Mela Mihyedîn: Mirovekî Nemir û Sofîstîke: The Man From Earth

KurdiYazarlar

Bifikirin hevalekî we yê nemir heye û tu carî namire. Ne nexweşî, ne tofan ne guhertina rewş û hewayê dikare zirarê bide wî. Di rewşek wiha de gelo hûn ê bi çavnebarî lê binerin an hûn ê jê tiştên nû û kevnare fêr bibin?

Fîlm di sala 2007an de li USAyê derdikeve. Ji bilî çend festîvalên fîlman di tu eywanên sînemayan de derneketîya pêşberî temaşevanan. Lê dîsa jî li gel hevqas zehmetî û terazûnek (budçe) biçûk fîlm di demek kin de wekî Xanî gotî dibe “meşhûr û merûf”. Piştî derketina fîlm du sal şûn de bi xêra CD-DVD û malperên korsan yên fîlman fîlm gelekî belav dibe.

Bi saya van derfetên korsan fîlm deng û peyama xwe dighîne gelek mirovan. Wexta fîlm li Emerîka deng vedide derhênerê fîlm Richard Schenkman di hevpeyvînek xwe de spasîyên xwe ji malpera korsan re dişîne. Her çiqasî di karê çand û hunerê korsantî keda dîzîye be û zirarek mezin bide hunermendan jî kêm caran jî be di rewşên wiha de bi kêrî hin tiştan jî tên. Bi saya wan korsanan haya me ji vî fîlmê nemir çêbû.

Curê fîlm Sci-Fi ye lê bi çîrok û peyama xwe xetekê dixe navbera xwe û fîlmên din. Senaryoya fîlm ji alîyê Jerome Bixby ve tê nivîsandin û ev senarîst di salên 50-60-70yî de gelek xebatên hêja kirine û curê Sci-Fi de gelek senaryo nivîsandîye (Star Trek). Jerome Bixby her çiqasî senaryo nivîsandibe jî emrê wî têra kişandina fîlm nekirîye û piştî mirina wî heft sal şûn de kurê wî Emerson Bixby karê bavê xwe birîye serî.

Fîlmê The Man From Earth di nava fîlmên yek mekanî de ji xwe re cihek qewîn çêkirîye û bi xetên zêrîn navê xwe li lîsteya IMDByê zêde kirîye. Fîlm bi temamî ji heft lehnegan pêk tê. Lehengê sereke profesorê dîrokê John Oldman e û kesê rih dide vî lehngî David Lee Smith e. Fîlm hem bi naveroka xwe, hem bi lehngên xwe, hem bi mekana xwe û hem bi muzîka xwe fîlmek mînîmalîst û sadeyî ye.

Di fîlm de pir alav nehatine bikaranîn û di fîlm de tenê muzîkek derdikeve pêş û ew jî Senfonîya 7an a Beethoven e. Muzîka Beethoven ne wek soundtrack hatîye bikaranîn ew jî du hundirê çîrokê de bi çîrokê hatîye girêdan.

Fîlm di yek mekanî de derbas dibe û ew mekan mala leheng bi xwe ye. Wext qet nehatîye perçekirin. Wextê çîrokê li gorî wextê jîyanê rojana derbas dibe. Ev her du rewşên fîlm dihêle ku temaşevan bibe lehengek ji lehengê fîlm an jî temeşavan xwe têxe şûna lehengan. 

Çîrok li ser jîyan û koçberîya John Oldman sekinîye. Oldman mamosteyekî zanîngehê ye. Biryar dide bajar û zanîngeha terk bike û here cihekî din. Hevalên wî yên akademîsyen cara dawî tên mala wî da wî bi rê bikin. Her çiqasî hevalên wî bixwazin bi vê serdanê surprîzê lê bikin jî surprîza mezinttirîn Oldman li wan dike.

Her tişt bi tabloya Wan Gogh û bi kevirekî mîkrolît dest pê dike. Oldman ji hevalê xwe re rastîyeke xwe eşkere dike lê li gorî hevalên wî ev rastîyek esas nîn e rastîyek xeyalî ye. Oldman ji wan re eşkere dike ku emrê wî 14 hezar sal e. Ji dewra mirovên şikeftî heta dewra niha hatîye û her serê deh salan carekê ji bo mirov jê nekevin gûmanê cih û meskenê xwe diguherîne.

Her pênc hevalên wî di zanîngehê de akademîsyen û di karê xwe de pispor in. Li gel teza Oldman her yek ji wan antîtezekê ava dike û bi vê antîtezê dixwazin teza Oldman hilweşînin. Lê her pênc heb akademîsyen dikin nakin nikarin teza wî xira bikin. 

Di sohbetên wan de çîrok li pey çîrokê, dîrok li pey dîrokê û antîtez li pey antîtezan diçin û tên. Temaşevan jî li gorî dîyalogên lehengan ji xwe re alîyekî hildibijêre û di nava çîrokê de xwe bi temamî wenda dike. Wekî her pênc lehengên fîlm temaşavan jî ji bo teza Oldman carna antîteza di hişê xwe de ava dike. Ev yek The Man From Earth dike fîlmekî hêja, serkeftî û nemir.

Her pênc hevalên Oldman her çiqasî di karên xwe de pispor bin û li gel teza wî antîteza bînin meydanê jî nikarin bi ser bikevin. Li gelek cihan antîtezên wan asê dimînin û car carna li ser fikra Oldman qanix dibin. Ev pênc hevalên wî ev in: arkeolog Dan (Tony Todd), bîyolog Harry (John Billinsley), antropolog Art (William Katt), Psîkîyatr Will (Richard Riehle) û teolog Edith (Ellen Crowford).

Ji Gilgamiş heta niha em mirovên şepirze li nemirtî û jîyanek bêdawî gerîyane. Lê ji bilî çîrokan fersendek wiha neketîye destên tu kesî. Mirovê herî temendirêj jî Kurdekî ji Bîlîsê (Zaro Axa) bû û ew jî bi tevahî 160 sal emir kiribû. 

Piştî serkeftina fîlmê pêşî derhêner Richard Schenkman sala 2017an di fîlmê duduyan bi navê The Man from Earth: Holocene kişand. Lê dîsa jî ev fîlmê dawî bi qasî fîlmê pêşîn serkeftî nîn e. Ev fîlmê dawî ji alîyê lîstik û çîroka xwe ji fîlmên pêşî pir pir cuda ye. Derhêner û senarîst bi temamî ji bo berjewendîyek kapîtalîst ev fîlm kişandîne.

De îca gelo mirovekî nemir leqayî me em ê çi bikin? Gelo ji bo berjewendîya xwe em ê rabin li ser wî testên zanistî bikin? An em ê bi wî re hevaltîyek xurt deynin? Gelo di tarîxê de hertiş rast hatîye nivîsîn an jî şaş? Li ser dîn em xapandine yan na? Fîlmê The Man From Earth li ser van meseleyan temaşevanên xwe li gel pênc heb lehengên xwe dide fikirandin û di mêjîya wan de ji wan re perspektîfek nû ava dike.

Kunya fîlm

Nav:  The Man from Earth

Derhêner:  Richard Schenkman

Senarîst: Jerome Bixby

Lîstikvan: David Lee Smith, Tony Todd, John Billinsley, William Katt, Richard Riehle, Ellen Crowford

IMDB: 7,9

Wext: 87  Deqîqe

Sal: 2007

 

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç: Kurdan ji Lozanê çi fam kir?
Halil Dalkılıç: Bi mîrateyên xelkan re şer û krîz…

Öne Çıkanlar