Însan ji çar demsalan pêk tê. Eynî mîna Çar Demsalên Vîvaldî (Four Seasons). Vivaldi hemû jîyan û hemû esrarên wê xistîye nava besteya Çar Demsalan.
Çar demsalên dinyayê hene û çar demsalên temenê meriv hene.
Her du dişibin hev lê eynî mîna hev nîn in. Demsalên salê bi rêk û pêk derbas dibin lê demsalên jîyana me gelekî tevlîhev in.
Destpêka demsalê bihar e, bihar destpêka jîyanê û zarokatîya însanan temsîl dike.
Piştî biharê dora havînê ye, havîn xortanî û hêza însanan temsîl dike.
Piştî Havînê dora payîzê ye, payîza însanan piştî xortonîyê tê.
Di dawîyê de zivistan tê, zivistan extîyarî û mirin bi xwe ye.
Çar demsalên jîyanê dişibin çar demsalên emrekî însana.
Lê nûansek piçûk di navbera wan de heye.
Emrê însanan hin caran li gorî demsalan naçe.
Hin kes hîn di bihara xwe de xatir dixwazin.
Hin kes hîn di havînê de an jî di payîzê de xatir ji meriv dixwazin.
Dilê meriv li ser wan dişewite, hîn tamek ji dinê û ji emrê xwe nekirine koç dikin û diçin. Hêvî û daxwazên wan di gewrîya wan dimînin û diçin.
Lewma demsalên me însanan hinekî din tevlîhevtirin.
Tişta ne di destê meriv pir li zora meriv naçe lê tişta di destê meriv de ye û li gorî daxwaza meriv ew tişt pêk neyê wê demê pir li zora meriv diçe. Di temenê herî xweş de hin caran hin kes (mêr, jin û însanên din) bihara meriv dikin zivistan. Ev yek rewşek dijwar û zehmet e. Piştre jî meriv wekî Feqîyê Teyran dibêje:
“Li baxê min bû zivistan
Ay dilberê dêm gulistan”
Ji berê de gotine: “Serpêhatî ji şêxan zanatir in.” Bi saya serpêhatîyan (xweş-nexweş, baş-xirab) meriv dikemile û wê demê meriv fambar dike. Her çiqasî hin caran her tişt li dijberê meriv bi xwîyê jî meriv li ber xwe dide. Meriv bi demê re bi ser dikeve.
Di temenê meriv de demsal bên guhertin jî piştî wê guhertinê ger meriv guh bide xwe ji nûve meriv jîn dibe û bi hêztir dibe. Ji ber vê yekê divê meriv pir li ber xwe nekeve û ji cîyê mayî meriv dewam bike. Kesê li cîyê xwe sekinî nemîne û timî herê pêş dê daîma serkeftî be. Êş û kul dê ji meriv re bibin rêber û serguzeşt.
Nietzsche vê yekê wisa rave dike: “Tişta te nekuje, te xurttir dike.”
Dermanê her tiştî heye lê tenê dermanê mirinê nîn e û heta mirinê jî her tişt pêkan e.
Çiqasî bihara me ji destê meriv here gelek caran di demsalên mayîn de hin biharên veşartî hene. Ew biharên veşartî bêhna meriv rehet, dilê meriv geş û mejîyê meriv rehet dike. Lewma divê meriv timî herê pêş. Wê demê meriv dê leqayî pir tiştên xweş werê.
Her demsala nû bi xwe re hevalên nû tîne.
Her demsala nû bi xwe re yara/ê nû tîne û hezkirinê meriv dikeve şeklekî nû.
Her demsala nû bi xwe re rêyên nû tîne.
Her demsala nû bi xwe re keyf û êşên nû tîne.
Demsala nû çi derxe pêşberî meriv jî, ji nexweşîyê meriv dikare berê xwe bide xweşîyê.
Ji bindestîyê meriv dikare berê xwe bide azadîyê.
Ji bêhevîyê meriv dikare berê xwe bide hêvîye.
Dibe behçê me bê talankirin û gula me biçilmise lê jînkirin û ji nû ve avakirin di destê meriv de ye.
Em ê berê xwe bidin evîna nû.
Em ê berê xwe bidin gula nû.
Em ê berê xwe bidin hêvîyên nû.
Wekî Teyrê Sîmurg ji nû ve em ê xwe bikemilînin û jîyanekê nû ji bo xwe ava bikin.
Divê meriv guh nede kesî di hundirê dojehê de jî meriv dikare bihuştê ava bike.