Nuri Fırat: Darbeya 27ê Gulanê, Kampa Sêwasê û Sirgûnkirina Kurdan

Kurdi

Piştî darbeya 27 Gulana 1960î Serokwezîrê Tirkiyeyê Adnan Menderes û du wezîrên wî hatin darvekirin. Lê derbekaran siyaseta Menderes a dijî Kurdan bi heman şikl û şêweyê şopandin û berdewam kirin.  

Menderes qasî şeş mehan beriya darbeyê gelek xwendewan, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd derdest kiribû û avêtibû zindanê, şûn de derheqê van kesan de doza “Kurdîtiyê – Kürtçülük” hatibû vekirin. Dema leşkerên Tirk darbeya 27 Gulanê darxistin jî ev kesên Kurd hîn di zindanê de bûn. Leşkeran piştî darbeyê efû îlan kirin, lê ev kesên ji ber doza Kurdîtiyê di zindanê de bûn derveyê efûyê hîştin. 

Derbekaran jî têkoşîna dijî Kurdîtiyê ji her tiştê girîngtir dîtin û vê meseleyê wek meseleya sereke digirtin dest. Loma darbekaran kesên ji aliyê Adnan Menderes ve hatibûn zindanîkirin bes nedîtin û hema piştî darbeyê dest bi binçavkirin û girtina hîn Kurdên din kirin. Di vê çarçeweyê de herî kêm 485 kesên ji bajarên Kurdistanê hatin binçavkirin û darbekaran wan birin Sêwasê kampa Kabak Yazıyê. 

Piştî çend mehan şûn de ev kamp hate valakirin, lê darbekaran 55 kesên Kurd sirgûnê bajarên Tirkan kirin. Nivîskarê Tirk Yakup Kadri Karaosmanoğlu, ku wê demê binçavkirin û sirgûna Kurdan destek dikir, bûyerên dijî van kesên biribûn Sêwasê wek tehcîr binav dikir (Beşikçi 1970:332). 

Sedema bo girtin, sirgûn an jî tehcîra van Kurdan dihat nîşandin, destekkirina hikûmeta Menderes bû, ango darbekaran ji raya giştî re digotin van kesan destek dane Menderes. Lê di rastiyê de hincet cuda bû. Lewra nûçeya di 31ê Gulana 1960î de, ango çar roj piştî darbeya 27 Gulanê di rojnameya Cumhuriyetê de hatibû belavkirin balkêş e, nûçe wiha ye û rastiyan radixe ber çavan: 

“Gorî îddîayek, çend kesên ku ji bo serkeftina armancên xwe yên metirsîdar tevlî Demokrat Partiyê bûne, ji serokê partiyê piştgirî girtin. Ji bo dengan – reyan dijî irtîcayê tavîz hatiye dayîn û loma li Rojhilat rê li ber çendîn hewldanên bo perçekirina welêt vekirine. Vê çarçoweyê de kurê Şex Şeîdê xaîn bi maşîneya – cipa Rusan li gundên Rojhilat geriyaye û hikûmetê vê tiştê paşguh kiriye. Armanca hatiye xwestin pêk bê avakirina Kurdistanek nû bûye, di vê mijarê de bi belge – wesîqeyan derketiye holê ku çendîn wekîlên Demokrat Partiye bi van kesan re têkildar in. Komîteya Yekitiyê ya Netewî û hikûmet, ango darbekar, dawî li xebatên van kesan anîne, tedbîran bo kes û ûnsûrên dixwazin welêt perçe bikin kirine meriyetê. Ew ê bi wan kesên xwedî armancên cuda ne bidin qebûlkirin ku Tirkiye bi temamî tenê welatê Tirkan e.” (Beşikçi 1970:239)

Bi rastî vê nûçeyê him dema darbeya 27ê Gulanê çawa bûye raxistiye ber çavan, him jî polîtîkaya dewleta Tirk a beriya û piştî darbeyê çawa bûye bi zelalî nîşan daye. Herwiha ev nûçe, bo helwesta çapameniya Tirk a dijî Kurdan û nijadperest mînakek baş e. A herî girîng jî ev e ku dixwestin bi kampa li Sêwasê û sirgûna piştî kampê bi Kurdan bidin qebûlkirin ku Tirkiye tenê welatê Tirkan e. Nûçeya rojnameya Cumhuriyetê vê hişê fermî yê dewleta Tirk bêguman carek din radixist ber çavan. 

Faîk Bucak û Kinyas Kartal jî di nav kesên piştî kampa Sêwasê hatibûn sirgûnkirin de cih digirtin û wan derheqî tiştên jiyabûn broşurek belav kiribûn û ji broşurê tê fehmkirin ku rastî ji bo Tirkbûyên bi wan bidin qebûlkirin hîn tiştên din jî xwestinê bînin serê wan. Mesela gorî Bucak û Kartal dibêjin, Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Muharrem Kızıloğlu taybetî bo kesên li kampê dihatin radestkirin hatiye wazifedarkirin û Kızıloğlu rojek derdikeve pêşberê Kurdên li kampê dîl – rehîn hatine girtin û berê kesên têne sirgûnkirin cuda kiriye û şûn de jî wiha gotiye: “Bavê min celadê rojhilat bû, ez ê jî bibim celadê we.”(Beşikçi 1970:336) 

Gorî rojnamewan Nevzat Çiçek (2013), bi esasî Kızıloğlu li ser fikra bi awayekî kuştina van Kurdan bû. Lê wek îroniyek, xwesteka wezîrê Tirk Kızıloğlu, ji aliyê fermandarê kampê Sabri Koçak ve hatibû pûçkirin, ango Koçak planên kuştina kesên Kurd vala derxistibû, bê encam hiştibû. 

Biryara derheqê kesên ji mirinê rizgar bibûn lê hatibûn sirgûnkirin, piştî 2 sal û 4 mehan hate betalkirin. Lê balkêş e, gorî çavkaniyê Tirkan, serokdewletê demê, fermandarê darbekaran ê eslê xwe Kurd e lê ji Kurdan nifret dike, Cemal Gürsel 6ê Tebaxa 1960î bi İsmet İnönü re diaxife û jê re dibêje ku ev kesên dixwazin sirgûnê rojavayê Tirkiyeyê bikin û li wir bicih bikin, bila 15 salan nikaribin vebigerin welatê xwe (Şimşir 2009:533-534). 

Di vê navberê de Abdülmelik Firatê nevîyê Şex Seîd e û wê demê parlamenterê Demokrat Partiyê ye dibêje ku, Cemal Gürsel, esasî listeya 2500 kesên Kurd amade kiribû, dixwest van kesên ku di nav civaka Kurd de xwedî rûmet in hemû bên kuştin û wiha çavtirsiyê û xofê bidin Kurdan (Bkz. Kaya 2003). 

Tiştekî din a balkêş jî ev e ku darbekaran bi rêya propagandayê digotin ev kesên hatine sirgûnkirin hemû şêx û axa ne, xwîn û malê xelkên feqîr dixwin, li kêfa xwe dinêrin, ew paşverûne felan bêvan… Lê bi rastî, wekî hemû propagandayên din ev jî derew bû. Loma Faik Bucak û Kinyas Kartal di broşura xwe de wiha digotin: 

“Em 55 kesên hatine sirgûnkirin axa jî nîn in. Piraniya me ji bo debareya rojane diçin amaletî dikin, karê giran de dixebitin. Piraniya me nîv-birçî ne. Axatî wiha ye? Tenê 6 kesên di nav me de xwedî erazî ne, ew jî qasî tê gotin nîn e, ji gotinan gelek kêmtir e.” (Beşikçi 1970:338)

Belê meseleya darbekarên Tirk ên 27 Gulanê, derew û rastiyên kampa Sêwasê û sirgûna Kurdan wiha bû. Lê mixabin hiş û siyaseta dewleta Tirk hîn jî wekî berê ye, hîn jî dijminatiya Kurdan dike… 

Bo Podcastê

https://www.youtube.com/watch?v=u1lftcsM-gg 

Çavkanî

Beşikçi, İsmail (1970). Doğu Anadolu’nun Düzeni / Sosyo-Ekonomik ve Etnik Temeller. Ankara: e Yayınları

Çiçek, Nevzat (2013). Küçük Yassıada: Sivas Kampı. https://www.timeturk.com/tr/2013/05/26/kucuk-yassiada-sivas-kampi.html Erişim Tarihi: 10.06.2022

Kaya, Ferzende (2003). Mezopotamya Sürgünü. İstanbul: Anka Yayınları

Şimşir, Bilal N. (2009). Kürtçülük II (1924-1999). İstanbul: Bilgi Yayınevi

 

İlginizi Çekebilir

Hakan Tahmaz: Uluslararası tecrübeler şablon yok
CHP Grup Başkanvekili Başarır: Adı operasyon, özü intikam…

Öne Çıkanlar