🔴Zekiye Firat, ku di nava gel de wekî “Torina Şêx Seîd” dihat naskirin û qîza Şêx Xiyasedîn bû, li Erziromê di 85 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Zekiye Firat ev demeke dirêj bû ku li nexweşxaneyeke Erziromê dihat dermankirin.
“Şahê Dengbêjan” Şakiro, di klamekî xwe de behsa bavê wê û malbata wê kiribû, ku ev yek bûbû sedem ku navê bavê wê di bîra gel de her tim zindî bimîne.
Tê payîn ku malbat û hezkiriyên wê li Erziromê beşdarî merasîma oxirkirina wê bibin. Koçkirina wê di nava raya giştî û bi taybetî di nava malbata Şêx Seîd de bû sedema xemgîniyeke mezin.
/Nûpel/












