MSD: Gotinên Lavrov yên derbarê Kurdan û Rojava nayên qebûlkirin

Kurdi

🔴 Berpirseke Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ragihand ku axaftinên Wezîrê Derve yê Rûsya derbarê Kurdan û bakur rojhilata Sûrîyê de nayên pejrandin…

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov di hevpeyvînekê de ligel medya welatê xwe behsa rewşa Sûrîyê kiribû, wî gotibû ku Amerîka piştgirîya parçebûna Sûryê dike û dixwaze “statuya dewletekê” li rojhilata Feratê ava bike ku Kurdan jibo vê yekê bikar tîne.

Di vê derbarê de, Cigîra Hevserokatîya MSDê Canda Mihemed ji Dengê Amerka re got ku daxuyanîya Lavrov ne di cîh de ye û nayê qebûl kirin û wiha domand.
“Îro Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê heye, pirsa Kurdî jî ji mijarên herî serekî ye ku divê çareserî jê re were dîtin. Di projeya Rêveberîya Xweser de hemû pêkhate cîhê xwe digirin, loma pirsgirêkên ku hene yên hemû van pêkhateyan e”.

Wezîrê Rûsî herwiha hişyarî dabû Kurdên Sûrîyê ku çarenivîsa wan mîna Afganîyên bawerî bi Washingtonê kiribûn be û bang li wan kir ku li şûna pişta xwe bidin Amerîka jibo destxistina mafên xwe, divê ew bi Şamê re danûstandinan di nav yekitiya Sûriyê de bikin.

Li ser vê yekê berpirsa MSDê got ku ev axaftina Lavrov nayê pejrandin û wiha domand, “Hebûna Amerîka di nava hêzên Koalîsyonê de ye li herêmê jibo şerê DAIŞê bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk. Herwiha ti bandora Washingtonê yan alîyekî din li ser biryara sîyasî ya MSDê û ya Rêvebirîya Xweser tuneye”.

Canda Mihemed herwiha tekezî li ser pabendbûna MSDê û Rêvebirîya Xweser bi dîyalogê jibo çareserkirina pirsgirêkan kir ku ev helwest di civînên bi karbidestên Rûsî û di nav de Lavrov bixwe re hatiye gotin.

Canda Mihmed - Cigîra Hevserokatîya MSDê

Canda Mihmed – Cigîra Hevserokatîya MSDê

“Em banga dîyalogê bi hemû alîyan re dikin, lê mixabin dewleteke weke Rûsya ku rastîya projeya me dizane daxuanîyên bi vî rengî dide. Divê Rûsya givaşê li hikûmeta Şamê bike daku dîyalogê qebûl bike”, Mihemed got.

Her di çarçoveya rola Rûsya de, Rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl di wê bawerîyê de ye ku ti projeya Rûsya jibo çareserîya alozîya Sûrîyê û di nav de jî pirsa Kurdî tuneye.

“Rûsya li wê yekê digere çawa rejîma Sûrî dîsa xurt bibe, herwiha Amerîka û Koalîsyonê ji bakur rojhilata Sûrîyê derxîne daku ew serwerîya li ser van herêman deyne” Xelîl got.

Xelîl dîyar kir ku ev ne cara yekê ye ku Lavrov axaftinên wisa li ser Kurdan li Sûrîyê tîne ziman, herwiha armanca wî ji dubarekirina van daxuyanîyan wiha şîrove kir.

Newaf Xelîl - Rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Newaf Xelîl – Rêvebirê Navenda Kurdî ya Lêkolînan

“Ev daxuyanî jibo Tirkîyê ye ku wê pirtir li dijî Kurdan sor bike û berê wê bide rejîmê. Dîtinên Rêvebirîya Xweser ji Lavrov bixwe re hatine gotin, ti projeyên alîyên Kurdî li Sûrîyê jibo avakirina dewletekê tunene, lê dubarekirina daxuyanîyên wisa tê wateya zêdekirina gef û metirsîya êrîşan li ser Kurdan û pêkhateyên bakur û rojhilata Sûrîyê”, Xelîl got.

Cîhê bîrxistinê ye ku axaftinên wezîrê Rûsî di demekê de tên ku Mosko navbeynakarîya asayîkirina peywnedîyên Şam û Enqereyê dike.

Herwiha, Lavrov di heman hevpeyvînê de ragihandibû ku civîneke nû di navbera karibdestên rejîma Sûrî û dewleta Tirk de bi çavdêrîya Moskoyê di demeke nêzîk dê pêk were.

İlginizi Çekebilir

Sokak röportajında konuşan Dilruba Kayserilioğlu hakkında dava açıldı
Yıllık enflasyon TÜİK’e göre yüzde 51, ENAG’a göre yüzde 90 oldu

Öne Çıkanlar