Mela Mihyedîn: Hunersazekî Jêhatî û Hêja: Rizgar Akan

KurdiYazarlar

Huner karekî Xwedayî ye û kesên hunermend ji alîyê afirînerîyê ve nêzî Xweda ne. Ev qabilîyeta pîroz di destê hunermendan de xwe nîşanî me dide. Hunermendên me Kurdan jî têra xwe jêhatî, zîrek, welatperwer û afirîner in. Yek ji wan hunermendên me Rizgar Akan e.

Rizgar Akan bi rengên xwe û bi hunera xwe hunera me Kurdan bilindtir dike. Afrînerîya wî û xebatên wî dil û mêjîyê guhdarvanan rehet dike. Bi saya wî hindik jî be em ji cîhana xwe ya rastîn derbasî cîhanek rengîn dibin.

Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji wî kirin û wî jî bersiv da pirsên me.

Tu ji me re dikarî qala jîyana xwe bikî, Rizgar Akan kî ye?

Ez hinekî bi kurtasî behsa xwe bikim navê min Rizgar e. Li navçeya Midyadê (Mêrdîn) ji dayik bûme hata bîst salîya xwe li Midyadê mam dûv re ji ber zanîngeh û kar û xebatên Muzîkê li Elezîz, Amed, Dîlok û Stenbolê jî dem dem mame. Niha jî li Dîlokê dijîm bi karê muzîkê re mijûl im ji xeynî muzîkê niha karekî din nakim.


Evîna muzîkê kengî di dilê te de şax veda. Ev ji kengî ve ye tu bi muzîkê ve mijûl î?

Naskirina min a muzîkê ji zaroktî destê dike. Di malbatê de gelek kesên dengxweş û muzîkhez hene ji ber wê ez hinekî bi şens im. Lê lêdana min a tembûrê ji 18 salîya min destpê dike. Ew jî bû sedema kûrbûna min a li ser hunerê û stranan.

Cenabê te di pêşbirka Kovara Ziryabê de bi ser ket. Kovar ji bo hunermendên serkeftî albumek derxist û te jî bi strana “Xwazgînî” di albumê de cî girt. Tu dikarî ji me re behsa vê çîrokê bikî?

Kovara Ziryabê pêşbirkek li darxist bi saya hevalên min haya min jê çêbû. Berî wê min hinek stran çêkiribûn lê ez bêbawerî bûm ji ber ku berî hingê min stran çênekiribûn. Lê strana ku herî zêde ez jê bi hêvî bûm min şîyand û bi ser ket xelat sitand. Vê yekê gelek hêz da min û bawerîya min bi min çêbû ku ez êdî dikarim stranên xwe çêkim, yanî biafirînim.

 

Bi dîtina te têkilîyeke çawa di navbera helbest û muzîkê de heye?

Têkilîya hunerê tevahî bi hev heye ya helbestan ya wêneyan ya muzîkê ya wêjeyê.. Ji ber ku hemû ji hestan derdikeve. Lê têkilîya muzîk û helbestan hinekî zêdetir e ji ber ku bê helbest stran çênabin. Û her helbestek jî di nava xwe de rîtmekê û muzîkekê dihewîne. Eger tu muzîk û ritma rastî bibîne tu yê karibe helbestê bike stran.

Te gelek helbestên Qasimê Xelîlî kirine beste û bi awayekî serkeftî te ew strandine. Tu dikarî ji me re behsa dostanîya xwe û helbestan û dostanîya xwe û Qasimê Xelîlî bikî?

Min gelek helbestên Qasimê Xelîlî kirine stran. Qasim dostekî gelek hêja û qedirbilind e ji bo min. Ev nêzî 4-5 sal e em hev nas dikin û min bi saya wî jî gelek hunermend û helbestvanên hêja naskirin. Naskirina me jî çawa destpêkir; cîranê kurxalê min bû kurxalê min helbestek ji min re şîyand min gelekî eciband û min pirsî ev ya kê ye go Cîranê min e dinivîse, kêfa min gelek ji helbestê (Êşa Çi Xweş e) re hat û hema di nîv saetê de min muzîkek jê re çêkir min kir stran min jê re şîyand, wî jî ji Qasim re şîyand. Qasim gelekî eciband kêfa wî hat û xwest min nas bike em axivîn û dostanîya me destpê kir .

Ji bo albumê berg girîng e yan na?

Yanî cil û berg helbet girîng e ji bo albûm ji bo klîban. Lê mirov ji çi hez bike divê wê tiştê li xwe bike. Yanî tişta tu bawer bikî li te tê ew e cil û bergê te..

Navbera te û ajalan çawa ye? Di gelek wêneyên te de hesp derdikevin pêş. Ev hezkirina hespan ji ku derê tê?

Hezkirina ajalan bi rastî di xwezaya min de heye û gelekî zêde ye. Lê hezkirina hespa hinekî cuda ye. Min di zanîngehê de beşa Antrenorîya Hespan xwendîye û gelkî ji hespa hezdikim.

Wekî guhdarvanekî te ji performansên te yên akustîkî pir hez dikim. Ji bo Pel Fîlmê te hin stranan bi akustîkî strandibû. Gelo ji bo pêşerojê li ser stranên akustîk xebatên te wê çêbibin?

Ez ji stranên aranjekirî bêhtir ji stranên akûstîk hezdikim. Di pêşerojê de gelek plan û projeyên min hene bêhtir dixwazim stranên xwe akustîk çêkim. Û gelek stranên gelerî jî dixwazim ji nû ve derxim pêş guhdarvanan

Di mala te de gelek enstruman hene. Tu çend estrumanan dizanî? Enstrumana bêtir tu ji hez dikî kîjan e? 

Di mala min de gelek enstrûmanên min hene her çiqas hemû ne yên min jî bin ez bi hemûyan re eleqedar im. Min bi tembûrê destpê kir pisporîya min li ser tembûrê ye. Lê gelek enstrûmanên din jî hene ez li ser wan dixebitim weke Biziq (buzukî), Kemançe (ribab), Cumbuş, Ûd. Ya ez herî zêde jê hez dikim ji xwe tembûr e, lê ez gelekî ji dengê Ûdê û Kemançê jî hez dikim

Di warê enstrumanan de te xwe gelek pêş xistîye û tu ji tamîrkirina wan jî fam dikî. Li ser hesabê te yê YouTubê te vîdeoyên dersên tembûrê barkirine. Gelo dewama van dersan wê bê?

Ez gelekî li ser enstrûmanan kûr dibim li ser tamîrkirina wan jî her wiha. Dersên li ser YouTubê min niha navber daye. Lê ez ê berdewam bikim ez ê ji nû dest pê bikim tiştên hinekî din bi qelîte parvebikim. Û di pêşerojê de eger hinekî din xwe pêş bixim ez ê metoda Ribabê (kemançe) derxim û dersên ribabê jî bidim. Xeyaleke min wilo heye.

Tu terza xwe ya muzîka bêtir nêzî kîjan terzan dibînî?

Terza min ya muzîkê bi rastî gelekî tevlî hev e ji ber ku gelek muzîk û stranên curbecur û ji hev cuda guhdar dikim, terza min her roj terzeke din e carina xwe nêzî Şehîd Serhed dibînim carina xwe nêzî Seîd Yûsîv dibînim carina xwe nêzîkî Ciwan Haco dibînim carina nêzî Miradê Kinê. Yanî bi rastî terzeke min nîne ez xwe naxim nava qalibekê. Ji dilê min çawa were wê kêlîkê, wilo muzîkê dikim. 

Tu ji kîjan terzên muzîkê û ji kîjan muzîkjenan hez dikî?

Gelekî ji Mihemed Şêxo hezdikim. Lê gelek hene hunermendê ku ez ji wan hez dikim Ş.Hozan Serhed, Seîd Yûsîv, Ciwan Haco, Abbas Ahmed, Hozan Comerd, Hozan Dilgeş…

Tu kîjan muzîkjenî an jî muzîkjenan weke “Pîrê Muzîka Kurdî” dibînî? 

Pîrê dilê herkesî helbet ji hev cuda ye. ji bo min ev qet nayê guhertin pîr ê Muzîka Kurdî li ber çavê min Mihemed Şêxo ye. Ji alîyê afirandinê jî, bê nîqaş Seîd Yûsîv. Lê her hunermendek rengekî xwe terzekî xwe cuda û xweş heye. 

Tu dixwazî bi kîjan hunermandan re bixebitî?

Niha min gelekî dixwest ku rojekê bi Ciwan Haco re bixebitim û pê re danûstandinê bikim ji alîyê hunerê.

Bi te, muzîka kurdî niha di çi astê de ye?

Muzîka Kurdî her tim di asteke bilind de ye ji ber ku klasîkên me û stranên me yên gelerî pir dewlemend in. Lê ji bo pêşerojê jî helbet afirandin pêwîst e. Tenê xwarina klasîk û stranên gelerî huner berdewam nabe. Ji bo berdewamîyê her hunermendek divê afirandinê bike kedê bide weke hunermendên berê. Ku em ne afirênin û kedê nedin wê berdewamîya hunerê çênebe û her ku dem derbas bibe wê qels bibe. 

Mirov çawa dikare muzîka baş û ya xirab ji hev veqetîne?

Muzîka baş û ya xirab li gor min mijara nîqaşê ye. Ji ber ku muzîkeke li gora min gelekî baş dibê ku li gora mirovekî din qet ne baş be. Muzîka li gora wî baş jî li gora min qet ne baş be. Ji ber ku her mirovek di hundirê xwe de dunyayekê dihewîne. Zanîna herkesî ya muzîkê ne wek hev e nêrîna herkesî ji hev cuda ye. 

Ji bo muzîka kurdî bi pêş bikeve çi pêwîst e?

Ji bo muzîka Kurdî pêş bikeve li gor min divê pêşî stranên gelerî û yên klasîk baş werin fêmkirin. Û di alîyê zanistî de pêşketin gelekî girîng e. Lê weke hûn jî zanin ji bo vê yekê jî hinek tiştên girîngtir hene weke perwerdeya bi zimanê Kurdî. Û dibistan û zanîngehên hunerê yên bi Kurdî divên. Her çiqas derfet tune be jî herkes dikare tişta ji destê xwe were bike. Mînak tiştên ku ez zanibim divê parvebikim bi qasî derfetên xwe. Her hênermend jî divê vê tiştê bike.

Ji bo pêşerojê xebat û projeyên te çi ne?

Ji bona pêşerojê jî di serê min de gelek tişt hene lê bi qasî derfetê di destê xwe de helbet ez ê gavan bavêjim. Ez nikarim bibêjim ez ê muzîka Kurdî hildim asteke bilind û ez ê tofanan rakim, lê wekî her hunermendekî xeyal û planên min jî hene. Û xeyaleke min jî ev e; her stranên ku kêfa min jê re were ji bona ku wenda nebe ezê bixim arşîva xwe de û nûjen bikim. 

Ji bo guhdarîkirin û şopandinê:

YouTube: https://www.youtube.com/channel/UC823OIecosb-Ax_bgFIN-qg 

Spotify: https://open.spotify.com/artist/4CwAZjz5phgv275gpLeJ3O?autoplay=true 

Insatagram: https://www.instagram.com/rizgarakan/ 

Twitter: https://twitter.com/rizgarakan

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Ozgur Ulke û çakêtê min…
Hasbey Köksal: Di zimanê Kurdî, zaravayê Kurmancîyê de Cotepeyv-T

Öne Çıkanlar