Mizgîn Ronak: Helbesta me hê jî nikare di ruh û bedena helbestek de her kesî bike yek

KurdiSöyleşi

”Ez ewilî ber derîyê xwe paqij bikim û kulîlkên xwe av bidim, çimkî dema her kes ber derîyê xwe pak bike, dê qirêjî nemîne. Krîza wateyî di helbesta me û min de heye, belê. Bi ser de jî hersê dîwanên min di qefesek hezarsale de hatin nivîsandin û dema çap bûn jî tevî dezavantajên esaretê jîyan…”

Hevpeyvîn a Fırat Aydınkaya gel Mizgîn Ronak re li ser şiîra Kurdî /Kovara Lêkolînên Kurdî

Fırat Aydınkaya: Elliot di helbestek xwe de dibêje “şiîr hevokên kêlikê mezel e.” Ya rastî şiîrên cenabê we ne ji mirîyan re hatîye nivisîn, ne jî hevokên ser kêlikê mezalan e. Kitêba we ya “Kirasê Heyvê”, bi hevoka “ewran çavên me dizîn” destpêdike. Herwiha dibînim ku di helbestên we de xweza, taybet jî xwezaya welat cihek sereke digre. Jixwe helbestek xwe de we gotîye “em wek bêavbûna kulîlkan dijîn”. We çima kiras li heyvê kirîye û em kulîlkên xwe bi kîjan avê av din?   

Mizgîn Ronak: Wek ku pirsa cenabê te dibêje, helbestên min ne gotinên li ser kêlikên mezelan in û ji miriyan re jî nehatine nivîsîn, bes bi destên miriyan jî hatine nivîsîn. Ji ber ku li vî welatê me yê bê welat, em û mirin, helbest û mirin, em, helbest û mirin tim di milên hev da ne. Pênûsên me û wê, gotinên me û wê tim tevlihev dibin, şûşeyên me yên ava heyat û mematê jî…Gelek caran em ji ber hev ve vedixwin. Pîyalk û şûşe zanibin jî em nizanin…Zaroktiya min a ku wek ya her kesî rast, xeyalî û nemumkun bû, li nêv û navbera gelek gund, navçe, bajar, newal, çem, baxçe û çiyayan derbas bû. Ji quncikek deşta Diyarbekra şewitî heta ji Bilîs, Tetwan û Mûşa şewitî wêdetir, rê û rêwingî hebûn. Gihîştin û veqetîn, kêfxweşî û xemgînî…Û ewr….Ewr her serwer û serwext bûn, her bi me re bûn. Min tim dixwest, welê bilind bibim ku karibim bighîjim wan…Lê helbet em negîhîştin hev. Bes em tim bi hev re jî man. Min nekarî bilindahiya wan bidizim, lê wan çavên me dizîn. Ew nekarîn bibin sitara zaroktiya min, lê di navê pirtûkek xwe de Em Bûn Baran…Min wê rojê jî li bin resmek ewran a ku min taze li zozanek kêşa, wiha nivîsî:

Ew tu yî..

Ewr tu yî…

Ewr, berî ku bibe ewr, ew e. Û ew, ew; em in. Her wiha ew, berî ku bibe ew, ewr e. Û ew ewr; em in. Ew jî em in, ewr jî…Biqasî ku min lê kolaye, tenê di zimanê me de vê wateya dostane heye. Îja em ewek û ewrek çawa ne, Xwedê dizane! Her kes û ewbûnîya xwe, herkes û ewrbûnîya xwe.

Estexfîrulah! Ji min (û ji her kesî) zêde ye ku kiras li heyvê bikim. Ew…Bêkirasî, Uryanî û rûspîtîya me ye. Lê ji bo ku hêj ji zaroktiyê da çavên min li ser in û wek ku min di dîwana xwe ya ewil, Sêv jî Me Dikujin de gotiye; ez heyvlêxistî me (Têkiliya kurdan û heyvê jî balkêş e, mesela: zarok bi heyvê dikevin an jî heyv li wan dixe, heyva çardehşevî…Nexweş dikevin, xewnên tirsnak dibînin, vediciniqin. Loma jî pîrejin wan baş dikin, gere heyvê nebînin, gere eniya wan bê tenîkirin û her wekî din…Lê ev tev zemanên berê bûn ne? Herhal niha em wilo xerîbên hev in ku ne hîv êdî li me dixe, ne jî em pê dikevin…).

Îcar şevek li zîndanê, wek her car bi hesreta heyvê bûm, bes zîndanê jî wezîfê xwe dianî cîh û nedîhîşt ez wê bibînim; lê min çavên xwe girt û tîrêjên wê yên ku ji quncikek derva û dûr, wek perçeyek ji wê xwîya dikirin; wek dawa kirasê wê xeyal kir û xwe bi wê awê gîhîştand wê. Yanî ew gihîştin bû kirasê heyvê. Ji bo ku tazî bû em bi kirasek nebûyî gihîştin hev. Lê hem kirasê wê rasteder/dererast (surreel) bû, hem jî gihîştina me. Bes jixwe ku helbest metafîzîk nebûya, di ser mekanan re jî nedijîya. Yanî kirasê heyvê nîne, ku hebe jî Uryantî ye. Uryan jî hêj li Hemedana ku devê Cengizxan jihevvekirî hîştiye, bo me dubeytîyan dinivîsîne.

Mixabin bi sedan salan e em kulîlkên xwe bi xwîna xwe av didin, bi yekane ava xwe. Bi ava xwe ya heyatê, bi ava xwe ya tî û ziwa…Loma jî ne em şîn û geş bûn ne jî kulîlk. Ew çilmisandî, em çilmisandî. Ew bêav, em bêav, ew bêxwîn, em bê…xwîn! Pênûsgirê vê qedera li bîra kederê, kolonyalîst in. Bi tîbûna me û xwîna me û kulîlkên me bûn hût. Û ev tîbûna dijwar, ne ronahî û çelengiya mêjî û dil dihêle, ne jî hişyarî…Nizanim kîjan helbestnûsê me ye ku gotiye:

Mirin, mirin!

Te ez di bin neynûkên xwe de

Hepis kirim…

Îcar, her kurd, muxetab û berpirsê/a pirsa cenabê te ye:

Em kulîlkên xwe bi kîjan avê av din?

Bi rastî jî BI KÎJAN AVÊ?

Baş eyan e ku ev ava pîroz a ku diçe heta ba Kawa jî, êdî têr nake. Lewre kulîlkên me êdî ava heyatî ya her tiştî dixwazin û encax bi ava ji her tiştîhatî dikarin geş bibin. Her wiha kulîlkên me naxwazin ku em hew gilî û gazinan bikin û barê avdanê tenê ji hinekan re bihêlin. Her kes û avdana xwe ezbenî, lê divê bendewariya kulîlkan neyê jibîrkirin û em êdî:

Wek bêavbûna kulîlkan nejîn…

Wekî em dizanin hûn demek dirêj bo fikr û xeyalên xwe zindanê de man. Her çiqas we gotîye “bîranînên hişkbûyi / daneyne ser sifreyê” jî, bi min di bîranînên şairan de her tim hikmetek veşartî heye. Zindanê bandorek çawa li ser şiîra we kir? Gelo zindan dikare bi helbestê? Gava peyva zindan û helbest were ba hev hûn ê çi bêjin?

Ji bo ku şikir ez di malek helbestxwûn de mezin bûme, helbest ji bo min wek  nan û avê ye. Min xwe dîtiye nedîtiye helbest hebûye, li vir bûye, wek yeka ji malê bûye, bask û mil bûye. Mînak min wek Mizgîna zarok didît ku em çiqas di ber av û çeman re derbas bubûna, di serî de dapîra min dixwend:

Ey av û av,ey av û av

Daîm diçim dengê te tê

Av, ne tenê av bû, zindî bû, hogir bû, tenê nedihîşt û dihat silavkirin. Û li ku bûya bila bubûya, tevlî karwanê me dibû. Herçî navê Feqî bû, teyr û tilûran ji dora me û bîra me kêm nedikir. Em, av, Feqî û teyrên wî dibûn yek. Ji ber ku helbest zindî ye, zindîker û jînveger e jî. Behsa çi bike, wê li jîna wê kêliyê vedigerîne. Jixwe herçî cenabê bavê min e, kurdîtîya wî, kurdînasî û wêjenasîya wî, siûdek mezin bû ji bo me. Dîya min jî digîhîje dengbêjîya Mûşê. Loma jî kurdîtîyek, bi kilam, çîrok, dost û dijminzan û helbesthez li her derê malê rûniştîbû. Dixwazim mînakek bidim, salên 80yî bûn, ji bo ku bavê min li wir mudurê Lîsê bû, em li Hezroyê bûn. (jixwe dûre ji ber sûcê kurdperwerîyê hat îxrackirin) Li derva zarokan ji min û xwişka min a ku niha stêrk e re gotin, her ku mirov eskeran bibîne, gere ji wan re bêje,”esker abê merheba”, an na dê mirov bikujin. Me jî wisa kir û dema em çûn malê jî ew merhebeya peritî, hêj li ser zimanê me bû. Lê bavê min wisa bi me re axivî ku me carek din ji wan re negot merheba. Yanî ew serwerîya dijdagirker û kurdî û helbest her bi me re û bi hev re bûn. Welê ye ku em hê jî (zarok jî di nav de) şerm dikin bi hev re tirkî biaxivin, tirkî hê jî şildim- bildim e li gel malbata me. Ev mînak çima girîng e? Çimkî berê li her derê wilo bû, lê niha bûye îstîsna. Êdî kurdaxêvî bûye şerm an jî îstîsna! Û ziman keleha ewil û axirê xwebûnê ye. Ku ew ket her tişt dikeve. Mirov bi kîjan zimanî biaxive bi wî dijî û wî dide jîyandin.

Îcar helbestxwûnî! Ew bi xwe jî efsûnek e. Em gelek caran di şexsê  Homeros da behsa helbestxwîniya hozanan dikin, hozanên bi çav û bê çav…Em behsa hafizqur’an û qur’anxwînan (helbet nayê jibîrkirin ku Quran kitêbek olî û  Erebî ye) jî dikin, bes em behsa wan helbestxwûnan, wan hafizhelbestan nakin. Tew ne ji bo ku hafiz bûn û nedidîtin jiber kiribûn. Ne jî mîlên sorkirî kişandibûn çavên xwe da ku karibin bi dil bixwînin. Na, ji bo li ser dil kola bûn helbestxwîn bûn, ji bo ku tîrêja xwe ji Medreseyên Kurdan hildabûn… û belkî ji bo ku her helbestek cengawerek bû, qedexe bû. Te nedikarî wan dîwanên jibinxetêhatî, wan helbestên bê ku bimirin bûbûn libinaxêveşartî hembêz bikî. Bixî bin nazbalîfan, bi wan re razê û şiyar bibî, li pirtûkxanan şûnwar bikî. Loma jî te bi lez û eşq wan jiber dikir. Loma jî bavê min ê kurdîperwer, Şehnama Şehîdan a ku heşt rûpel e û navê bi dehan şehîdan lê hene, di şevek de jiber kiriye û hê jî ji ber dixwîne wek gelek hemtayên xwe yên heyî an koçkirî.

Îcar dema eza ku bi helbestê hem kedî û hem jî dînewer bubûm, çûm zîndanê jî tenê nebûm, çimkî bê helbest nebûm. Çimkî ew zaroktiya ku bi saya mezinên malê yên helbestxwûn; helbesthez û helbestberz bû, bi lingên xwe yên ji yên xezalan naziktir û ji yên şêran siviktir li pey min bû. Çawa ku li welatê zaroktiyê, piştî hemû êrîşên dagirkeriyê jî helbest bû ya ku mirov dianî ser hemdê mirov û dikarî dilê mirov bi keskesorê ve binexşîne, li zîndanê jî welê bû. Ew bû! Ew bû ya ku dibû baskên xeyalî û helwesta rastîn. Çawa ku li derva bi Kîne Emê, kolonyalîzm li dil û derûnîyê bêtesîr dibû, li wir jî wisa bû. Helbest dîwarderbas  û hesinderbas bû. Loma jî zîndan tu carî bi helbestê nikare, çimkî helbest berxwedêr e. Mazlûm Doxan bi xwe jî helbest e, bi navê xwe tenê jî helbestan li dil dinivîsîne.

Loma zîndanê tu carî bi helbestên min nekarî. Eza ji zaroktiyek helbestxwûn, bi helbestnûsiyê, tim ji zîndanê reviyam. Pace nîn bûn, derî hesin û girtîbûn, cîh tim pir dûrbûn, lê helbestan ez tim revandim. Karîn min ji dojeha hesin û betonan birevînin. Me hev revand. Belkî ji bo zorbûna vê yekê em pir westiyan û risteyên xeydok û şikestî jî li me barîn. Belkî paceyên nebûyî û bêdemsalmayînê  canê me zehf êşand û nehîşt em helbestên li gor dilê xwe binvîsin, lê xweş û rûmetdar bû ew firyarî…Loma jî helbestên ku li zîndanê hatine nivîsîn serbilind in, lê hinek xembar in jî. Ji ber ku neçar in bi paceyên nebûyî ji xwe re paceyan çêkin, stêrk û bafirokan li wan bicîh bikin. Neçar in ji xwe re çemên xeyalî çêkin û bibin pêl û deng û masîkên wan. Neçar in bibin dar û newal, da karibin risteyan bi wan şîn bikin.

Vê bîranînê jî bêjim:Tedî bi şev deriyê qaşo hewşê jî li ser girtiyan tê girtin. Îja şevek şimika min li derva ma û bi lingên tazî li ser betonê mam. Çi jî bihatakirin, heta nebûya sibe derî venedikirin, min bi wê acizîyê li şibaka ku wek kunek bû û pir li jor bû mêze kir ku çi bibînim! Heyv na, lê ronahiya wê dixwiya û dikenîya. Ji ber ku wê şimika min xistibû lingên xwe. Hingê hem bêhna min fireh bû, hem jî lingên min ji betonê xelas bûn. Çimkî êdî lingên min û heyvê, şimika min û heyvê yek bûn. Aya helbesta min a bi navê Şimika Heyvê jî wisa hel hat! Helbest û heyv bûn yek û wê rastiya acizker tunekirin. Rastiyek nedîl çêkirin!

Rastiyek ku ez û hîv,

bi hev re digeriyan bi şimikên zîv..

Her wiha carek baranê jî şimika min a ku dîsa li derva mabû, heta sibê li xwe kiribû û bi wê rewşa helbestî ez kêfxweş kiribûm. Yanî helbest, zîndanê nas nake, di tarîtîya wê da jî bi awayek li tembûra xwe dixe.

Dixwazim li ser wateyê bisekinim. Her çiqas we di helbestek xwe de gotibe “wateya wateyê nemaye niha” jî bi min em mucburê wateyê ne. Ji ber ku em bindest in, em dixwazin azad bibin. Loma heke wate nema be jî divê em wateyek nû ava bikin. Bi îzna we rasterast dixwazim bipirsim: wateya helbesta me bi dilê we ye? Helbest bo milletek bindest dikare çi bike? Hûn halê helbesta me çawa dibînin?

Helbet dema ku helbest dibêje, wateya wateyê nemaye…dikeve rêyek din, ber bi wateyên din va diçe. Ji bo ku li wateyek nû digere wilo dibêje, yanî derd û ders û hêvîya wê dîsa wate ye. Dîsa silav bidim wan helbestxwînan! Piştî şikestinên serhildanan, demek dirêj wan, bi wê helbestnûsî û helbestxwînî û helbestgerînê kurdîtî, welatperwerî, dijkoledarî û vejînê jiyandin. Dil bi dil, gund bi gund, mal bi mal û sînor bi sînor gerandin. Balkêş e ku ew helbest tev jî mişext bûn, ji binxetê dihatin. Lê ne zeviyên mayînan bi wan dikarî, ne biryarên qedexeker ne jî kavil û birînên cûrbicûr. Navê wan Cîgerxwûn bû, Celadet, Tîrêj û Osman Sebrî bû. Xwebûniyek rêxistinkirî û yekgirtî tunebû, lê wan bi helbestên xwe yekîtîyek ava kirin. Mirov vêya di ruh û bedena helbestên wan de jî, di şarezatîya wê helbestxwûnîyê da jî dibîne. Di vir da dem girîng nîne li gor min, bûyîn girîng e. Çawa ku ew çar berxwedêrên Fransa û Parîsa teslîmbûyî û ketî, ji pirtûkek Sartre ji me re dibêjin; Bila Nazî bêjin deh deqe, deh deqe…! di ber xwe dan (ji ber ku li hember hêza Nazîyan, ne cîhê wan cîh e, ne jî cebilxaneya wan cebilxane ye)!..û wisa bi kêf dighîjin armanca xwe, helbesta me ya hingê jî gihîşt armanca xwe. Mixabin belkî êdî çalak û şahid û mişûdên wê rastî û wê helbestê bi awayê bedenî li derdorê me nînin, lê em wan dibînin.

Îcar dema em li halê helbesta me ya niha binhêrin…Teva ku ji ber derfetên xwebûnî, dîjîtal û her wekî din rewş ji ya hingê gelek bi siûdtir e jî, ne helbestnûsîya me, ne helbesta me, ne helbesthezîya me, ne jî helbestxwûniya me welê geş û xweş e. Zeviyên mayînan jî nînin êdî li navbeyna helbestnûs û helbesthez û helbestxwînan…Lê belê ji qewlê W. Benjamînê ku mixabin xwe ji neçarî wek helbestek, li wê otêla li ser sînor kuşt ve; ji bo ku sêhra hema her tiştî hatiye betalkirin, helbest jî di nav de her tişt şibandine cola û cîpsê û varyantên wan; her tişt hinek plastîk e, hinek çerez, hinek cidî, hinek nostaljîk û piranî jî bê tehm e. Viya wek gazin an jî tesbîtek nîne, rastiyek ne rast e. Wek ku gotarek min jî dibêje, rastî êdî rast nîne. Û her kes hinek fa’il, hinek jî mexdûr e. An jî hem mehsûm, hem fa’il, hem jî mexdûr e. Loma helbesta reben jî şaşomaşo bûye, nizane berê xwe bide kîjan alî. Çiqas baskên xwe veke û ji nêv vê geremola tije sefaleta ku bi ser de Hûgo jî tîne bîra me fir bide xwe jî, nikare bifire…Lewre bayek gur lazim e  û helbestnivîsîn û helbesthezîyek çalak. Ne şermok, ne qurre, ne hişbigopal, ne diltopal. Lê bi xwe bawer, dinyanas, hebûnxas û zelal. Helbet heye ew helbest di hin mînakan de û dizane em bo geşbûna wê çav li rê ne. Her wiha di vê mijarê de hin xeyalên min jî hene, lê niha behsa wan neyêkirin çêtir e.

Bi dîtina min taybet jî şairên me yên bakûr gava mijar tê ser siyasetê ya çevê xwe direvînin, yan jî çavên siyasetê kor dike. Qasê ez dizanim di navbera we û siyaseta me ya rojane de mesafeyek heye. Hûn halê siyaseta me çawa dibînin? Şairek dikare çawa tesîrê li siyasetê bike?

Mesafe…Mirov gelek rastê vê gotinê tê. Ev gotin, ji bo ku hin der û rewş wek navend-center tên diyarkirin û dîtin, û hebûna mirov jî li gor tevgera mirov a li derdora wan tê binavkirin wilo popûler e gelo? Halbûkî piştî rêwîtîyek wilo muebed û dijwar, mirov bi xwe navend û navnîşan e. Her wiha her kurd jî li gor tekoşerîya xwe navend û navnîşan e. Bes ne navendî û navnîşanîya hukumdar, navend û navnîşanek sîmbîyotîk û hevtemamker. Li aliyê din ku bixwazim ez jî dikarim hin rewşên li derdora xwe wek mesafe….dîyar û binav bikim. Lê naxwazim, çimkî min tenê derdek heye, ew jî serbilindîya zimanê me û hebûna me ye… Bes min efkara pirsa cenabê te fam kir. Her wiha ez jî wek piranîya kesan ji zûda dizanim ku her tişt polîtîk e û xwedî sedem û encamek siyasî ye, hemû helwest û manîfestoyên apolîtîk û dersiyasetê jî polîtîk dibînim. Jixwe şaş e ku polîtîka di îpoteka hin kes û navendan de be, yanî ên ku qaşo depolîtîzasyonê wek m’erîfet an dijberiyek dîyar dikin, berê her kesî zerarê didin xwe, hebûna xwe înkar dikin. Her wiha halê hazir her tişt, ne helbestî, ne felsefî, ne romantîk, ne jî azad e, lê polîtîk e. Yanî tiştên din wek zerreyan hebin jî ya serwer polîtîk e. Welê polîtîk e ku cîh li wan têgehên navborî teng dike û bêhna wan diçikîne. Bes hezar mixabin ew polîtîkbûnî jî di bin sîya nîrê bindestiyê de ye. Loma jî siyaseta rojane bo me tevan zehf girîng e û gere ne carek hezar car bifikire da ku nehêle wê sîya kirêt, sîya nîrê kolonyalîzmê xwe li ser ruh, beden, ked, armanc û jiyana me kêm neke. Herhal derdê her kurda/ê azadîxwaz û xwebûnperwer jî ev e ne; xwebûyîn, redkarî û rênedanek dijwar a vê cinawirê hezarsale!

Loma jî  gere pirsa; wek kurd ez çiqas nahêlim ku min bikin moristangek li nav çerxa xwe ya dubareker û kujer, tim li bîra mirov biçirise. Siyaseta rojane bes wê demê dikare bibe ew kermêşa ku gihîşt mêjîyê Nemrûd û wî tune kir. An na dê bi wîzewîza xwe ya li bin paca padîşah tenê xewa wî bîne.

Welhasil, belkî gere em her roj ji xwe û ji hev bipirsin;

Kermêşên te ên Nemrûdkuj in an Padîşahgeş?

Her wiha dema dibêjin sîyasetmedar, helbest û şair nayê bîra mirov, lê dema dibêjin şair, polîtîktî, hedefzanî û bîrzelalî tê bîra mirov. Loma jî derdê şair ê ku li ser siyasetê tesîr bike an neke nîne, ji ber ku çawa helbest welatî û dinyayî ye, helbestvan jî wilo ye, bi piçik û pariyan nafikire û najî. Wekî din jî helbest helwest e jî û helwest jî jiyan û gotina polîtîk e. Loma jî nikare were depolîtîzekirin an jî polîtîzekirinek hukumranî li ser bê ferzkirin.

Tam li vir ew mînaka xweş hate bîra min.

Tê zanîn ku di dema Şerê Îspanyayê de, hemî antîfaşîst bi şîara “niha welat Îspanya ye” bezîyan li wir. Lê wek ku George Orwel di Katalonyaya Selam de bi şahidîya xwe nîşanê me dide, li wir ew şîar, bi polîtîkayên egoîst û perçeker hatibû pûçkirin. Loma jî li meydana şer, perçebûnî û alozîyek hevkuj derketibû meydanê! Bes tiştek…tenê tiştek hebû ku ew, wek çîyayek li ser pîyan bû û nedîhîşt ku ew alozî bi ser bikeve. Çi bû ew? Helbet, helbest bû! Helbestên L.Aragon, sîper bi sîper digerîyan û di şevek de dibûn klasîk! Dil û mêjîyên antîfaşîst ên ku bi siyaseta şaş (ku umrê Franco ewqas dirêj kir) ji hev perçe bubûn, di risteyên Aragon de dibûn yek. Her çiqas ew yekîtî ji ber sedemên leşkerî û wekî din bi ser neketibe jî, winda nebûye û dê helbest her tim ji doktrîn û manîfestoyan hêzdartir be. Loma ye ku dil û hiş dixwaze ne Doktrînên Trûman, lê Qesîdeya ji bo Bilbil a Shakespeare jiber bike. Loma ye ku cîhê Nîzamulmulk ê li bîra me tu car biqasê Dil ji Min Bir Dil ji Min a Mela nake. Her wiha ronakbîrîya dil û zanyarîya wî çiqas bilind bibe, dê helbest ewqas li jîyanê û bi jîyanê geş bibe.

Di helbestek xwe de Sepehri dibêje, “min şairek dît, ji gulsosinê re digot “hûn”. Gava helbestên canebê we dixwînim, ev risteya Sepehri dikeve bîra min û di warê estetik, naifbûn û hestîyarîyê de Emily Dickinson tê ber çavê min. Her wiha vê dawîyê dengê jinên şairên me yên gelek serkeftî jî derdikeve, ew jî gulsosinan re dibêjin “hûn”. Hûn şiîrên jinên Kurda çawa dibînin?

Mixabin di vê du salê de min baş nekarî helbestên jinekurd û kurdejin bişopînim. Yanî herî dawî  bi awayek sîstematîk, min heft sal berê li zîndana Elbîstanê, rêzepirtûkên Avestayê yên bi navê Şahmaranê xwendibû, ji bo ku rêzepirtûk bûn gelek hêja û xwedî bergehek bûn û min tehm û besta helbestên jinewerî jîyabû, bi taybetî jî ji bo ku şukir li wir ziman qet qedexe nebûye helbesta başûr di vî warî de xwedî serwerîyek gelek bisuûd e. Bes digel ku min hêj têr neşopandibe jî, bi giştî livek heye, dengê helbestên jinan wek ya ava li bin berfê ji dûr va be jî xweş tê guhê mirov, bawer im dê geştir jî bibe. Di demên pêş de emê baştir bibînin.

Ev demeke hûn li derva ye û nava civaka Kurdan da ye. Guhertina civaka me çawa dibîne, civaka me çiqas xwe ji “lekeyên koletîyê” şuştîye? Ya duyem bi ditîna we mirov dikare bêje di nava civata me de êdî xwendevanên şiîra kurdi yê sabit heye?

Heyra wele dusalî ne çavdêrî û fikrên min û du sal çî ye? Bes ji bo lekeyên koletîyê li zîndanê jî û ji zindanê jî dihatin dîtin, dikarim çend tiştan bêjim. Li gor min koletîya herî mezin, nezanîna koletîyê û hayjênebûna ji koletîya xwe ye. Jixwe koledarî bi pisporîyek mezin li ser vê yekê dixebite û heta derek bi ser jî dikeve. Ji ber vê ye ku lekeyên koletîyê li her derê ne, bes têra xwe nayên dîtin û ji bo nayên dîtin jî nayên şûştin, jixwe lekeşoyek me ya ku 24 seetan bixebite jî nîne!

Ku em berê xwe bidin mesela helbestê, mixabin niha şaîr zehf, lê şiîr hindik in. Fîlozof zehf, lê felsefe hindik e. Zanyar zehf, lê zanîn hindik e. Pispor zehf, lê pisporî hindik e. Polîtîka zehf, lê polîtîktî hindik e. Kurdîzan zehf, lê kurdîvejîn û kurdîaxêv hindik in. Azadîxwaz zehf, lê azadîjîn hindik in. Dadwer zehf, lê dadwerî hindik e. Bi kurtasî, lekeyên koletîyê zehf in, zîndan û gardiyan jî li her derê ne. Ya herî xedar jî, gardîyanîzm tevlê xwîna şexs bi xwe jî bûye, êdî ew e gardîyana/ê xwe. Bes me hêvî jî heye, dê tavî û  tovên baharê dengê xwe bighîjînin me.

Ji bo keşf û geryana min a di vê warî de jî hindik e nikarim rasterast tiştek bêjim, lê ji ber rewşa zimanê me ya keserkûr li holê ye, diyar e ku helbesthezî û helbestjînîyek serkeftî nîne, yanî helbest jî qurban e di vî meselê de. Ne dikare bi dilê xwe çêbe, ne dikare li gor dilê xwe bijî û ne jî dikare bighîje helbesthezan û dinyaya xwe ya xweser ava bike. Wek her tiştî nîvî ye û tiştên nîvî tim nexweşker in.

Di nava edebiyata me de hewldanek nû tê xuyakirin. Taybet jî hêla roman û çîrokê de şewêyên nû tên ceribandin. Her çiqas şiîra me de jî hereketek hebe jî, wisa xuya dike ku krizek jî heye. Heger em gelemperî li edebiyata me binêine çi ber çavên we dikeve? Bi te jî krizek wateyî di nav şiîra me de heye gelo?

Ez ewilî ber derîyê xwe paqij bikim û kulîlkên xwe av bidim, çimkî dema her kes ber derîyê xwe pak bike, dê qirêjî nemîne. Krîza wateyî di helbesta me û min de heye, belê. Bi ser de jî hersê dîwanên min di qefesek hezarsale de hatin nivîsandin û dema çap bûn jî tevî dezavantajên esaretê jîyan. Welê ye ku heta bi bergsazîya wan jî sosret e. Bes qeyrana girîng ev e ku, pênc-şeş sal e min helbest nenivîsîye. Wek ku ez û ew ji ber van krîzan hem ji hev hem jî ji dinyayê xeyîdîne, lê em li benda hevrevînek helbestî ne jî. Ezê çentên tije helbest bidim pişta xwe û ez û helbesta xwe, xwe bavêjin derek wilo ku heta negîhîjin robar û kakil û xewna helbestê û çiraya wateyê, nema vegerin. Hingê ezê di şexsê wê dîwana xwe de bêjim:

Silav li te wate, helbest li te!

Îcar, ji hêla gelemperî de jî mirov li benda “surprîzên” xweş e. Dixwazim ku her yek ji me  bagerek helbestî rake û helbestên me ji yekrengî, yekdengî, kêmwateyî, kêmestetîkî û kêmkurdistanîbûyînê, ji  kêmbestî û kêmdînewerîyê rizgar bike. Dixwazim em veciniqin wek ku çawa bi vê risteya Peşêw a li Moskowê mişext, vediciniqin:

Îsal bê çîya Newroz nakim

Delala min, min şîyar neke

Sartre gava behsa fonksiyona şiîra reşan dikir, hevokên gelek bi wate bikar dianî. Li gor wî şiîra bindestan zêdetir bi xwebûnê ve têkildar e. Heta digot tekoşîna gelên bindest bixwe tecrubeyek helbestkî ye. Bi nêrîna wî şiîr bo gelên bindest şifa bû û bi saya risteyan bindest xwe nû dike. Îroj maneya şiîrê bo we çî ye û şiîr dikare bibe şifa?

Helbet helbest dikare bibe şîfa. Ji ber ku helbest jî ji ber bedena xwe ya hewayî, lamekan û firyar, bêcîh û war e jî. Hem ji bo dikare biçe her derî bêcîh û war e û hem jî ji bo ku bêcîh û war e li her derê ye. Wek şîfayê, heye lê bi dest nayê girtin, bi dest nayê girtin, lê heye. Mesela dema dibêjin helbest jî, şîfa jî, olan û bibîrxistana li hiş û dilê me, resmek nîşanê me nade, tiştek ber bi çav nade destê me, lê em dizanin ku herdû jî hene. Ku sedemek pir taybet û awarte tinebe, mirov nikare roman û çîrokan ji ber bike, lê helbest xweş tê jiberkirin. Ji bo ku bêwar e, zû me ji xwe re dike war. Hindik û rindik e jî. Dema em vê risteya ji wê helbesta zehf nas dibihîzin, hewcê  nav û nîşan û gotinên dijkolonyal ên dirêj nake mesela:

Ez xortê kurd im pir bi nav û deng…

Ju ber ku wek ev helbest jî şanî dide, helbest nasname ye. Hem nasnama xwe hem jî ya te di wê kêlîyê de dîyarî te dike û hema wisa ji ber çavan wenda dibe. Lê ewqas jî mayînde ye.

Bes halê hazir bi taybetî jî ji bo helbesta bakûr, em nikarin behsa şîfayê bikin, çimkî helbest bi xwe jî nexweş e û helbestnûs jî. Qe nebe ji ber sedemên ku min got ez wilo hîs dikim, jixwe min demek dirêj berê, di gotarek bi navê nexweşname (Xwebûn) de jî behsa vê yekê kiribû. Gelo em komeleya  helbestnûsên nexweş, nexweşên helbestê û helbestên nexweş vekin nabe, dibêm qey pirsek wiha jî ne eletewş e! Îja rast e, xwebûyîna bindestan û helbesta wan, helbesta wan û xwebûyîna wan bê hev nabin, hev xurt jî dikin qels jî. Çimkî, xencerên bindestîyê herî kûr li ser dil dişuxulin û dema qeyd û kelemçe li dest û jîyanê dikevin jî, berî aqil, dil hîs dike. Lew dil, her tim çend gav li pêşîya aqil e. Mînaka derengmayîna îdraqê-fêmkirinê, ji ber aqil e ne ji ber dil…Îja helbest jî hem ji milkê dil e, hem zimanê dil e, hem jî pireya li navbeyna dil û aqil e, loma her helbest dide fikirandin jî. Her wiha helbest û bindest, di çavên heman eyneyê de li hev dimêzînin, di çavên eyneya bindestîyê de…Lê ku xwebûyîn serwer dibe eyne dişkê û çavên dagirker bi wê eynê kor dibin. Em ji êşa çavên xwe dizanin ku helbesta me hêj wê eynê neşkandîye û ku ew kor nebe ê me kor bike, loma jî lazim e em bilezînin. Bijî eyneşikênî!

Dixwazim taybet jî ji cihana helbestê bipirsim. Bi dîtina we hiyerarşî an jî derece di nava şiîrê de heye? Bo şiîrek xweş pîvana we çî ye? Hûn şêweya şiîra Kurdî ya vê dawîyê çawa dibînin?  

Her çiqas li welatê me jî kes, kom an ehbabên hev ên ku wek otorîteyan tevdigerin û dixwazin hiyerarşî û payeyan, bo helbesta me jî deynin hebin jî, helbest estetîzma berxwedanê ya xweşiktirîn û hunera azadtirîn e, amir û memûran naxwaze. Ji ber vê ye ku tesnîf û taltîfan qebûl nake, ku bike jixwe helbest nîne. Her wiha mirov heta dikare bi hin îlanatan hin helbestan û xwedîyên wan bilind an nizim bike jî, helbest rastîger e, mêvana milkê dil e, li wir hêlîna xwe çê dike û nahêle ya çewt û ne durust bijî, çimkî ew rastjîn e. Zindîwer e jî, riste û helbestên nebes û nebez ji deryaya xwe davêje, nayê xapandin. Lewma jî helbestên bêmirin hene ku, berê bi zimanê xwe dûre hema bêje bi tevî zimanên dinyayê dijîn, bes ên emirkurt û bêzayîn jî hene.

Mîsal (mijar welê nazik e ku naxwazim gotina pîvanê.. jî bikar bînim) helbesta ku xwe carna wek baranek havînê, carna wek barana perperokan, carna wek barana gulan carna jî wek bahozek li dil û bîra mirov dibarîne ya xweş û geş e. Barîn ew barîn… êdî nayê jibîrkirin. Mesela helbesta Konstantîn Sîmonov a ku dibê Li Benda Min Be, (dîsa di berxwedana antîfaşîst de!) di şevek de sîper bi sîper hatiye jiberkirin, hatiye jiyîn. Berê hatîye nivîsîn, paşê hatîye jîyîn. Hatîye jîyîn û ji nû ve hatîye nivîsîn! (ji bo helbesta min a bi navê Çirayê Venemirîne jî ji vê helbestê mulhem e, ji vir silavek bidim herdûyan jî) Ji ber ku helbest biqasê ku lamekan e, bi cîh û war e jî, çawa zeviyê dibîne xwe lê diçîne. Yanî zeviya dil, di bin gullebaranê de jî dikare hem bibe helbest hem ji helbestê hez bike hem jî wê bijî. Dibêm qey ê me jî helbestên ku herî pir tên zanîn ên Baba Tahir, Feqî, Cîgerxwîn û Celadet in. Her wiha Leşkerê Winda baş tê zanîn. Ên min jî di nav de hin mînakên ji helbestnûsên roja me jî hene, lê ez hêj ne serwext im ku çiqas helbest û çiqas bandorker in.

Bes ji ber rewşa welat a heyî û sedemên din, helbesta me hê jî nikare di ruh û bedena helbestek de her kesî bike yek, xwe li tevî dilan binexşîne û bibe klasîk. Lê me çav li rê ye ku li demên pêş, helbestên me jî di şexsê helbestxwînan de di şevek de bibin sedsalî û milyondilî.

Pirsa dawîn: Anha weke cenabê we dizane medyaya civakî bandor li hemû tişta kirîye û helbet li edebiyatê jî dike. İnstagram, Facebook, Twitter zêdetir bandor li heyata me ya rojane dike. Hûn pêşeroja şiîrê çawa dibînin? Gelo şiîr li hemberê teknolojîyê dikare bi serkeve?     

Cara ewil li zîndanê, di şexsê “bahara ereban”de bi rista klavyeyê û şoreşên wê… hesiyam. Lê piştî ku serhildêrên Meydana Tehrîrê (ku piranîya wan jin û ciwan bûn) gotin, “şoreşa me hate dizîn”, min azmûna me kurdan a hingê û pêşerojê meraq kir. Niha di van rojên ku pêşeroja ew gav bûn de dibînim ku me ne şoreş heye, ne jî (şukir) dizîna wê…Lê me çi heye, çî ye serborîya me ya bi vê şoreşa dîjîtal re?

Min par meqaleyek bi vê sernivîsê nivîsîbû “Endezyarên Fezayê/Endezyarên Fezayî”! Bi rastî jî di şexsê têkilîya bi dîjîtalê re (balkêş e ku, ji dîgîtûs, ango ‘tilî’ya latînî tê, yanî fermandar tilî ne!) her kes bi awayek endezyar e û hema bêje tu sînor li hember nîne, dikare bighîje her derê û her agahîyê. Yanî alem, bi rastî jî ji gelek alîyan ve li ber destan e. Lê teva ku carna hin çirûskên jîr û zana dipekin jî, hêj negîhîştiye kurdîtî û kurdîyek serbilind û serbixwe û nekariye xwe ji kompleks û hewldanên egoyên nexweş xelas bike. Her wiha wek ku vê kurdîtîya me hêj nizane çi ji van agahîyan bike, wan li ku û çawa bicîh bike. Mînak, emê serwerîya kurdan a şeşsed an jî du hezarsal berê li ku bicîh bikin, çi bikin bi wê serwerîyê? Her wiha meseleya mexdûrîyetê jî heye, em ê çi ji wî bikin? Ku zordest me hepsê nav hijmartin û xwe li pey kişkişandina mexdûrîyetê kir, emê bikevin wê faqikê û li ser wê faqikê xwe û hev sor û ajîte û tetmîn bikin û paşê li ser razên? An wek endezyarên fezayê û fezayî yên rastî tevbigerin û kurdîtîyê bi vê mêjî û derfeta nû, geştir bikin? Herhal dê ev pirs jî pêsîra her yeka/ê ji me bernedin, bila bernedin jî..

Îja ev rewşa me halê helbestnûsî û helbesthezîya me ya li qada dîjîtal jî eyan dike. Em ên ku mixabin hêj wiha belawela û bê pusûleyek yekgirtî ne, dê çawa karibin helbesta xwe şox û şeng û zuhrereng bikin?

Tedî dema sînema derket jî gotin dê edebiyat bimire. Lê welê nebû. Tu tişt nikare cîhê tiştên din bigire. Sînema, sînema ye, edebîyat jî edebîyat …Herçî helbest e, dê tim hebe. Heta ku dil,dil…be û aqil karibe bi pey baskên wî bikeve, dê helbest hebe. Îcar dîjîtal dikare helbestê geştir bike, mesela ji bo ku helbestek bibe klasîk an jî pusûleya dema xwe, ne şevek, tenê çend kêlî bes in. Ji bo ku kurdîtî karibe di kesayeta helbestek kevin an jî nû de sînerjîyek çêke jî dîjîtal derfetek gelek baş e û dikare bo reqsa helbesta me bibe asîmanek bêdawî. Îja dê her yek ji me çawa û kengê vîya pêk bîne? Herhal ev e jî pirsa me.

İlginizi Çekebilir

Hopa’da Halkevleri temsilcisi Ali Koyuncu tutuklandı
Otopsi raporu çıktı! Ayşenur Ezgi Eygi’yi keskin nişancı vurmuş

Öne Çıkanlar