Mihyedîn Nahrîn: Adar, Gelê Bindest Org, Galadriel û Sauron

Kurdi

Ingilîz qedr û qîmet didin edebîyatê lewma di warê edebîyatê de têra xwe pêşketine. Nivîskarên wan li her derê cîhanê têne zanîn û pirtûkên wan ji bo hemû zimanên heyî têne wergerandin. Çawa welata wan pêşengîya endustrîyê kir wisa jî pêşengîya edebîyatê jî kirîye. Edebîyata wan têra xwe xurt. Tolkien yek ji wan nivîskara ye.

J. R. R. Tolkien kulîyatek nemir dîyarî hemû cîhanê kir. Navê wê kulîyatê jî “The Lord of the Rings” bû. Bi vê berhemê “Cîhana Navîn” ava kir. Ev cîhanek efsûnî bû û li xweşa însanan hat. Kesê berhema wî xwend pir jê hez kir.

Di cîhana kapîtalîst de dema tiştek hate ecibandin û hezkirin gelek versîyonên wê yên nû derdikevin meydanê. Kesên kapîtalîst û axayên Hollywoodê vê yekê ji xwe re dikin rêya menfîetê û li ser wê pir tiştan dikin. Baş e ku dikin jî. Bi saya wan ev Cîhana Navîn bêtir li cîhana rastîn belav bû.

The Lord of the Rings li cîhanê hîn bêtir populer bû û fîlmê hatî kişandin keta nava lîsteya (IMDb) 10 fîlmên herî serkeftî de. Dema fîlm pêş ket weşanxaneyên welatê din bêtir li ser vê kulîyatê sekînin û tevahî wergerandin zimanê xwe. Xwîner û temaşevanên The Lord of the Rings pir û pir zêde bûn.

Ji bo kulîyat pir hate hezkirin niha jî ji alîyê Amazon Primê ve wekî rêzêfîlmê tê kişandin. “The Lord of the Rings: The Rings of Power” niha jî bi sezona xwe ya duduyan derdikeve pêşberî temaşevanan.

Dema meriv qedr û qîmet bide welatê xwe însanên din jî bi heman awayî dê qedr û qîmet bidin.

Dema meriv qedr û qîmet bide însanên xwe însanên din jî bi heman awayî dê qedr û qîmet bidin.

Dema meriv qedr û qîmet bide hunera xwe însanên din jî bi heman awayî dê qedr û qîmet bidin.

Ingilîza di vî warî karekî gelekî hêja kirine. Hemû cîhan qedr û qîmet dide welat, însan û hunera wan.

 

*****

Gelek tiştên Cîhana Navîn dişibin tiştên cîhana rastîn.

Bi min Cîhana Navîn, Rojhilata Navîn bi xwe ye.

Tolkien bi eslê xwe mirovekî Ingilîz e û payîtexta welatê wî London e. Tolkien di berhema xwe de Ingilîza dike Elf (serkeftî, xweşik, lihevhatî, pêşketî…) û payîtexta Elfa jî Lindon  e.

Org jî însanên mayî yên hemû cîhanê teswîr dike.

Welatê Elfa wekî welatê Inglîza bi bax û bexçe ye lê welatê Orga cîyê nexweşî, çol û herbê ye.

 

*****

Adar mirovekî xwîntehl, necamêr û zalim tê teswîr kirin lê bi min ew însanekî camêr e. daxwazek wî tenê heye. Ew jî rizgarkirina welat û gelê xwe ye. Org timî xizmeta Adar dikin û ew jî xizmeta Orga dike.

Çi însan, çi Elf û çi jî qambost hemû dijminatîya Orga dikin. Org jî eynî mîna serokê xwe xwîntehl, necamêr, kirh, û zalim hatine teswîrkirin.

Rojekê Adar serî radike û hemû Orga di bin sîya xwe de dike yek. Ji bo azadîya wan heta jê tê dixebite.

Li  Eregion ji alîyê Celebrimbor 19 gustîlk têne çêkirin. Bi van gustîlkan her qewm azad, bextewar, kêfxweş û dewlemend dibin. Ji van gustîlkan 9 heb gustîlk ji însanan re, 7 heb gustîlk ji qambostan re û 3 heb gustîlk jî ji Elfan re têne dîyarîkirin. Lê gustîlkek tenê jî nabe qismetê Orga. Herçiqasî Org têra xwe qelabalix bin jî azadî, serdestî, xweşikbûnî, bextewarî, kêfxweşî û dewlemendî nabe para wan.

Org ji ber zilma Cîhana Navîn di bin sîya Adar de kom dibin. Ji bo azadî û serdestîyê êrîşî hemû cîhanê dikin û dixwazin tola xwe hildin.

*****

Galadriel keybanûya gustîlkê û serdarê leşkerên Elfa ye. Ew û Halbrand leqayî hev tên. Di navbera wan de evînek şîn tê. Cîyê lê derew hebe evîn nikare xurt bibe. Ji ber derewên Halbrand evîna wan nivî dimîne. Galadriel dev ji wî berdide. Ev rewş wî diguherîne û wî dike yekî xirabtir. Agirê evîna Galadriel, Halbrond dike Sauron…

Ji ber şaşîyên Galadriel Cîhana Navîn êdî di talûkyek mezinde ye.

Galadriel mala Sauron û mala herkesî talan kir.

Ji ber wê herba mezin dê dest pê bike.

 

*****

Dema meriv pirtûkekê dike şano an jî fîlm meriv hin guhertinan dike. Ev tiştekî normal e. Lê dema meriv pir biguherîne wê demê neheqîyek mezin çê dibe.

Amazon gelek caran li gorî Tolkien neçûyê û kulîyeta wî herimandîye.

Elfê reşik nîn in lê Amazon Elfê reşik xistîyê hundirê rêzefîlm.

Hemû Elf bejindirêj û xweşik in lê Galadrial kin û kirh hatîye teswîrkirin. Hin pir tiştên din yê şaş hene lê meriv kin bibire çêtir e.

İlginizi Çekebilir

Barış Vakfı: Türkiye, ‘insani her açıdan’ Kürt barışına mecbur
Sakaryaspor’da başkan ve tüm yönetim istifa etti

Öne Çıkanlar