Mizgîniya Biharê li Licê: Pîvok Hem Xwarin e Hem Jiyan e

Kurdi

Mizgîniya Biharê li Licê: Pîvok Hem Xwarin e Hem Jiyan e

🔴LICÊ – Bi helandina berfê û hişyarbûna xwezayê re, li çiyayên Licê pîvokên ku wekî “çavkaniya jiyanê ya qedîm” tên naskirin, serê xwe hildan. Pîvokên ku li herêmê der tên ne tenê bi bedewiya xwe, bi çanda xwe ya xwarinê û feydeyên xwe yên tenduristiyê jî di rojevê de ne.

Li navçeya Licê ya Amedê, ku herêmeke di navbera deşta germ û çiyayên bilind de ye, bi hatina biharê re çanda “pîvokkolan” dest pê kir. Bi taybetî li qûntara çiyayan û daristanên gundên Licê, cureyên pîvokên binefşî (mor) û spî bereketa xwe nîşan didin.

Pîvok ji bo şêniyên Licê tenê kulîlkek nîn e; ew çandeke xwarinê ya bi sedsalan e. Zarok û ciwanên herêmê bi helandina berfê re derdikevin “pîvokkolanê”. Kokên pîvokan ên ku dişibin kizxanan, piştî tên paqijkirin, bi xavî an jî bi pijandî tên xwarin.

Li gorî kevneşopiya herêmî, kokên pîvokan wekî “gulbaz” bi hevdû ve tên girêdan û carinan di nav agirê şivanan de têne pijandin. Li hin malan jî ev kok di nav ard de têne werkirin û di rûn de têne qelandin ku wekî xwarineke taybet a biharê tê dîtin.

Agahiya herî balkêş a li ser pîvokê ew e ku ev riwek tenê di biharê de şîn nabe. Li Licê cureyên payîzê yên pîvokan jî hene ku di bin berfê de serê xwe hildidin û ji wan re “Gulxubar” tê gotin. Ev cureyên pîvokê di heman demê de xizmên “Zeferanê” ango Gula Hesretê ne, ku wekî “zêrê sor” û biharata herî biha ya cîhanê tê naskirin.

Pîvok bi her sê rengên xwe (mor, zer û spî) li Licê ne tenê mizgîniya biharê ye, di heman demê de sembola berxwedan û bereketa axa Kurdistanê ye.

/Nûçe: Mordem Zel/

 

İlginizi Çekebilir

Söyleşi / Göç ve Göçmen: Ya da Yerinden Edilmiş Hayatlar…
14 ülke Amerika’nın İsrail Büyükelçisi’nin ifadelerine tepki gösterdi

Öne Çıkanlar