Netanyahu hişyarî da Îranê: Em dê bersiveke wisa bidin ku xeyal nakin

Kurdi

 Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku welatê wî dê rûbirûyî “rojên aloz û tije milmilaneyan” bibe.

Ew hişyariyê dide Tehranê ku eger “xeletiyeke dîrokî” bikin û êrişî Îsraîlê bikin, ew dê bi hêzeke wisa bersiva wan bidin ku ew dê “xeyal jî nekin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 23yê Sibata li ber parlamentoya welatê xwe (Knesset) axivî.

Netanyahu di axaftina xwe de got, “Em di rojên gelekî aloz de ne.

Çavên me vekirî ne û em ji bo her senaryoyê re amade ne.”

“Hevpeymaniyeke me bi Amerîkayê re heye ku mînaka wê nebûye”

Netanyahu tekezî li ser hevkariya leşkerî ya nêzîk a Îsraîl û Amerîkayê kir.

Di heman demê de Washingtonê hêzên xwe yên li herêmê zêde kirine.

Netanyahu got, “Hevpeymaniya li gel Dewletên Yekbûyî (Amerîka) ti carî bi vî rengî nêzîk nebûye.

Di navbera artêş û dezgehên ewlehiyê yên her du aliyan de, tiştekî bi vî rengî di dîrokê de nebûye.”

Ev alozî di demekê de ne ku hezîrana sala borî Îsraîl û Îranê cara yekemîn 12 rojan rûbirûbûneke rasterast pêk anîbû.

Di wê demê de Îsraîlê navendên nukleerî yên Tehranê kiribûn armanc û Îranê jî bi dron û mûşekan bersiv dabû.

Hevpeymaniyek li dijî “Şîe û Suneyên tundrew”

Netanyahu doh di civîna hikûmeta welatê xwe de projeyeke nû ya ji bo avakirina pergaleke leşkerî û siyasî ya berfireh eşkere kir.

Li gorî gotina wî, ev proje wekî “hevpeymaniyeke berfireh” li herêma Rojhilata Navîn û Deryaya Spî dixebite.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku ev “hevpeymaniya berfireh” Hindistan, welatên Ereban, Afrîka, Yunanistan û Qibrisê li xwe digire.

Li gorî Netanyahu, armanca vê hevpeymaniyê rûbirûbûna tundrewan e.

Ew bi taybetî li dijî “Şîeyên tundrew” (Îran, Hûsî, Hizbulah û komên çekdar ên Îraqê) û “Suneyên tundrew” (Hemas û komên din) hatiye avakirin.

Cenevre: Derfeta dawî beriya êrişa Amerîkayê

Biryar e roja pêncşemê şandeyên Îran û Amerîkayê li Cenevreyê bicivin.

Hinek ji medyaya cîhanî vê civînê wekî “derfeta dawî” dibînin beriya ku Washington biryara êrişa leşkerî ya li ser Îranê bide.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî hişyarî da û got:

“Encamên her destdirêjiyekê dê di sînorê welatekî de nemîne û dê tevahiya Rojhilata Navîn li xwe bigire.”

Xerîbabadî her wiha behsa wê yekê kir ku Îran hîn jî deriyê dîplomasiyê vekirî dibîne bi mercê ku rêz li mafên wan were girtin.

Tirsa şer û neramiyên navxweyî yên li Tehranê

Li navxweya Îranê, tirs û dilgiraniya welatiyan gihiştiye lûtkeyê.

Hamîdê şêniyê Tehranê ji Ajansa France Presseyê re (AFP) re gotiye, “Ez bi xwarina heban jî bi şevan ranazim.”

Ji ber vê tirsê, nêzîkî 20 welatan daxwaz ji welatiyên xwe kiriye ku xaka Îranê biterikînin.

Di heman demê de ligel gefên derve, Tehran rûbirûyî nerazîbûneke tund a navxweyî jî bûye.

Piştî xwenîşandanên meha Kanûna Pêşîn a sala borî ku li gorî rêxistinên mafên mirovan zêdetirî 20 hezar kes tê de hatine kuştin, xwendekarên zanîngehên Tehranê doh yekşemê careke din derketin kolanan.

Xwendekaran li kolanan dirûşmên li dijî hikûmetê berz kirin.

Ev alozî di demekê de ne ku Serokê Amerîkayê Donald Trump guvaşên nukleerî yên li ser Tehranê zêde kirine.

Trump di heman demê de hêzeke mezin a asmanî û deryayî şandiye herêmê.

 

/rûdaw/

İlginizi Çekebilir

Devlet Bahçeli’nin “İmralı” çıkışına Tülay Hatimoğulları’ndan yanıt
Fransa’da Dışişleri’ne çağrılan ABD Büyükelçisi’nin gitmemesi yeni gerilime yol açtı

Öne Çıkanlar