Beriya demên modern Ehmedê Xanî, di kitêba xwe Mem û Zînê de ku ji aliyê neteweperestên Kurd ve pîroz û rêber tê qebûlkirin, behsa bêdewletbûna Kurdan kiribû û vê kêmasiyê wek bextreşî an jî bêşansî binav kiribû. Lê ji dema Xanî heta niha pergala siyasî ya li ser rûyê dinê gelek guheriye, gelek dewlet hilweşiyan û li şûna wan gelek yên nû hatin avakirin.
Piştî Peymana Westfalyayê ku di sala 1648an de hatibû îmzekirin, li rojavayê Ewrûpayê netew-dewlet hatin avakirin. Di salên 1800ê de fikr û hewldanên bo netew-dewletbûnê li rojhilatê Ewrûpa û li hinek welatên bindest, wek Emerîkaya Başûr, belav bûn û encam jî bi dest xistin. Gelek împaratoriyên klasîk, wek Osmaniyan, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji holê rabûn û şûna wan de gelek netew-dewletên nû hatin avakirin. Pêla netew-dewletan, ku her salan hîn geştir dibû, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn li welatên hatibûn kolonîzekirin belav bû û ji 1960an heya 1980 qasî 50 dewletên nû hatin damezirandin. Piştî hilweşandina Yekitiya Sowyetan û Yûgoslavyayê nexşeya siyasî ya dinê hinek din guherî û heya niha li ser axa van dewletan herî kêm 20 netew-dewletên nû hatin damezirandin. Di vê navberê de helbet projeyên siyasî yên wek Yekitiya Ewrûpayê jî bi hêz bûn û ketin meriyete û hewldanên girîng bo mafên kêmnetewan û etnîsîteyan jî pêş ketin û di vê çarçoveyê de reformên girîng jî hatin qebûlkirin. Lê ligel vê, projeyên wek Yekitiya Ewrûpayê nikaribûn pêşî li hewldanên bo netew-dewletbûnê bi temamî bigirin, ji aliyê din ve lêgerîn û hewldanên bo vê hîn jî bi hêz in.
Li çar aliyên dinê bi sedan miletan mafê diyarkirina çarenûsa xwe bi dest xistiye û bi cih jî aniye, lê hinek milet ji vê mafê mehrûm mane. Kurd, yek ji van miletan e, ku nifûsa wan herî kêm 40 mîlyon tê hesapkirin – helbet gelek neteweperestên Kurd vê hijmarê hîn zêdetir hesap dikin. Ji ber vê nifûsa xwe Kurd li ser rûyê dinê wek “mileta herî mezin a bêdewlet” jî tê hesibandin.
Ligel gelek rêxistin, sazî û partiyên Kurdan, ku piraniya wan mafê diyarkirina çarenûsa miletan wek dewletbûn qebûl dikin, tevî têkoşîna xwe ya bi dehan salan tu encamek erênî bi dest nexistine û loma di nav dewletên li ser rûyê dinê de, ku hêjmara wan ji 200 zêdetir in, dewleta Kurdan nîn e.
Wek Wadie Jwaideh (2014) bal kişandibû ser, ev rewşa hanê nebû sedema devjêbardana neteweperestên Kurd, bilakîs qasî hêvîşikestinê hêrsa wan jî hîn xurtir bû. Heta mirov dikare bibêje ku ev tespîtên Norman Davies bo Kurdan jî esas in: Neteweperestî “tenê li cihên îhtîmala serkeftinê herî zede heye lîz nade”, “bilakîs bi têkçûnê û zordariyê xurt dibe” û loma “hema hema zindîtiya fikrên netewî, bi nemimkuniya serkeftinê re seranser zêde dibe.” (Davies 2011:862) Ligel gelek neserkeftin û têkçûyînên di sed sala dawî de, trenda xurtbûyîna neteweperestiya Kurd van tespîtan mafdar nîşan dide.
Lê ev trenda xurtbûyîna neteweperestiyê, vê rastiyê jî ji holê ranake ku Kurd ji mafên diyarkirina çarenûsa xwe mehrûm mane an jî hatine mehrûm kirin. Li aliyê din nedewletbûna Kurdan ji berî ve bûye mijara nîqaşên girîng. Ji dema Ehmedê Xanê, ango ji sedsala 17an heya niha Kurdan ji bo vê derde xwe gelek hincetan nîşan dane, hîn jî didin.
Lûxembûrg jek ji endamên Yekitiya Ewrûpayê ye û xwedî erdnîgariyek 2 hezar û 586 kîlometre kare ye û nifûsa wê gorî daneyên 2022yan 653 hezar e. Lûxembûrg tenê bo hemwelatiyên xwe û Yekitiya Ewrûpayê, ku endama wê ye, ne xwedî mafê gotinê û biryardayînê ye, herwiha wek mînak bo meseleyên Kurdan eleqedar dike jî xwedî gotinê ye û dibin biryarên gelek girîng de îmzeya wê heye.
Çawa dibe ku her çiqasî nifûsa wê ji nifûsên gelek bajarên Kurdistanê kêmtir be jî (mînak Amed, Wan, Hewler xwedî ji mîlyonê zêdetir nifûsê ne) Lûxembûrg bûye dewlet, lê Kurdistana xwedî 500 hezar kîlometre erdnîgariyê ye nabe dewlet? “Lûxembûrg ji ber kîjan zêdeyiyên xwe mafê diyarkirina pêşeroja 40 mîlyon Kurdan bi dest xistiye? 40 mîlyon Kurdan ji ber kîjan kêmasiyên xwe mecbûr mane ku li ber vê pergala navdewletîya hîç ‘edîl nîn e stûyên xwe bitewînin?” İsmail Beşikçi (2015:42-43) van pirsên fîtek û girîng dipirse. Bo bersiva van pirsan, dibe ku mirov li şertên bo mafê diyarkirina çarenûsa miletan ku ji aliyê Yekitiya Netewan ve hatine diyarkirin binêre.
Beriya her tiştî, gorî hinek dokumanên navdewletî, ku ji hêla hiqûqî û siyasî ve xwedî hikum in, di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsa miletan de, ji bo avakirina dewleteke divê mileteke hebe. Bo vê jî divê milet bê pênasekirin, ku her çiqasî hîn jî pênasekirineke bi giştî bê qebûlkirin tune be jî, çarçoveya UNESCOyê, ku saziyek Yekitiya Neteweyan e, bo pênasekirina milet derbasdar dixuye. Gorî vê, şertên bo miletbûyînê ev in: “Kevneşopiyeke dîrokî ya hevpar, nasnameyeke nijadî û etnîkî, homojeniya çandî, yekitiya zimên, nêzikayiya olî an jî îdeolojîk, têkiliyên cografî, jiyana aborî ya hevpar.” (UNESCO 1989:7)
Akademîsyenê Tirk Baskın Oran, bal dikişîne ser fikrên dîrokzan Ernest Gellner. Oran dibêje ku Gellner hinek şertan daniye holê, ku mirov dikare gorî wan şertan di çarçoveya trenda xurtbûyîna neteweperestiya Kurdan de pêkaniya dewletbûna Kurdan binirxîne. Ango gorî van şertan mirov dikare bibîne ku dewletbûna Kurdistanê mimkûn e an na.
“1 – Hêjmar: Di nav temamî nifûsa welat de hêjmareke watedar a mileta dixwaze cihê bibe heye?
2 – Kesafet / Siftî: Ev milet belavbûyî ye, an li herêmeke diyar kombûyî ye?
3 – Berdewamiya / Domdariya Dîrokî: Hebûn û daxwazên vê miletê di dîrokê de domdar e?
4 – Motîvasyon: Ev millet çiqasî xurt serxwebûnê dixwaze an jî mecbûr e ku bixwaze? Ango derfetên gihiştina halxweşî / refah û çandê li welatê wan qels e?
Eger mirov bikaribe van pirsan erênî bibersivîne, rewşa daxwaza serxwebûnê ya vê miletê xurt e.” (Oran 2015:230)
Baskın Oran, li ser van xalên Gellner destnîşan kiriye, hîn xalên din di bin navê “Krîtera Şertên Derveyî” zede dike, ku ev jî “Rewşa Jeopolîtîk”, “Derfeta Îrredantîzmê” û “Konjonktura Navdewletî” ne.
Oran îddîa dike ku bi taybetî xwesteka Kurdan bo serxwebûnê nîn e, Kurd taybetiyên xwe yên ‘eşirtiyê hîn diparêzin, ji ber ku sînorên wê bi behrê re tune rewşa jeopolîtîk a Kurdistanê bi dezavantaj e û konjonktura navdewletî jî bo Kurdan ne kêrhatî ye. Oran, piştî wan krîterên xwe dibêje ku, derfetên erênî û neyînî bo dewleteke serbixwe ya Kurdan wek hev in. (2015:230-231)
Beriya her tiştê, eger mirov krîterên Ernest Gellner (2013), ku nêrînên wî yên derheqê neteweperestiyê de referans têne nîşandin, esas bigire, mirov dikare bi hêsanî encamên cuda ji encamên akademîsyenên Tirk Baskın Oran bi dest bixe.
Li ser rûyê dinê dewletên nifûsa wan derdora 150 hezar hene, lê tenê li Tirkiyeyê nifûsa Kurdan herî kêm derdora 15 milyonan e û ew xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe nîn in û nikarin dewleteke avabikin. (Bo hinek îstatîstîkên derheqê nifûsa Kurdan de bnr. Yeğen ve diğerleri 2016; Aslan ve diğerleri 2013).
Nifûsa Kurdan bi piranî li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve bi navê Rojhilat û Başûrê Rojhilat têne navkirin dijîn û ev jî bo krîtera kesafetê / siftiyê rewşeke erênî radixe ber çavan.
Ji sere salên 1900î heya îro tevgerên neteweperest ên Kurdan bê navber hebûne û hene; ev berdewamî, krîtera domdariya dîrokî temam dike.
Ji aliyê rewşa jeopolîtîk ve, Kurd li Tirkiyeyê (û li Îran, Iraq û Suriyeyê) gelemperî li herêmên li ser sînoran dijîn, ji hev ne dûr in û di navbera wan de tenê sînorên ji aliyê dewletên Kurdistanê dagirkirine hatiye diyarkirin hene; loma ev rewş jî armanca serxwebûnê ji hêla jeopolîtîk ve hêsantir dike.
Sînorê Kurdistanê li ser behrê tune, dibe ku mirov vê rewşê neyînî qebûl bike. Lê divê neyê jibîrkirin ku bi dehan dewlet hene ku sînorên wan li ser behran tune; çima ev krîter bo dewletbûnê wek şertekî tenê derbikeve pêşiya Kurdan!
Krîtera îrredantîzmê… Îrredantîzm mirov dikare wiha pênase bike; dewleteke dema bixwaze axa dewleteke din dagir bike, îddîa dike ku, komên ji milet an jî nîjadên wan li wir hene û ew nêzî sînorên wan dijîn, loma ew dixwazin van koman û axa wan bi hev re tevlî axa xwe bikin. Kurtasî, îrredantîzm bi vê hincetê îlhaqkirina axa dewleteke din e. Dema ev krîter esas bê girtin, tê dîtîn ku, Kurd bi gelemperî li ser sînorên dewletên dagirker diyarkirine dijîn û ev jî xwesteka wan a bihevrebûnê û yekitiyê û loma serxwebûnê hîn zêdetir dike.
Ji hêla konjonktura navdewletî ve; hîç nebe mafên bo komên etnîkî, kêmmiletî û çandî wek nirxên girîng li dinê têne dîtin û ev jî faktoreke din e ku Kurdan bo diyarkirina çarenûsa xwe hêvîdar dike. Ji aliyê din ve, hebûna federasyona fermî ya Kurdistanê li Iraqê û serweriya Kurdan li Suriyeyê, ku ev jî meriyetê de wek dewleteke serbixwe ye, nîşan dide ku, ji hêla konjonktura navdewletî ve Kurd îro xwedî gelek derfetan in, ku bi dehan salan ji wan mehrûm bûn. Lê helbet qasî derfetan, ji hinek aliyan ve konjonktura navdewletî bo Kurdan hîn zêdetir lewazî û nediyarîyan jî dihewîne. Mirov dikare vê xalê bo Kurdan ne tam erênî ne jî neyînî şîrove bike. Lewra derfetên navdewletî bo Kurdan zêde bûne, lê ev bi tenê nikare nediyariyan ji holê rabike.
Ji berê ve tê gotin ku hebûna hinek taybetiyên mileta Kurd bo serxwebûn û dewletbûna wan dibin asteng, ku yek ji wan jî hebûna ‘eşîran e; pirî caran neteweperestên Kurdan jî wek hincet bal dikişînin ser van tiştan. Lê divê mirov diyar bike ku îro rewş gelek guheriye. Wek mînak mirov dikare bibêje ku her çiqasî hebûna ‘eşîran wek aîdiyeteke / xwehesibandineke hîsî / hestiyarî berdewam dike jî, ji hêla civakî, aborî û siyasî ve êdî piranî xwedî bandoreke xurt nîn e, lewra nifûsa mileta Kurd gelemperî êdî bajarî ye û hîs û aîdiyeta neteweperestî hîn xurtir e (Bruinessen 2011). Herwiha sazî û pergalên kevneşopî, yên wek ‘eşîrtî, tenê di nav mileta Kurd de tune, tenê li Efrîkayê gelek dewletên ‘eşîrî hene. Eger ev rewş tenê bo Kurdan bê gotin, ev hîç ‘edîl û objektîf nabe.
Piştî van gotinan û di vê rewşê de, çima Lûxembûrg (û hîn miletên din yên xwedî nifûsên kêm in) karibûne mafê diyarkirina çarenûşa xwe bi dest bixin, lê ligel wan ji her aliyê ve her çiqasî rewşa wan musaît be jî Kurdan nikaribûne û hîn jî nikarin heman mafê bidest bixin?
Ji bo bersiva vê pirsa girîng, helbet mirov nikare rîvayeta Şerefxanê Bedlîsî (2007) neqil kiribû nîşan bide, ku gorî vê rîvayetê Pêxember Mihemmed ji ber awirên tûj û şerxwaz ê ziyaretvanê Kurd ji xweda xwestiye ku tu carî Kurd nebin yek û serfiraz. Gava em jî wek Şerefxan bi vê rîvayetê bawer nakin, divê em li bersivên din binêrin.
Mirov dikare bibêje ku, bersiva pirsa çima Kurd ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe mehrûm mane / hatine mehrûmkirin, ji dema Şerefxanê Bedlîsî, ango ji sedsala 16an heya îro Kurdan mijûl kiriye û hîn jî dike. Ehmedê Xanî sed salan piştî Şerefxan wiha pirsîbû (2013:154):
Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurman cdi dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ango hîn zelaltir, Xanî dibêje ku, şaş mame ku çima di nav van dewletên cîhanê de dewleta Kurdan jî tune, çima Kurd timûtim dibin rêveberiya miletên din de ne. Berdewama van pirsan de jî Xanî dibêje, gelo rojek ji rojan dibe ku stêrka siûdê an jî bextxweşiyê bo Kurdan jî biçirûse…
Bo bersiva vê pirsê ji dema Ehmedê Xanî heya niha gelek tekstên siyasî, edebî, dirokî hatine nivîsandin û herwiha di gotin û dokumanên rêxistin û partiyên Kurdan de jî piranî bersivên hevpar cih girtîne. Wek mînak mirov dikare van bersivan wiha li pey hev rêz bike:
Tunebûna yekitiya netewî… Bêtifaqiya hêzên siyasî yên Kurdan… Tunebûna hevparî û hewldana bo berjewendiyên netewî… Tunebûna stratejî, sazî û dezgehên hevpar ên netewî… Tunebûna serokek netewî ku bikaribe Kurdan li dora berjewendiyên wan ên netewî kom bike û bo vê bibe rêber… Tunebûna hestiyarî û aîdiyeta netewî ku bo serkeftina têkoşîna netewî teqez divê hebe… Perçebûna Kurdistanê di nav çar dewletan de û taybetî zehmetiyên vê rewşê derxistiye hemberê Kurdan… Hêza ne‘edîl û newekhev ku di navbera Kurdan û dagirkeran de heye… Hebûna derfetên zêdetir ên hêzên Kurdistanê dagirkirine ku wan ji dewletbûnê bi dest xistine û loma ji her awayê ve xwediyê avantajan in… Şert û mercên navdewletî yên ku gorî berjewendiyan têne sazkirin û loma dagirkerên xwedî dewlet in hîn zêdetir ji wan îstîfade dikin û Kurd piranî jê mehrûm mane… Û her wekî din…
Helbet mirov dikare derheqî her xalekî de berfireh analîzan bike. Lê dibejim ne hewce ye, jixwe min di rêzepodcastekê de gelek kûr û dirêj bal kişandibû ser van meseleyan, teqez guhdar bikin (Fırat 2023)…
Ligel vê dema mirov tenê bala xwe bide hinek tiştan, dikare bibîne ku, ev xalên wek astengên navxweyî yên dijberî diyarkirina çarenûsa Kurdan têne hesibandin, rastî bi piranî êdî xwedî hikum nîn in. Mînak hîssiyat an jî hestiyarî û aîdiyata netewî an jî bo nasnameya netewî îro têra xwe xurt e. Îddîakirina belovajiya vê rastiyê, ya ji ber nenasîna civak û mileta Kurd pêk tê, yan jî bi qestî şaş nîşandana mileta Kurd û siyaseta wê bixwe ye. Herwiha têkoşîn û berxwedana mileta Kurd a herî kêm ji sed salan vir de li çar perçeyên Kurdistanê didome divê piçûk neyê ditîn û tune neyê hesibandin. Helbet wek gelek caran tê xuyakirin, tunebûna stratejiyek û têkoşînek hevpar û bêtifaqa di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de, lewazî ye. Lê ev rastî bi tena sere xwe nabe sedem ku mirov îddîa bike, tu serok û rêberên baş û hêstiyariya netewî li Kurdistanê tune. Bîlakîs dema mirov objektîf binêre bi hêsanî dikare rastiyên gelek cuda bi dest bixe û tevê vê, dikare şerê ne‘edîl û hezên newekhev bibîne, ku herî kêm sed sal in Kurd ligel vê rastiyê dijî dagirkerên Kurdistanê têdikoşin. Herwiha berjewendiyên têkilî û siyaseta navdewletî diyar dikin jî gelek caran newekheviya di navbera hêza Kurdan û dagirkeran de heye xurtir dike, bo dagirkeran ev rastî her tim avantajeke mezin bûye helbet. Di vê çarçoveyê de dixwazim gotinên Doktor Abdurrahman Qasimlo parve bikim, ku ew yek ji serokên Kurdan yên xwedî xîret û bandor bû û loma ji aliyê dewleta Îranê ve 1989an de hate kuştin. Qasimlo wiha dibêje:
“Em tenê li dewletekê najîn. Em di navbera çar dewletan de perçe bûne. Ev perçebûn dibe sedema zehmetiyan. Mînak, eger em tenê li Tirkiyeyê bûna, me yê heya niha serxwebûna xwe bi dest bixista. Gelê Kurd li Tirkiyeyê ye… Dewletên Rojavayî destek nadin! Gelê Kurd li Suriyeyê, li Iraqê ye… Sovyet, dewletên sosyalîst destek nadin! Têkiliyên Iraq û Suriyeyê bi dewletên sosyalîst re baş in. Dewletên sosyalîst ji ber ku têkiliyên wan bi van dewletan re xirab nebe destek nadin me. Heman tişt bo dewletên Ereban jî derbasdar e. Dewletên Ereban gelek dewlemend in û bi hemû dinê re xwedî têkiliyan in. Dinya jî ligel me wan tercîh dike. Li gorî vê em di nav handîkapekê de ne.
“Yek jî ev mesele heye; mînak me wekî Efganîstanê dijî Yetikiya Sovyetan şer bikira, dê Amerîka bo me biba alîkar. An jî wek Nîkaragûa, eger me dijî Amerîkayê şer bikira, êja Yekitiya Sovyetan dê destek bida me. Em ne dijî Yekitiya Sovyetan ne jî dijî Amerîkayê şer dikin, loma tu kes bo me nabe alîkar. Ev tişt ji rewşa me ya jeopolîtîkê diqewime. Divê serokên Kurdan, tevgerên Kurd vê meseleyê baş tehlîl bikin û gorî vê biryaran bistînin.” (Kurdistanpress, hêjmar 42 – Îlon 1988)
Qasimlo van gotinan dema serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Rojhilat bû, di sala 1988an de anîbû ziman û helbet hêzên wê deme û konjonktura Şerê Sar wek pîvan qebûl kiribû û van gotinan gotibû. Îro Sovyet tune, lê Rûsya û Amerîka hîn jî aktorên girîng in û loma gorî min, ev nêrînên Qasimlo ku rastiyeke dîrokî dihewînin bo îro jî derbasdar in.
Kurtûkurtasî, bo Kurdan astenga herî mezin a dijî diyarkirina çarenûsa wan, gorî min, gelek caran gelek kes wek ezber tînin ziman, ne faktorên navxweyî ye. Divê bê qebûlkirin ku ev astengên navxweyî êdî ne wekî berê xwedî hikum in. Lê hisûseke heye ku, gorî min tişta herî girîng ev e. Tişta ez dixwazim bibêjim ew e ku, wek Qasimlo bal kişandibû ser, hezên herêmî û navdewletî û tekiliyên gorî berjewendiyan… Mixabin ev faktor, wek demên berê niha jî derheqê diyarkirina çarenûsa Kurdan de diyarker e.
Wek gotinên dawî; qasî tercubeyên di van 25 salên sedsala 21an de nîşan didin, dema behsa mafê diyarkirina çarenûsa Kurdan dibe, bo derdê Kurdên di bin dagirkeriya Tirkiye, Îran û hetta Iraq û Suriyeyê de dijîn tercîha serxwebûnê hîn jî opsiyoneke dûr û zehmet e. Lê wek opsiyoneke din, xweserî û federasyon hîn mimkun û nêz dixuyîn. Ji bo mirov bikaribe bersiveke erênî an jî neyînî bide pirsa Ehmedê Xanî an jî bo pêkhatin an jî nepêkhatina van opsiyonên min bal kişandiye ser, ev çend tişt divê li ber çavan bên girtin:
Helbet di serî de neteweperestên Kurd dê xwedî xîret û stratejiyên çawa bin?
Dewletên li Kurdistanê dagirker in dê siyasetên çawa esas bigirin û ew ê dijî neteweperestên Kurd çi hêz û stratejiyan bi kar bînin?
Û gorî min a herî girîn, hêzên navdewletî, ku ew îro hîn zêdetir bo meseleyên Kurdan bûna muhatap û midaxîl, dê çawa tevbigerin?
Loma gorî min tespîtên Wadie Jwaideh wek ‘kehanet’ hîn li şûna xwe de ne. Ku dema Kurd li Tirkiye û Suriyeyê bi tundî hatibûn bêdengkirin, ji ber ku têkçûyîna çend salan berê ya Komara Kurdistanê ya Mihabadê travmayên Kurdan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hîn teze bûn û dema tevgera Barzaniyan hîn nû popûlarîte bi dest xistibû, ango dawiya salên 1950an de Wadie Jwaideh van tespîtan nivîsîbû. Wiha dibêje:
“Kurd û miletên din ên di bin desthilatdariya biyaniyan de ne, bo diyarkirina pêşeroja xwe xwedî heman xwestek û hewesê ne. Bertekên Tirk, Faris û Ereb ku dijî xwestekên Kurdan nîşan bidin wê girîng bin; lê serkeftin an jî binketina Kurdan ku bo bigihêjin armancên xwe, herî zêde bi siyaseta navdewletî ya pêşerojê û bandora vê siyasetê ya li herêmê ve têkildar û girêdayî ye.” (Jwaideh 2014:561-562)
Welhesil, tu tişteke Lûxembûrgê ji yên Kurdistanê zêdetir nîn e, lê gelek dezavantajên mezin ên Kurdistanê hene ku Lûxembûrgê ji ber şert û mercên xwe yên xweser tu carî tecrûbe nekiriye. Mesele ev e xûşk û birayên ‘ezîz…
Bo Podcastê:
https://www.youtube.com/watch?v=GAJAkBoWous
Çavkanî
Aslan, Şükrü, Arpacı, Murat, Gürpınar, Öykü, Yardımcı, Sibel (2013). Türkiye’nin Etnik Coğrafyası. (Proje Kodu: 2013-26), MSGSÜ Bilimsel Araştırma Projeleri
Bedlîsî, Şerefxanê (2007). Şerefname – Dîroka Kurdistanê. İstanbul: Avesta Yayınları
Beşikçi, İsmail (2015). Devlet ve Kürtler / Dil, Kimlik, Millet, Milliyetçilik. İstanbul: İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları
Bruinessen, Martin van (2011). Ağa, Şeyh, Devlet. İstanbul: İletişim Yayınları
Davies, Norman (2011). Avrupa Tarihi. Ankara: İmge Yayınları
Fırat, Nuri (2023). Kürtlerin Birliği Podcast Dizisi. https://www.youtube.com/watch?v=2-XCH50eS5M&list=PLD9P5GvkAA8Dx_I7bzmliTF5AGPg6t5YR
Gellner, Ernest (2013). Uluslar ve Ulusçuluk. İstanbul: Hil Yayınları
Jwaideh, Wadie (2014). Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi / Kökenleri ve Gelişimi. İstanbul: İletişim Yayınları
Oran, Baskın (2015). Türkiye’de Azınlıklar / Kavramlar, Teori, Lozan, İç Mevzuat, İçtihat, Uygulama. İstanbul: İletişim Yayınları
UNESCO (1989). Final Report and Recommendations of International Meeting of Experts on the Further Study of the Concept of the Rights of Peoples. http://unesdoc.unesco.org/images/0008/000851/085152eo.pdf Erişim Tarihi: 20 Nisan 2017
Yeğen, Mesut, Tol, Uğraş Ulaş, Çalışkan, Mehmet Ali ile (2016). Kürtler Ne İstiyor? Kürdistan’da Etnik Kimlik, Dindarlık, Sınıf ve Seçimler. İstanbul: İletişim Yayınları
Xanî, Ehmedê (2013). Mem û Zîn. İstanbul: Avesta Yayınları