeyekî ku berê 100 lîre bû, niha derketiye 180 lîreyan. Dema em lêçûnên xwe lê zêde dikin, biha dibe 350 lîre. Parçe ji derve bi dolar tên û bacên gumrikê pişta me şikandine. Esnaf êdî nikare debara malê bike.”
Kedkar Remezan Çîftçî da zanîn ku ji ber nebûna fabrîkayan, xelkê herêmê ji bo karê rojane neçar e wesayîtan bi kar bîne, lê nikare wan tamîr bike: “Xwediyên wesayîtan ji ber bihabûna motor, şanziman û debriyajê nikarin arîzeyan çêbikin. Rewşa aborî ya xelkê pir xerab e, pereyê wan nîne parçeyan bikirin.”
Dikandarên sanayiyê bi taybetî gilî û gazinên xwe ji kirêyên bilind û baca KDV’yê dikin:
Mazlum Gulmez: “Bac û KDV pir zêde ne. Em kedê didin, lê dema em fatûreyan dibin maliyeyê, tiştek di destê me de namîne.”
Fatî Zorkul: “Em mehê 40 hezar lîre kirê didin. Mesrefên me pir in, lê bazar tune ye. Tamîrkirina tamponekê bi serê xwe bûye mesrefekî mezin.”
Kadîr Onat: “Ji bo 300 metrekare dikan, 40 hezar lîre kirê tê xwestin. Dema em sîgorta, xwarin û lêçûnên din li ser zêde dikin, heqdestê hostayan kêm dimîne. Karê sanayiyê her ku diçe zehmetir dibe.”
Esnaf û kedkarên Sanayiya Wanê bang dikin ku ji bo vê krîza kûr çareseriyek lezgîn bê dîtin û barê bacê yê li ser milê wan bê sivik kirin.
/Çavkanî: AW/











