Erdal bi bernameya xwe ya Şildim Bildimê ket jîyana me û me wî li malên xwe kir mêvan. Ji biçûkan bigre heta mezinan, ji jinan bigre heta mêran ji alîyê herkesî ve hate hezkirin. Hem bi kenê xwe û hem bi civata xwe dil û mejîyê rehet dikir. Bi xêra henekên wî em ji xwe re têr kenîyan û me biçekî derd û kulên xwe ji bîr kir.
Me xwest em cenabê wî ji nêz ve nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe ji wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.
Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Erdal Kaya kî ye?
Ez di sala 1987an de li Batmanê hatime dinê. Mamostetîyê dikim. Avakar, derhêner û lîstîkvanekî Yenîsahneya Batmanê me.
Evîna şanoyê kengî li te peyda bû û te çawa biryar da tu yê bikeve ser şopa vê evînê? Kî di vê rê de ji te re bû rêber û alîkar?
Ew wext li dibistana destpêkê bûm, yekem car min lîstikek temaşe kir. Ew çax min ji xwe re got, bi çi awayî be jî divê ez derêm ser dikê û bileyzim. Di yek derbê de ev evîn kete dilê min. Dema min li Batmanê dest bi şanoyê kir, di komên herêmi de dileystim. Wê hingê Eşref Altunç di hînbûna rê û azîneyên şanoyê de alîkarîya min kir.
Ji bo xwendina zaningehê ez çûm Afyonê. Min li wê derê, ji bo hilbijartina lîstîkvanên Şehir Tîyatroları serî lê da. Li şanoya Afyonê min yekem perwerdeya xwe ya profesyonel ji Ali Çakalgöz girt. Li wê derê çar sal wek derhêner û lîstîkvan xebitîm. Piştî zanîngeh qedîya û ez vegerîyam Batmanê, li Yenî Sahneyê dest bi xebatê xwe kir.
Tu yek ji endamên Şanoya Batman Yenîsahneyê yî. Tu ji me re dikarî behsa avakirina Batman Yenî Sahneyê bikî?
Sînemaya Yilmaz Guney (Batman), di xebatên hunerî û edebî de weke navendekî bû. Li eywana sînemayê her sal mîhracanên sînemayê, şano, xwepêşandan, wêne, peyker, gotûbêjên edebi û gellek çalakîyên bi vî rengi pêk dihatin. Di sala 2016an de qeyyum avêtin ser Şaredarîya Batmanê. Sînemaya Yilmaz Guney ji alîyê qeyyum ve hate girtin û piştî çend mehan di rêbendana 2017an de şewitî. Piştî van bûyeran huner li Batmanê bê cih û war ma. Nêzî salek û nîvê ev xelaya hunerî li Batmanê berdewam kir. Bi rasti ev pêvajo gellek kesan ji dil û can aciz kir. Bê hunerbûn em diêşandin.
Fikra ku em mekan û cihek ji bo hunerê ava bikin ji ber vê êşe di hişê me de za. Me li ser vê fikrê bi gellek hevalan re guftogoyan kir. Paşî ev fikr weke Yenîsahneyê derket holê. Di fikr û avakirina Yenîsahneyê de kedeke kolektif he ye. Weke mamoste, parêzer, xebatkarên tendurustîyê û bankayan ji gellek pîşeyên cuda gelek kes ked dane di avakirina Yenîsahneyê de. Me dik û mekana xwe di avrêla 2018an de ava kir. Me lîstika Cimrî (Qesîs) ya Moliere adapteyî salên 1980yî kir û cara yekem li ser dika Yenîsahneyê ev lîstik derket pêşberi şanohezan.
Ji xeynî lîstikvanêyî, tevli Yakup Selimoğlu min derhênerîya lîstikê jî kir.Tevî turneyan û mihracanan me 70 car ev lîstik leyist. Di heyama duyem de me lîstika Hristo Boytchev ya bi navê Serbaz wergerand Kurdî û heya ji ber Covîd-19ê şano hatin girtin me lîst. Li ser dika Yenîsahneyê gellek komên cuda jî leyistin.
Weke mînak Şanoya Bajêr a Amedê, Tîyatro Mencel, Seyyar Sahne, Ege Sanat Atolyesî, Teatra Jîyana Nû, Sîbêj Performans, Koma Şanoya Textê Reş (Ûrmîye), Şa Performans û hwd. bûn mêvanê Yenîsahneyê. Ji xeynî lîstikan, gotûbêjen edebi, nîşandana fîlm û kurtefîlman û qonsert jî li Yenîsahneyê çêbûn. Yenisahne ne tenê weke mekaneke nîşandanê lê weke cihekî perwerdeyê jî roleka wê heye. Polên şano, drama û muzîkê bi awayeki çalak li Yensahneyê dixebitîn.
Gelek kes te bi bernameya “Şildim Bildimê” nas kir. Bi vê bernameyê tu bûyî mêvanê mala gelek kesan. Tu dikarî ji me re behsa bernameya Şildim Bildimê bikî?
Di pêvajoya pandemîyê de dema şano hatine girtin, fikra “Şildim Bildim”ê derket holê. Hevalên me yê sînemager Gokhan Ozdemîr xwedîyê vê fikrê ye. Gokhan di heman demê de derhênerîya bernameyê jî dike. Derhênerê Hunerê Yakup Selîmoglu ye. Mamo Gîyan redaksîyona tekstê bernameyê dike. Ronî Batte û Ronî Bulut jî tekstê bernameyê dinivîsînin. Muzîka jenerika me jî Onur Aydin çêkirîye. Bernameyê ez pêşkeş dikim. Weke ku tê dîtin ev jî xebateke hevpar e. Bi rastî di serî de, di derheqê formata bernamayê de hişê me baş ne zelal bû, lewra berî niha bernameyeke bi vî awayî bi Kurdî nehatibû çêkirin. Piştî du-sê beşan format û awaya bernameyê di serê me de zelal bû û weke we jî got em bûn mêvanên gellek kesan.
Bi kurtasî em dikarin formata xwe wisa pênase bikin: Em dixwazin nûçe û agahîyên di derheqê Kurdan de bi awayekî henekî û bi Kurdi pêşkeş bikin. Carna jî em bi çavên henekî li nûçeyên ku hemû cîhan li ser wan gûftogo dike dinêrin. Me heya niha 12 beş kişand û berî mehekî me navber da bernameyê. Di îlonê de emê dest bi kişandina beşên nû bikin û wê bername, dîsa weke berê, li ser Youtubeyê di qenala Hestû Tvyê de were weşandin.
Covîd-19 gelek zor û zehmetî da her kesî. Di vê serdema pandemîyê de şanogeh girtî man. Wekî şanogerekî tu leqayî çi zehmetîyan hatî? Covîd-19 bandorek çawa li şano û şanogeran kir?
Ji ber Covid-19yê em mecbûr man ku derîyê dika xwe biqefêlin. Ji adarê ve heya niha Yenisahne girtîye. Di vê pêvajoyê de me kirê u mesrefên din yên Yenîsahneyê ji kîsên xwe da. Ji alîyê aborîyê ve em katin nava tengasîyê. Di şertên asayî de şano di Îlon yan jî Kewçêrê de vedibin û şanoyên nû dileyizin. Lê belê ji ber pandemîyê xetereya nevebûna şanoyan heye. Eger ku nehêlin şano vebin, wê tengasîyên me yên abori zêdetir bibin. Lewra weke komên din yên şanoyê yên serbixwe aborîya Yenîsahneyê jî tenê li ser firotina bilêtan e.
Tirsa me ya mezin ew e ku şano venebin û em ji ber şert û mercên aborî mecbûr bimînin Yenîsahneyê bigirin. Weke şanogerekî dûrketina ji dik û temaşevanan ez gellek xemgîn kirim. Lewra şano afirînerîyeke berdewam di nava xwe de dihewine. Şanoger wextê ji afirînerîyê dur bibe bêzar dibe. Cihê şanoyê negire jî, ji bo ku em ji hunerê dûr nekevin bi lîstikvanên Yenisahneyê li ser Zoomê me civîn kirin. Di pandemîyê de me gellek lîstik xwendin. Ez hêvi dikim di demeke kin de dîsa em derên ser dikan.
Di lîstikên xwe de bêhtir ji kîjan ekolên şanoyê feyz digrî?
Biryara ku di lîstikan de kîjan ekol wê bi bandor be, li gorî nêrina derhêner diguhere. Min bêtir ji ekola Şanoya Epîk ya Bertolt Brecht feyz girtîye.
Di avakirina nasnameya netewî de şano cihek çawa digre?
Weke ku min li jorê jî got huner afirînerîyeke berdewam di nava xwe de dihewîne. Şano kes û kesaytîyan diafirîne. Ev afirînerî bi nivisandinê dest pê dike lê li vir nasekine. Kes û kesayetîya ku hatîye nivîsin li ser dike tê nîşandanê jî. Ji ber vê yekê derfetên guherandin û bandorkirinê yên şanoyê, ji hunerê din bi hêztir in. Eger şanoyeke xurt û baş hebe, şano di avakirina nasnameya netewî de ji gellek tiştên din bêtir dikare cih bigire.
Bêhtir kîjan şanoger û nivîskar li te bandor kirine?
Gellek nivîskar û şanogeran li min bandor kirine. Weke nivîskar Bertolt Brecht, Dario Fo, Moliere, Ray Cooney û weke şanoger jî Yavuz Akkuzu, Rûgeş Kirici, Ozcan Ateş, Alan Ciwan, Mîrza Metîn dikarim bijimêrim.
Kurd qîymetê didin şanoya kurdî?
Di demên dawî de eleqeyeke mezin heye ji bo şanoya Kurdî. Berî pandemîyê di hemû nîşandanên Serbaz de eywana me tije dibû. Qet cihek jî vala ne dima. Temaşevanên ku lîstikê temaşe dikirin piştî çend hefteyan nas û hevalên xwe jî dianîn. Eger şanoyeke profesyonel û baş hebe Kurd qîymetê didinê.
Şanoya kurdî li gorî şanoya cîhanê di çi rewş û di çi astê de ye?
Gellek kom û lîsktikvanên baş yên Kurd hene û lîstikên baş bi awayekî serkeftî dileyîzin. Li gor min kêmasîya herî mezin nebûna nivîskarên şanoyê ye. Salên dawî çend tekstên şanoyê yên bi Kurdî hatin nivîsin lê belê hejmara van pir kêm e. Ji ber vê yekê em mecbur dimînin lîstikên bîyanî wergerînin Kurdî.
Ji bo şanoya kurdî pêş bikeve çi pêwîst e?
Ji bo şanoya Kurdî pêş bikeve divê kesên bi şanoyê mijûl dibin pir bixwînin. Divê ev xwendin jî piralî bin. Di serî de divê em di derheqê şanoyê tiştên ku nehatîye xwendin nehêlin. Lê ev jî têr nake, divê em di derheqê dîrok, erdnîgarî, çand û hwd. de xwendinên kûr bikin. Erdnîgarîya me ji bo şanoyê xwedîyê çavkanîyên dewlemend e. Divê em bi xwendin û lêkolînan ji van çavkanîyan şanoyên baş derxin. Ji alîyê din pirsgirêka nebûna dik û aborîyê nahêle şanoya Kurdî pêş bikeve. Îdeolojîya fermî bi her awayî pirsgêrkan derdixe pêşîya hemû xebatên Kurdî. Divê ji alîyê kurdan cih û dikên mezin werin vekirin û piştgirîyeke çalak were nîşandan.
Di navbera şanogerên başûr, bakur, rojava û rojhilat de têkilîyek heye? Şanogerên me bi hev dişêwirin û bi hev re xebatan dikin?
Di navbera şanogerên başûr, bakur, rojava û rojhilat da mixabin têkilîyeke pir qels heye. Heya niha ji beşên Kuırdistanê yên din tenê ji Ûrmîyê Koma Şanoya Textê Reş bû mêvanê me û tenê têkilîya me bi wan re çêbû. Divê çûyin û hatina komên şanoyê pirtir bibe. Em dixwazin li her derê Kurdistanê lîstikên xwe bidin nîşandan û şanoya wan nas bikin.