Em bi çîrokan mezin dibin.
Em bi çîrokan li cî û waran digerin.
Em bi saya wan fêrî zimanê xwe û fêrî gelek tiştên din dibin.
Çîrok pirek e di navbera niha û zemanê qedîm de. Bi saya wê pirê lingekî me li zemanê qedîm digere û lingên me yê din li zemanê modern.
Çîrokbêjî karekî hesan nîn e û ev demek dirêj e wek karek bê qîmet dihat dîtin. Lê hêdî hêdî li hemû dinê çîrok û çîrokbêjî derdikeve pêş. Mirov cardin wekî zemanê berê berê xwe didin çîrok û çîrokbêjan.
Yek ji çîrokbêjen me Devrîm Demîr e. Devrîm bi saya xebatan li gelek waran digere û turikê li milê xwe ji çîrok, stran û folklora rengîn tije dike. Bi xebatên xwe hem dilê extîyaran, hem yên ciwanan û hem jî yê zarokan xweş dike. Me xwest em wê ji nêz ve nas bikin. Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.
Tu jî mere dikarî hinekî behsa jîyana xwe bikî? Devrîm Demîr kî ye?
Ez Devrîm Demîr ji Midyada Mêrdînê me, li Stenbolê mezin bûm û niha li Amedê dijîm, û li dibistaneke taybet ya hunerê mamostetîya muzîkê dikim. Çîrokan berhev dikim, çîrokbêjîyê dikim û bernameyeke televîzyonê pêşkêş dikim.
Evîna çîrokbêjî û muzîkjenîyê kengîdi dilê te de şax veda û ev çend salin ku tu bi van karan re mijûl î?
Herdu jî ji zarokatîya min dest pê dikin.
Hezkirina muzîkê di temenekî gelekî biçûk de dest pê kir. Nayê bira min bê çend salî bûm, hew di zanim ku pir biçûk bûm. Di zarokatîya me de qasêt û teyb hebûn. De îca çi qaseta ku dihat malê min hemû stran ji ber dikirin û ji sibê heya êvarê distra. Malîya paç dixistin guhê xwe ji ber min :). piştî ku ez piçekî din bîrewer bûm min pir xwest ku biçim kurseke muzîkê lê kesî guhê xwe neda min û xwesteka min bi min re ma heya ku ez hinekî din jî mezin bûm û min bi xwe çû ji xwe re tembûrek kirî û qeyda xwe li kûrsa muzîkê çêkir.
Dema min perwerdehî didît me komeke muzîkê ava kir û bi awayekî amator nêzî sê sala me xebatên muzîkê meşandin. Paşê ez çûm navenda çandê ya Medê ya ku şaxekî NÇM (Navenda Çanda Mezopotamya) ye û min pênc sala xebatên xwe li wir kirin.
Paşê ez hatim konservatuara Aram Tîgran ya ku li Amedê bi zimanê kurdî perwerdehî dida û min beşa muzîkê xwend. Piştî ku mezûn bûn li heman konservstuarê min dest bi mamostetîyê kir. Di sala 2016’an de konservatuar bi destê kayyum hat girtin. Em komek mamosteyên konservatuarê me dibistaneke taybet ya muzîkê vekir û perwerdehîya muzîkê ya bi zimanê kurdî li wir berdewam kir.
Di halê hazir de ez li komeleya çand û huner û wêjeyê ya jinan (KASED) xebatên xwe berdewam dikim. Ev 17 sal in ku bi muzîkê re mijûl im.
Çîrok jî ji zarokatîya min heya niha ji jîyana min derneket û her tim xwedî cîyekî taybet bû. Dema em biçûk bûn dîya min her şev ji me re çîrok digotin, hîn wê demê bi baldarî û hezkirin min guhdar dikir. Ez mezin jî bûbûm dema diçûm cem dîya xwe min digo: “Ka ji min re çîrokekê bêje”. Carna digo: “De tu bûye wek nehîtekê çîrokê çi” :). Lê di dawîyê de digot û ez berjêrî nava xeyalên zarokatîya xwe dibûm.
Di van du salên dawî de min dest bi çîrokbêjîyê kir. Bi çîrokan tevlî hinek projeyan bûm û di gelek bernameyên çîrokan de hem ji bo zarokan û hem jî ji bo mezinan min çîrok gotin. Niha jî li ser projeyekê dixebitim, di derbarê çîrokan de.
Di perwerdehîya zarokan de çîrok û muzîk rolek çawa dilîzin?
Girêdanek di navbera muzîkê û mêjî de hatîye tespîtkirin. Ji ber wê piştgirîyê dide pêşketina zarokê ya ku hîn di zikê dîya xwe de dengan dibihîzê û nas dike.
Muzik di tevahîya jîyanê de xwedî bandoreke mezin e. Bi zarokên ku bi muzîkê re mijûl in re hestên rîtmê pêş dikevin û ew jî di hêla bihîstinê de fêmkirina wan hêsantir dike. Muzîk hestên estetîk pêş dixe, afirînerî û hêza xeyalî pêş dixe û xwe fêmkirinê hesantir dike. Bi kurtasî hemû qadên pêşketinê bi piştgirîya muzîkê bi awayekî piralî tên pêşxistin.
Çîrok jî xwedî bandoreke mezin e. Çîrok di jîyana zarokan de xwedî peywira çirayeke ku rê li ber xeyalên wan ronî dike ye.
Bi zarokên ku bi çîrokan mezin dibin re çanda guhdarîkirinê pêş dikeve. Hêza fikr û xeyalkirinê û sewirînerîyê pêş dixe. Zarok bi rîya çirokê ferqa di navbera başî û xerabîyê de dibînin û ev yek jî di wan de kesayeteke adîl ava dike. Hezkirin û dilrehmîya li hember ajalan pêş dixe. Ji her ku bi rîya çirokê tê fêmkirin ku hîs û hestên ajalan jî hene, ev yek dibe sedama avabûyîna pirekê di navbera wan de.
Li hember nebatan û xwezayê jî heman hesasîyek pêş dikeve. Bi kurtasî zarok bi rîya muzîk û çîrokê fêrî hezkirin, hurmetdayin, başî, xweşikî û rastîyê dibin. Heke ku îro li gelek deverên Cîhanê çîrok û muzîk wek rêbazeke tedawîkirinê tê bikaranîn, bêguman ji ber bandora wan ya li ser jîyanê ye.
Di zimanê berê û niha de muzîk ji bo başbûna derûnîya mirovan bikar dianîn. Muzîk bandoreke çawa li ser derûnîya mirovan dike?
Navenda muzîkê ya ku di pergala rahikan (sinir) de cî digire û bi navendên fêrbûn, axaftin û kontrolkirina laşî ve eleqedar in dixe nava tevgerê. Hişyar dike,aram dike û hêla însanî dewlemend dike. Mirovên ku li muzîkê guhdar dikin yan jî bi muzîkê re mujûl in bêhtir bextewar in û henûn in. Di dema guhdarîkirina muzîkê yan jî îcrakirina muzîkê de gelek mirov baştir dikarin xwe vebêjin û hestên xwe derxin holê. Muzîk kelecana mirov ya jîyanê xwirt dike,bi coş dike. Muzîk bi vegotin û bingeha xwe ya resen xwe digihîne hest û ramanên mirov. Muzîk mejîyê depresîf rihet dike û bêserûberîya hormonal sivik dike. Terapîya muzîkê ji ber vê yekê heye.
Muzîk her tim ji alîyê baş ve derûnîya mirovan sax dike yan na? Ji bo derûnîyeke baş divê mirov li kîjan cureyê muzîkê guhdar bike?
Me behsa ewqas hêlên muzîkê yên taybet kirin ku bandoreke mezin li ser jîyanê dike. Pispor û derûnnas ji bo terapîyê muzîka klasîk pêşnîyar dikin û heta roja me jî bi vê muzîkê terapî tê kirin. Li gel muzîka klasîk divê mirov ji muzîka gelêrî ya netewa xwe jî bêpar nemîne. Ji ber ku dema mirovek li muzîka netewa xwe guhdarî dike herî baş hestên wî/ê dikevin nava tevgerê.
Wek çîrokbêjekê navbera te û dengbêjan/dengbêjîyê çawa ye? Têkilîyek çawa di navbera dengbêjî û çîrokbêjîyê de heye?
Li gor min çîrokbêjî jî di çanda me de herî kêm bi qasî dengbêjîyê xwedî girîngî û kûrahîyekê ye. Herdu jî hîmê çanda devkî ya kevnar in û hevdu temam dikin. Her kilameke dengbêjîyê çîrokeke. Dema çîrok û newa digihin hevdu dibin dengbêjî. Ez li dengbêjan pir guhdarî dikim û pir jî jê hez dikim. Car cara xwe lê jî diqewimînim lê nikarim bêjim ku ez ê bibim dendbêjek. 🙂
Çîrokbêjên pêşî dayîkên me bûn. Çîrok pêsî jî alîyê jinan ve hatîye gotin ,lê her ku diçe hejmara çîrokbêjên jin kêm dibe û serdestîya çîrokbêjîyê ketîye destê mera. Sebeba vê yekê çi ye gelo?
Raste dema dibêjin çîrok dayîk û dapîr tên bîra mirov. Ê min tu carî karakterekî mêr nayê ber çavê min mesela. Belkî di çavkanîyên nivîskî de navên mêr bêhtir hene, ev yek jî ji ber ku di her alîyê jîyanê de mêr bêhtir li pêş in, pergal pergela nêr e mixabin. Naxwe dema em dinêrin di van salên dawî de eleqeyeke berbiçav heye ji bo çîrokê û piranîya çîrokbêjan jî jin in.
Ji xeynî çîrokên kurdî kêfa te ji çîrokên kîjan netewên din re tê, di nava çîrok û çîroknûsên nûjen de kî bala te dikşîne?
Bala min û hemû lêhûrbûyîna min li ser çîrokên gelerî ye. Ji xeynî çîrokên kurdî kêfa min ji çîrokên gelerî yên rûsî, yên japonî, yên yewnanî, yên afrîkî, yên tirkî re jî tê.
Di nava albûm/kaset/plakan de berdilka te kîjan e? tu herî zêde ji kîjan hunermendan hez dikî û guhdarî dikî?
Di zarokatîya xwe de me pir li koma Berxwedan guhdarî dikir,ji ber wê hêjî xwedî cîyekî taybet e. Ciwan Haco pir taybet e ji bo min. Dengbêj hemû xwedî cîyekî gelekî taybet in di jîyana min de û ji Bûîka pir hez dikim. 🙂
Ji bo bernameya Derdorê tu li gelek deverên welêt gerîyayî. Te tûrikê xwe ji sohbet, çîrok û stranan tije kir. Vê yekê bandoreke çawa li jîyana te kir?
Raste ez li gelek deveran gerîyam. Tiştê herî xweş min Kurdistan ji nêz ve nas kir. Ji ber ku malbata min di salên 90î de koçî Stenbolê kiribûn ez jî li wir ji welêt dûr mezin bûm. Bi rîya Derdor ez li hemû heremên Kurdistanê gerîyam, min çandên herêman û devok û taybetmendîyên wan nasî. Min şahidîya serpêhatîyên gelek mirovan kir. Ev hemû ji min re bûn tecrûbe. Ger hunermendek civaka xwe bi hemû taybetmendîyên wê baş nas bike dikare hunera xwe jî baştir bihûne.
Dema te dest bi karê Çîrokbêjî, muzîkjenî û bernameyê kira tu liqayî çi zehmetîyan hatî? Kî di van karan de ji te re bû alîkar?
A rastî dema ez dinêrin di destpêkirina hemû karên ku ez dikim de ez bi tenê bûm. Bi qasî ku her jin di vê civakê de rastî zehmetîyan tê helbet ez jî hatime. Gelek caran bi fikra ku keda min xwîya nake ez êşîya me, gelek caran ji ber van şikestinên hundirîn min paş de gav avêtîye, gelek caran ji ber ku bê piştgirî mame xebatên min nîvco mane û min nikarîye ku projeyên xwe yên hunerî têxim merîyetê.
Di rojhilatanavîn de jin çiqasî kedkar bin jî liqayî pir zehmetîyan tên. Ji bo jîyanek azad ,bi heq û hiqûq çi pêwîst e ?
Mixabin. Dema em dinêrin di hemû qadên jîyanê de jin xwedîyê kedek mezin in. Di dîrokê de jî dema em dinêrin yekem jinê çandinî kirîye, yekem wê alav çêkirine, dengbêja yekem ew e, çîrokbêja yekem ew e lê her tim keda wê bi destê zilam hatîye xwarin û wendakirin. Ji ber kodên civakî yen ku li jinê hatine barkirin ew jî bêdeng maye, lê şikir ku niha felsefeyeke azadîya jinê heye êdî. Bi vê yekê jinê xwe nas kir û xwedî li hebûna derket. Divê jin hemû hêza xwe û keda xwe ji bo zanîn û naskirina cînsê xwe bikarbînin êdî. Bi vî awayî jin dikare bi tena serê xwe li hemberî hemû neyînîyan û kodên civakî yên zilamperest bisekine û ji bo hebûna xwe, nasnameya xwe têbikoşe.
Ji bo paşêrojê xewn û xeyalên te çi ne?
Wele gelek projeyên min hene, hem li ser muzîkê û hem li ser çîrokê. Heta ku ez derfetên ku van projeyan têxim merîyetê nebînim naxwazim naveroka wan vebêjim. Bi hêvîya ku di demek nêz de ji bo wan derfetan bibînim. 🙂
*
Ji bo Bernameya Derdor: https://www.youtube.com/playlist?list=PLP9NNQHXTDMJ96jmf5xg1aramizvBwWO2
Ji bo Turikê Çîrokan: https://www.youtube.com/channel/UCBBXSD45pMF-RoKCRC8ablg