McKenzie: Mafê Kurdên Sûrîyê bo Xweserîyê Heye

Kurdi

🔴 Generalê berê yê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) Frank McKenzie got ku mafê Kurdên Sûrîyê heye ku karûbarên xwe birêve bibin…

“Ez dibêjim bêguman mafê Kurdan bo şêweyekî xweserîyê heye, çi di çarçoveya rêkeftineke mezintir ligel Sûrîyê yan na,” generalê berê yê Amerîka di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka de got.

“Ez dizanim ku hikûmeta Beşar Esad ti hez hember vê yekê nîşan nedaye. Ez bawer dikim Kurd niha di rewşeke pir metirsîdar de ne. Ew ji herkesî bêtir vê yekê dizanin. Bêguman, bi kêmî ve niha, siberoja wan girêdayî hebûna berdewam ya Amerîkayê ye,” McKenzie da zanîn.

McKenzie, ku ji 2019’an heta 2022’an rêbertîya CENTCOM’ê dikir û ji nêzîk ve ligel hêzên Kurdan di çarçoveya şerê dijî DAIŞ’ê de hevkarî kiriye, got eger hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişin, ewê ew yek derfetê bide rêxistina terorîst ku dîsa bihêz bibe.

“Ewê krîza mirovahî û leşkerî demûdest xirab bibe gava ku hejmarên mezin yên çekdarên DAIŞ’ê dîsa werin wir û şer bikin,” generalê berê yê Amerîkî dîyar kir.

Niha dora 900 leşkerên Amerîkî li bakur û rojhilata Sûrîyê dimînin wekî beşek ji Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ’ê. Amerîkî roleke serekî di piştgirîya hêzên Kurdan de dilîzin.

McKenzie got ku hebûna leşkerî ya Amerîkî li Sûrîyê girêdayî hebûna Amerîkayê li Îraqê ye.

“Jiber ku Îraq bûye platformek jibo hêzên me li Sûrîyê,” wî anî ziman û got ku “li Sûrîyê em piştgirîya hevparên xwe dikin da ku rê nedin DAIŞ li Newala Çemê Feratê cardî derkeve.”

McKenzie bal kişand ser zindanên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku dora 10 hezar çekdarên DAIŞ’ê tê de ne. Wî got ku eger guhertinek ser erdê çêbibe ev kes ji van zindanan werin derxistin.

“Divê em bi haydarî bifikirin berî ku em ji Sûrîyê vekişin. Ez dizanim ku fakterên din hene, lê herwiha sedemên baş û balkêş hene jibo hiştina hebûneke (leşkerî) li Sûrîyê.”

/Jêder: vao-Kurdi/

Etiketler: Öne çıkanlar

İlginizi Çekebilir

Hunter Biden, yasa dışı silah edinme davasında suçlu bulundu
AKP Sözcüsü Çelik’ten Erdoğan-Özel görüşmesi sonrası açıklama

Öne Çıkanlar