🔴Munîh – Di 8’ê Adarê de li bajarê Munîhê hilbijartinên herêmî tên lidarxistin. Seroka MORGEN e.V. Songul Akpinar, beriya hilbijartinan bal kişand ser girîngiya dengê koçberan û bang li rêveberiya nû ya bajêr kir ku mafên koçberan biparêze û wan wekî hevparên wekhev bibîne.
Songul Akpinar ku salên dirêj e di qada civakî de çalak e û serokatiya tora koçberan MORGEN e.V. dike, destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo siberoja Munîhê ya “kapsayî û adil” diyarker in. Akpinar diyar kir ku koçberan bi dehsalan e Munîh di warê aborî û çandî de ava kirine, lê di pêvajoyên biryardanê de hîn jî kêm têne temsîl kirin.
Akpinar destnîşan kir ku astengiyên herî mezin “bariyerên binesazî” ne. Di nav van de kêmasiya gihîştina biryarên siyasî, kêm-çavkaniya komeleyên koçberan û nîjadperestiya sazûmanî derdikevin pêş. Her wiha, Akpinar rexne kir ku gelek kesên li Munîhê dijîn ji ber ku pasaporta wan a Almanî nîne, mafê wan ê dengdanê di asta herêmî de tune ye.
Akpinar ji şaredariya nû ya ku dê bê hilbijartin van daxwazan dike:
Temsîla Rastî: Koçber ne tenê di projeyan de, lê di nav komîte û lijneyên biryardanê de cih bigirin.
Piştgiriya Aborî: Dabînkirina fona daîmî ji bo saziyên mîna MORGEN e.V. (Akpinar hişyarî da ku kêmkirina budçeyê hebûna saziyên koçberan dixe bin rîskê).
Têkoşîna li Dijî Nîjadperestiyê: Helwesteke zelal û çalak li dijî cudakariyê.
MORGEN e.V. ne tenê di mijara koçberiyê de, lê di mijarên mîna parastina avhewayê, çûnûhatin û xaniyan de jî aktîf e. Di 10’ê Sibata 2026’an de, li qada Marienplatz bi civîneke çapemeniyê daxwazên xwe pêşkêşî endamên meclîsa bajêr kirin. Akpinar got: “Munîh bajarekî koçberan e û divê ev rastî di strukturên siyasî de xwe nîşan bide.”
Songul Akpinar Kî ye?
Akpinar wergêreke serbixwe ye û di beşa xizmetên civakî ya AWO’ de dixebite. Ji sala 2010’an ve endama Lijneya Şêwirmendiya Koçberiyê ya Munîhê ye û ji sala 2013’an ve serokatiya MORGEN e.V. dike. Di sala 2018’an de jî di nav rêveberiya Partiya Keskan (Bajarê Navendî) de cih girtiye.
/Nûpel/









