Mihyedîn Nahrîn: Çîroka Helbesta ‘Qiblegeha Aşiqan’

KurdiYazarlar

Melayê Bateyî piştî nimêja mexrebê berê xwe ji mizgeftê dide malê. Jina wî jî wekî her rojê karê xwe yê malê kirîye û şîva xwe amade kirîye û li benda hevalê xwe sekinî maye ku bi hev re şîvê bixwin. Jina Bateyî wê rojê ji karê malê pir betilîyaye. 

Dema Melayê Bateyî tê xanima wî diçe derî vedike û wî keremî hundir dike. Çawa dikeve hundir xanima wî bela xwe lê dide û dest bi gazinda dike. Dibêje: “Ez ji sibê heta êvarê karê mala te dikim, mala te paqij dikim.

Xwarina te çê dikim, firaqên te dişom. Cilên te dişom û zarokên te xwedî dikim. Tu helbestvanekî jêhatî û mezinî li ser gellek tiştan tu helbestan dinivîsî. Çima carekê jî ji bo min helbestekê nanivîsî û nabêjî?”

Li ser van gazindê xanimê ev helbesta han ya bi navê “Qiblegahan Aşiqan” ya bi tam û bi lezzet ji devê Bateyî wekî ristên mircanê yek bi yek derdikevin. 

Qiblegeha Aşiqan

Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şox bejn û bala kê yî tu
Bo Xwedê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu?

Dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden
Nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
Gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen
Ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten
Horîya baxê beheştê çav xezala kê yî tu?

Qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha se’îd î reşrihana ta belav
Filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu?

Ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
Sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
Helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
Nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
Lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu?

Pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed
Min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed
Şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu?

Sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
Xaleke wa l’gerdenê mîslê Berê Reş mah û sal
Sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal
Netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
Laubal î çardexal î çardesala kê yî tu?

Şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
Sed tilism û sihre tê da pêkve Suryanî meqam
Ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
Horîya baxê beheştê tûtîya tawusxeram
Xeyrî Batey padîşaha min delala kê yî tu?

Bateyî ev helbest li ber helbesta Macînî nivîsandîye.

Yên berê evîna xwe û raza dilê xwe bi aweyekî nerm û xweş dianîn ziman. Ji wê rojê heta vê rojê, ev helbesta Bateyî ji evîndaran re bûye qiblegaha evînê.

İlginizi Çekebilir

Behice Feride Demir: Dîya Cıwan û Çîroka Çîrokan
Halil Dalkılıç: Siyaseta kurdî; bo çi, bo kê?

Öne Çıkanlar