Mihyedîn Nahrîn: Bi Kordînatorê Zagros Fîlm Festîvalê Re Hevpeyvîn

Kurdi

Îsal 2. Zagros Fîlm Festîval tê lidarxistin. Herçiqasî di navbera me de sînor hebin bi rêya xebatên onlîne sînor ji holê radibin û girîngiya wan namînin. Zagros Fîlm Festîval vê derfetê dide me Kurdan û bi rêya sînemayê me digihîne hev.

Li gel kordînatorê festîvalê bi birêz Simon Suleymani re me hevpeyvîna xwe kir. Me pirsên xwe ji canabê wî kir û wî jî bersiv da pirsên me.

  • Îsal çend fîlm tevlî festîvalê bûne?

Îsal 20 fîlmên Kurdî hene û ji 5 perçeyên Kurdistanê ne. Him fiksiyon belgefîlm û kurtefîlm hene him jî hejmara derhênerên jin zêde ye.

  • Ji bo weşandina fîlman hûn xwe digihînin derhêneran an jî ew xwe digihînin we?

Formata me onlayn e û serlêdana klasîk tune ye. Em 4 kesên ji lijneya bijartina fîlman, fokusa salê û naveroka temaya festîvalê diyar dikin û gorî wê ji derhêneran fîlman rica dikin. Me îsal fokus Rojhilat e û me berê xwe da derhênerên wê perçeyê.

  • Rêbaz û krîterên we yên neqandina fîlman çi ne?

Rêbaza me sereke fîlm gerî ji sînemaya kurd be. Fîlmen Kurdan yan jî li ser Kurdan tim di nav vê hilbijartinê de ne. Pîvana me ya sereke ziman Kurdî ye, lê ne mejbûrî ye. Çimkî em dizanin ku sînema ne tenê ziman e, gelek pêkhateyên wê hene. Ji ber ku armanca festîvalê nîşandana fîlman e, kevin û teze ferq nake, em her fîlman dijbêrin.

  • Îsal motto ango slogana we ya festîvalê çi ye?

Slogana me sereke yek e. Em bi formata onlayn hemû sînor û sansûra li ser Kurdan radikin û welatê xwe bi festîvalekê dikin yek. Ji çar perçeyê welêt û ji çar koşeyên dinyayê her kes bi rehetî dikare tevlî festîvalê be û awayekî bêpere fîlmên Kurdî ku dîtina wan gelekî zehmet e temaşe bikin.

  • Îsal hema bêje di afîşan de sembola aşitîyê hatîye bikaranîn. Em dikarin vê sembolê ji bo roja îroyîn çawa şîrove bikin?

Ew sembol, sembola serkeftinê ye. Lê em Kurd bona aşitîyê jî bikar tînin. Îsal hem serkeftinên Kurdan temsîl dike hem jî wateya dudu nîşan dide. Cimkî îsal duyemîn versîyona festîvalê birêve diçe.

  • Hûn bi rêya serhêl (onlîne) bi derhêner û lîstikvanan re program çêbikin dê pir baş bibe. Wekî serhêl meriv dikare van vîdeoyan biweşîne. Li ser vê yekê xebatê we hene?

Dema me dest pê kir, ev yek jî di hişê me de bû. Lê piştre me got bila ti tişt nekeve pêş fîlman û bila tenê fîlm bikevin rojevê. Çimkî hedefa me ya pêşîn temaşekirina fîlmên Kurdî ye. Eger roj were û festîval mezin be, em ê vê yekê jî bikin mexderê.

  • Di festîvalan de xelat tê dayîn, hûn wekî festîval çi xelatê didin derhêneran? Wekî peşnîyar hûn peykerê pezkovî bidin çêkirin û wan bidin derhêner û lîstikvanan xweş dibe.

Festîvala me bi her awayî ji yên din cudatir e. Em ne xelatan didin ne jî li salonan nîşan didin. Em temamî onlayn in û dixwazin sînemaya Kurdî pêşkêşî gelê xwe û sînemahezên cîhanê bidin. Ne pêşbirk heye ne jî xelatdayîn. Lê belê em ê her sal spasnameyeke taybet bidin sînemagerekî Kurd ku xizmeta vê hunerê kiriye.

  • Di malperê de temaşevan bikaribin deng bidin û fîlmê salê hilbijêrin pir baş dibe. Li ser vê yekê plan û projeyên we hene gelo?

Em tenê dixwazin temaşevan fîlman bibînin û bi dilrihetî haydarê sînemaya me bin. Dengdayîn yan jî abonetî di sîstema me de tune ye. Jixwe em naxwazin sînemagerên Kurd berhev bixin û yên baş bijbêrin filan û bêvan. Zaten derhênerên Kurd di şertên dijwar de, tunebûna derfetan ve fîlman dikêşin. Tevî van hemû astengîyan kî fîlm kişandibe, jixwe serkeftî ye.

  • Di binê fîlman de temaşevan dixwazin şîrove bikin lê cîyê şîroveyê nîn e. Li ser fîlman şîrove bê kirin ji bo derhêner û lîstikvanan pir baş dibe. Bi rêya rexne û şîroveyan derhêner û lîstikvan xwe pêş dixin. Li ser vê yekê xebatên we hene?

Li ser malpera festîvalê na lê li ser torên medya civakî her kes şîrove dike, fikrên xwe dinivîse û derhênaran jî etîket dike. Em naxwazin şîrove jî têde ti tişt derkeve pêş fîlman. Ya herî muhîm fîlm bi xwe ne û bên temaşekirin.

  • Festîval bê mesref nabin. Kesên bixwazin alîkarîya we bikin çawa dikarin xwe bigihînin we?

Bona ku em bê mesref xizmeteke mezin bikin, me onlayn tercîh kir. Mesrefên salonan, balafiran, otêlan û broşûran gelekî buha ne. Me nexwast em hemû ked û enerjîya xwe bidin vê tiştê. Em wek Komeleya Sînemagerên Kurd a Parîsê, telîfek biçûk jî didin derhêneran. Bona wê em li benda baxiş û piştevanîya gelê xwe ne. Me li ser malperê him hesabê bankeyê yê komeleyê him jî lînka PayPal belav kiriye. Kesên dixwazin di vê xizmetê de ligel me bin dikarin pere bişînin. Eger me tenê nehêlin em ê gelekî kêfxweş bin helbet.

Ji bo temaşekirina fîlman: zagrosfestival.com

Hesabên Medya Civakî:

X: x.com/ZagrosFilmFest?mx=2

Instagram: instagram.com/zagrosfilmfest

Youtube: youtube.com/@ZagrosFilmFest

………………………………………………………………..

Daxûyanîya Festîvalê:

 

YEKEMÎN FESTÎVALA ONLAYN A FÎLMÊN KURDÎ-2

“Hunerhezên hêja, dildarên sînemayê û dostên çanda kurdî yên ji çar aliyê cîhanê; hûn bi xêr hatin vê xebata hûnerî – Zagros Film Festival, ku sînor, welat û zimanan tev dike yek.

 

Ev çalakî, yekem festîvala fîlmên kurdî ya onlayn, bona nîşandana mîrateya çandî ya dewlemend û cihêreng a Kurdistanê û hêza sînemayê ji temaşevanên cîhanî re derfeteke bêhempa dide.

 

Gelê Kurd di dîrokê de berxwedanên gelek mezin nîşan dane û tevî şerd û mercên dijwar û belavbûna deverên cuda jî çand, ziman û çîrokên xwe parastine. Li derdora nasname û mîraseke hevpar bûne yek. Ev festîvala ku navê xwe ji kakilê hebûna Kurdistanê, ango ji Rêzeçîyayên Zagrosê distîne, dixwaze bi navgîniya sînemayê; zehmetî,  bedewî, hêvî, xeyal, berxwedan û serkeftinên gelê Kurd ragihîne temamê mirovahîyê.

 

Di Zagros Film Festival 2025 de, 20 fîlmên bêhempa yên derhênerên hêja cîh digirin. Ev fîlm li gelek herêmên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatine kişandin. Sala par festîvalê bala xwe da Rojava û îsal jî fokûsa me Rijhilat e. Bextewarîyeke mezin e ku em îsal gelek derhênerên pir hêja yên Rojhilatê Kurdistanê temaşe bikin. Di heman demê de, wekî her sal, em ji bo derhênerên jin cihekê taybet vedikin û ji bo ku fîlimên wan bigihînin we, bi baldarî tevdigerin.. Ev xebat dil dike rêwitiya sînemaya kurdî ji rabirdûya wê heta niha bîne ber çavan û balê bikişîne ser mîrasa dewlemend û nêrînên pêşerojê yên di vî warî de.

 

Sînema û qadên serhêl (onlayn) ji gelê Kurd re di warê hunerê de derfetên berfireh pêşkêş dike. Bi saya torên nûjen miletê Kurd ku bi zor û sînoran ji hev hatine parçekirin, dîsa dikare li dora nasname û çandeke hevpar bicive. Ji ber ku ev festîvala serxet sînorên fizîkî bêwate dike, hemû Kurdên cîhanê û herweha hemû kesên ku bi çanda kurdî re eleqedar tîne cem hev. Bi zimanê gerdûnî yê sînemayê têgihiştineke hevpar û ruhê hevgirtinê çêdike.

 

Ev festîval ne tenê bedewî û gengeşîyên sînemaya Kurdî parve dike, di heman demê de dezgehekê ji bo hunermendên Kurd peyda dike ku berhemên xwe bi temaşevanên dinyayê nîşandin. Bi saya ragihandinên bêsînor, şopandina festîvalê li her deverê cihanê pêkan e. Divê ev festîval ji bo hilweşandina sînorên li ser Kurdan hatine ferzkirin wek amûrekê û ji bo yekîtî û yekrêzîya Kurdan jî weke pêngavekê bê dîtin.

 

Ev mîhrîcan dixwaze bi berhevkirina çîrok û serpêhatîyên cihêreng, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo temaşevanên li seranserê cîhanê ezmûnek çandî û hunerî ya zengîn pêşkêş bike. Loma em bang li her bawermendên hêza sînemayê dikin ku tevlî vê çalakiya taybet bin, şerd û mercên dijwar a sînemaya Kurdan bibînin.

 

Beşdarbûna we, him we dike beşek ji festîvalekê, him jî piştgirî dide hemû xebatên parastin û pêşvebirina mîrateya Kurdan. Werin em bi zimanekî hevpar li ber fîlmên der-sînor hev bibînin. Werin em bi hev re ji bo Kurdistan û cîhaneke  watedar, hemaheng û aramtir gavan bavêjin. Bibin şahidê rêwîtiya bêhempa ya sînemaya Kurdî. Werin serguzarî û serpêhateyên vî miletî kifş bikin û bibin beşek ji vê dema taybet.

 

Spasiya derhênerên ku bona destpêka festîvalê li gel me ne dikin. Car din bixêr bên. Pîroz be!”

Simon Suleymani

Berpirsê Festîvalê

Sibat-2025

İlginizi Çekebilir

Van Büyükşehir Belediye Eşbaşkanı Zeydan’la ilgili davada karar aşamasına gelindi
Alman aktivistler, Elon Musk’ın X’ine karşı davayı kazandı

Öne Çıkanlar