Selîm Akgul mirovekî hunermend û dildarê çanda xwe ye. Cara ewilî min ew bi helbesta Celadet Alî Bedirxan û strana Sînemê nas kir. Dengê wî li helbest û stranan tê. Piştî çend sal şûn de vê carê bi rêya Lo Dublajê xebatên xwe yê çandî dewam kir.
Lo Dublaj gelek hate hezkirin û keyfa gelê me gelekî jêre hat. Piştî Lo Dublajê Selîm Akgul û hevalên xwe li payîtexta Torîya (Midayad) navenda çand û hunerê Local Kultur ava kirin. Niha jî di bin banê wê de rêzefîlmê “A”yê dikşînin.
Mihyedîn Nahrîn:
Me xwest em wan nas bikin û xebatên wan jî bidin naskirin. Me pirsên xwe ji cenabê wan kir û wa jî bersiv da pirsên me.
Lo Dublaj çima nivî ma? Wekî hemû gelê me keyfa min jî pir ji vê xebata we re dihat. Gelo dewama wê bê an na?
Di serî de nîyeta me ne ew bû ku em Lo Dublaj wekî karekî sereke bikin. Niha hesabê Instagramê yê Lodublajê çalak e, rojekê ciwanek jêhatî derkeve û bêje ez dixwazim vî karî bidomînim wê çaxê dibe ku bidome, naxwe niha wextê me tune ku em bikin.
Hûn dikarin ji me re behsa avakirina çîroka Local Kulturê bikin?
Local Kultur, ji alîye Selim Akgül ve hat avakirin. Di serîde tenê şîrketeke fîlma bu. Di bin banê wê de studyoya dublajê jî hebû . Lê di demeke kurt de derdorek ku bi hunerê re eleqedar kom kir. Ji bo wê navê wê bû Local Kultur û wekî navendeke çandê dimeşe niha.
Local Kultur çi karî dike? Hêvî û daxwazên we çi ne?
Local Kultur, li Midyadê di avahiyek 4 qat û serbixwe de navendeke çand û hunerê ye. Bexçê wê havînan him dibe qafeyeke xweş û hênik; him jî ji bo ew kesên ku bi hunerê re eleqedarin re dibe qonaxek. Li qata herî jor jî dika performansan heye. Ji bo listikên şanoyê, stand up, xebatên muzîkê û atolyeyên cûr bi cûr qonaxek e. Li studyoya wê ku wekî “Tor Studios” tê binav kirin, fîlm û rezefîlmên Kurdî tên dublaj kirin. Wekî din şîrketeke fîlma ye. Ji bo kişandina bername, rêzefîlm û fîlman jî bingehek wê heye.
Di rêzefîlmê nû de (A) peyam û mijara we çi ye?
Local Kultur ev bû du sal ku li Midyadê ji bo derdorek hûnerê avabike dixebite. Rêzefîlma “A” ji bo avakirina vê derdorê zûtir bike, hat çêkirin. Em bawerin ku digihîje armanca xwe jî. Niha êdî komek baş ya lîstikvanan çêbû. Him ji bo xebatên Tv û sinemayê him jî ji bo xebatên dublajê em êdî têra xwe hene û her diçe em zêde jî dibin. Ev me kêfxweş dike. Çîroka “A” yê çîroka Mehla Seyîdan û Fezayîyan ne. Çîrokekê qomedî ye. Daxwaza me ew e ku Kurdê yekem ê biçe Fezayê ji Midyadê be. 🙂
Di pêşerojê de hûn ê fîlmên Kurdî çê bikin an na? Xebatên we li ser sînemayê wê hebin?
Belê, armanca me sînema ye. Em niha rêzefîlma xwe di youtubê de diweşînin. Em çawa dixwazin wisa dikşînin, ev tecrubeyeke baş e. Em dixwazin vê tecrubeyê heta em dikarin biceribînin. Heta em bêjin temam, êdî em dikarin fîlmek baş bikşînin.
Di rêzefîlmê A de hûn herêmê Torê xweş nîşan didin. Hem ji alîyê civakî û devokî ve hemû lehengê wê bi temamî Torî ne. Sedema vê yekê çi ye?
Sedema wê em bi xwe jî Torî ne. Ya rastî wisa xûya dike lê ne wisa ye. Belê çîrok çîroka torê ye, ji bo em li Midyadê ne me xwest çîrokeke Midyadê bikşînin. Lê hema bêje nîvê lîstikvanên me ne torî ne. Hemdî Colemergî ye, Suat ji Sasonê ye, Şevîn Omerî ye, Şukrî ji Qizze ye, Necatî Mihelmî ye. 🙂
Dengê Selîm Akgul li helbest û strana tê. Gelo ji bo pêşerojê li ser van her du beşa dê xebatên wî bidomin an na?
Em li Local Kulturê şevên şahîyan çêdikin car caran, li wir helbestan naxwîne lê stranan dibêje. Rêya we bi Midyadê bikevê keremkin bibin mevanê me.
Xebatên Kurdî bê sponsorî nikarin biçin serî. Kesên bixwazin bibin sponsor û alîkarîya we bikin dê çawa xwe bighînin we?
Helbet, ma kî naxwaze ku bi rehetî karê xwe bike? Xwezî sponsor hebûna. Lê hinekî jî em rastiyê dizanin. Di karê Kurdî de dîtina sponsorekî zehmet e. Tevî van derfetan me qebûl kiriye em karê xwe bikin. Lê kesekî/ê derkeve û bi niyeteke wiha bixwaz alîkariya me bike, hêzekî di xebatên me de bibine û bixwazê bi me re bikeve têkêliyê, dikarê ji hemû hesabên me yên medyaya civakî xwe bigihîne me. 🙂
Ji bo şopandinê:
Youtube: youtube.com/@LocalKultur
Instagram: instagram.com/localkultur