Her yek ji me li dû xewn û xeyalên xwe diçe û dixwaze wan ava bike. Gelek kes dilşadî û bextewarîya xwe li ser wan ava dikin. Dema xewn û xeyalên wan pêk nehat jî bi temamî dikevin nava çala tarî ya dêrûnî û mentalî. Kêm kes dikarin li ser wan xewn û xeyalên têkçûyî jîyanek bi wate, dilşad û bextewar ava bikin. Kesên wisa tim serfiraz in û li cîyên mayî ji nû ve jîn dibin û jîyanek bi wate dijîn.
Mihyedîn Nahrîn |
Yek ji wan însanên jêhatî û bi xîret Bahara Rengîn e. Tim li dû xewn û xeyalên xwe ye. Sekn, rawestan an çî carnan têkçûyîn nikare zora wê bibe. Ji cîyê xwe cardin radibe ser pîyan û dikeve pey ya dil û mejîyê xwe. Hem jîyana xwe bi wate dike û hem jî ya derdora xwe. Bi xebatên xwe hem ew bextewar dibe û hem jî derdora wê.
Me xwest em cenabê wê nas bikin û bidin naskirin. Me pirsên xwe jê kirin û wê jî bersiv da pirsên me.
Tu ji me re dikarî hinekî behsa jîyana xwe bikî? Bahara Rengîn kî ye?
Ez di sala 1974an de li parêzgeha Qersê li navçeya Sarikamişê hatime dinê. Min dibistana navendî û ya seretayî li Sarikamişê qedand. Ez niha, li Îzmîrê di Zanîngeha Egeyê de beşa dirûnkarîyê dixwînim. Ez zewicî me lê mixabin zarokên min nîn in. Ez niha li Îzmîrê dijîm. Ev 7 sal in ez dîzaynkirina pitikên pêleystokên pîneyî çê dikim.
Tu ji me re dikarî behsa Lorînê bikî? Lorîn kî ye? Çima navên hemû bûkên te Lorîn in?
Lorîn, navê pitikên min e pîne ne. Erê, pitikên min pîne ne. Lê li gorî min, ew pitik bi gîyan in lewre ew parçek ji min in.Her çiqas Lorîn-Lorandin wekî peyveke ku tê wateya xemgînî û ku ji bo xemgîniyê tê bikaranîn. Lê li hin herêman bi piranî ji bo teselîkirin, bêdengkirin, perwerdekirin û xewkirina zarokan tê bikaranîn. Ew Lorînên ku ji bo teselîkirina zarokan têne gotin bi eslê xwe di jiyana min de ez tesellî kirim.
Belê çêkirina pêleystokên Lorînê ez tesellî kirim. Ew hêviyek e, çîrokek derman e Lorîn. Ew çîroka jiyana min a rastîn e. Çîroka jineke bê zarok e. Bi rastî jî Lorîn, çîrok, deng, zimanê, hemû jinên ku zarokên wan tune ne.
Dema ku ez di xewnên dayîktiyê de pir nêzî rastîyê bûm, mixabin xatirxwestineke bi darê zorê ez jîyam. Lorîn çû, lê belê navê wê ma. Ji ber vê yekê, ew pitikên ez bi can û dil çê dikim her yek bû Lorînek. Her yek bû ji dayîkbûnek, hêvîyek û jîyaneke nû.
Navbera te û pêlîstokan çawa ye? Tu tenê wan çê dikî an tu bi wan re jî wekî hevalekî dilîzî?
Berî her tiştî ez dixwazim dîyar bikim ku Lorîn ji bo min ne pêlîstok in. Ji pêlîstokan bêtir “Lorîn” peyv, muzîk, helbest, çîrok, xewn û hestên min in, Lorîn awayê îfadekirina min e. Keçên min ên perî yên efsûnkar her car ji min re çîrokek vedibêjin. Tiştên ku ez di vê rêwîtîya çîrokê de dibînim, bi reng, motîf, ton, bi hûrgilî tevdigerim. Ew, sibeh bi tava ji wan hiltê, bi wan deqên xwe, di bêhna qehwê de, min şîyar dikin. Di zivistana gîyana min de, LORÎN bihara rengîn in li ser dilê min. Ew keçikên perî yên bi efsûn û destên hinarê ne ku dema dem derbas dibe ji pişt Çiyayê Qafê dadikevin ser milên min. Ew şerbeteke zayînê ya bi rengê gevez e li ser lêvên min. Deqên li enîya wan ji bo wê ye, porê sor ji bo wê ye, porê dirêjî rengê şevê ji bo wê ye, bêhna qehwe-lewante ji bo wê ye û fistanên bi kulîlkên rengê biharê ji bo wê ye…
Her pêlîstok xwedî çîrokek e. Bêhtir çîroka kîjan Lorînê bêhtir li ser te bandor kirîye?
Her pitik hem ji hêla çîrok û hem jî, ji hêla sêwirana xwe ve yekta ye. Çawa ku dayîkek di hezkirina xwe de hemû zarokên xwe ji hev cuda nake, her yek di dilê min de xwedî cihekî taybet e. Her yek ji wan heyecana min a yekem, hestên yekem, hestên pêşîn dihewîne. Hemû jî taybet, yekta û delal in.
Tu hêza xwe ya jîyanê ji çi digrî?
Bi rastî, ez hêza jiyana xwe ji hêza evînê distînim. Ji bo gihîştina evîndarê xeyalên min, celebek evîn e. Ku ez, pitikên pêleystok çê dikim, pişt re bi zarokên xeyalên min re hevdîtinê çê dikim. Piştî ku ez pitikan bi evînî çê dikim, dîtina zarokên xeyalên min hêza jîyanê ye. Ev yek hêza jîyanê dide min. Ev bawerî dê şopa vê evînê bigihîne nifşên pêşerojê.
Lorînên te Kurdî û kurdewar in. Tu fikir û xeyalên xwe li ser Lorînan dineqişînî. Dema tu bûkên xwe çê dikî tu ji çi îlhama xwe digrî?
Tiştê ku jê re îlham tê gotin, bi bendewariyê nayê, ew kêliyek e ku bê reçete û pênaseya wê tune ye. Di kêliyekê de dil tije dibe û paşê diherike. Dema dil tije dibe di Lorînê de xwe dide nîşan. Bi gotineke din, ew motîvên spehî yên çanda kurdî ya dewlemend bi vê evînê re, mûzîk, wêneyek, tabloyek ji jiyana min, qehweyek, bêhna çayê, çîrok, beşên zarokatîya min, jinek, zarokek…
Dema zarokên te çênebûn Lorîn di demek nexweş de gihat hawara te û ji te re bû rêheval. Lorîn ji te re bû sebir û ji her kesî bêhtir nêzî dilê te bû. Ez te pîroz dikim, her mirov nikare ji krîzan bi rehetî derkeve û ji wan krîzan ji xwe re cîhanek dewlemend ava bike. Tu ji nava krîzê bi rehetî derketî û te bi xebatên xwe têsîrên baş li derdora xwe jî kir. Tu dikarî ji me re behsa hevaltîya xwe û Lorînê bikî?
Min di bin bandora xewna xwe de dest bi çêkirina Lorînan kir. Di demeke ku min “salên xwe yên xemgînî” bi nav dikir, valahiyek mezin di dilê min de hebû ku nayê tijekirin. Min Lorîn, li ser birîna xwe wek melhemeke saxkirinê hîs dikir. Min cara ewil zaroka xwe çêkir, min karîbû dest bixim, bîhn bikim, hembêz bikim. Bi saya vê hesta ku ji bo min xweş bû, min xwest ku ez bi zaroka xwe ya ku min bê tecrube çêkiribû, çêtir pitikan çêbikim. Ew wêneyên dilşad ku ji wan dihat, ez gelek kêfxweş kirim û ev çerx jî wiha dewam dike.
Ji bo însanek jîyana xwe watedar, dewlemend û rengîn bike divê çawa tevbigere?
Tiştê ku jiyanê watedar dikin, “evîn û bawerî” ye. Dilxweşî û êş, di jiyanê de bi hev re girêdayî ne. Lê divê mirov, bi berdewamî nûkirina êşên rabirdûyê neguhirîne izdirabê û jîyana xwe jehrdar neke. Ji bo ku mirov, qencî û rindîyên di jiyanê de tam bike, divê mirov dezawantajan veguherîne avantajan. Divê, bi dîtina rêyên derketina ji neyînîyan jî, xwe li jiyanê bigire. Bi tiştên ku mirov dibîne, kêfxweş bibe û şopên bextewarîyê li peyî xew bihêle. Pitikên Lorîn, ji bo min şopên bextewarîyê ne. Ev şopên bextewarîyê ew xêz in ku dê ji bo paşerojê bibin mîras.
Tu niha Lorînê xwe dişînî bajarên welat yên û derveyî welat. Bi saya keda te gelek kes dibin xwedî heval û ew jî sebra xwe bi Lorînê tînin. Tu xwe çawa hîs dikî?
Pitikên Lorîn ne tenê pitik in; Lorîn çandek bi xwe re hildigirin, ji ber vê yekê ez kêfxweş im ku min di belavkirina vê çandê de ked daye. Çîrokên kesên din li çîroka min zêde dibin, ez têkiliyên nû û mirovên nû nas dikim.
Ji bilî karê malê û ji bilî çêkirina Lorînê dema tu betal dimînî tu çi dikî?
Ez niha, li Zanîngeha Egeyê xwendekar im. Bi saya pitikên Lorînê bi salan şûn de ez dîsa bûme xwendekar. Min dest bi zanîngehê kir ku di derbarê pitikan de sêwiran û projeyên cihêreng pêş bixim. Ji xeynî vê hin xebatên ku ez bi dilxwazî di hin komeleyan de dikim hene. Ez di komeleyan de, pitikên pirtî hînî şagirtan dikim. Bi qasî ku îmkan heye, ger û xwendina pirtûkan ji wan tiştan in ku ez di dema xwe ya vala de dikim.
Tu niha li Îzmîrê jîyana xwe dewam dikî. Ger derfet bikeve destê te, tu dixwazî li welat vegerî? Tu dixwazî li ku derê jîyana xwe dewam bikî?
Ger min derfetek wisa hebe; dixwazim vegerim bajarê Diyarbekirê û tê de bijîm. Ji ber ku her kulîlk di nav axa wê ya guncav de zîl dide û şîn dibe. Bi rastî li gorî şert û mercên îro ez dixwazim xebatên min li welatên Ewropayê jî belav bibin. Li derveyê welat, ji bo raman û jiyanek azadtir ez dixazim li welatên Skandînavyayê bijîm.
Tu niha dersên çêkirina bûkên destan fêrî însanan dikî? Çend heb xwendekarên te hene? Ev çanda nîvmîrî dê bikaribe rabe ser pîyan?
Di komeleyan de, atolyeyên ku ez bi dilxwazî didim hene. Zarok, jin, malbatên penaber û herkes dikare beşdarî van atolyeyan bibin. Ez nikarim jimarekê bidim, ji ber ku me bêhejmar xebat kirine. Ez ji vê yekê hêvîdar im, her çend li welatê me nû dest pê kiribe jî dema ku em li cîhanê dinêrin, çanda pitikên pîne ku di nav xwe de motîfên hunerî yên çandî, herêmî dihewîne û ji ber ku xwezayî ye tê tercihkirin. Ev demeke dirêj e ku ji terefê pitikhezan ve tê xwestin. Ji ber ku êdî mirov bawer dikin ku pitikên teknolojîk ji bo tenduristîya însanan bi zerar in.
Dema meriv karekî dike, li ber kar muzîk pir xweş e. Muzîk, însanan motîve dike. Dema tu Lorînan çê dikî bêhtir li kîjan muzîk û hunermandan guhdarî dikî?
Muzîk li gorî çîroka pitikên min û rewşa ku ez tê de diafirînim diguhere. Ji bilî muzîkê ez gelek caran, li helbestan guhdarî dikim. Muzîka kurdî her çendî piranîbe jî, ez guh didim her muzîka ku bi guh û ruhê min pê xweş dibe. Li vir jî ez dikarim bibêjim ku muzîk gerdûnî ye û çavkaniya îlhamê ye. Helwasta min e muzîkê, ji Şakiro, ji muzîka klasîk heya muzîka farisî diguhere.
Di pêşerojê de tu dixwazî bi navê “Muzexaneya Lorînê” muzexeneya pêlîstokan vekî?
Muze çandê radixin ber çavan û diparêzin. Ji ber fikra muzeya pitikên Lorînê ez bi kelecan im. Ez dixwazim muzexaneya Lorînê bê avakirin. Bi min Lorîn yek ji hêmanên hilgirê çanda kurdî ye.
Xewn û xeyalên te çi ne?
Xewn û xeyalên min, pêkanîna muzexaneya Lorînê ye. Çêkirina albûm û katalogên pitikên Lorînê ye. Vekirina pêşangehên kesane yên li navxwe û derveyî welêt e. Çêkirina pêşangeheke onlîn e ku ji her derê dikare were desteser kirin. Fîlmek ji çîroka pitikên Lorîn e; Ji bo ku mirov bikaribe ji karakterên lorîn kurtefîlmek an jî pirtûkek zarokan çêbike. Ji bilî atolyeya malê, atolyeyek ji her kesî re vekirî bê avakirin û çêkirina sêwiranên pitikên Lorînê li gorî moda îroyîn.
Ji bo şopandinê:
Twitter: https://twitter.com/bahararengin1
Instagram: https://www.instagram.com/bahara_rengin/