Di payîza 1977an de du keştên fezayî bi navê Voyager bo peywîrên gelek girîng hatin şandin: Voyager 1 û Voyager 2…
Peywîra wan her du keştên fezayî, bi kurtasî, him lêkolînkirina pergala ango sîstema rojê, him jî lêkolînkirina sînorên sîstema roja bû. Ev her du keşt, di nav keşt, amûr an jî roketên ji aliyê mirovan ve bo fezayê hatine şandin de yên herî dûr bi xwe ne. Ango keştên ji dinyayê û rojê dûrtir ev in, ku ji aliyê mirovan ve hatine şandin…
Voyager 1 niha di derdora 23 mîlyar û nîv, Voyager 2 jî 19 mîlyar û nîv kîlometre ji me dûr ketine. Voyager 1 di seatê de derdora 61 hezar û 500 kîlometre rê diçe, ku ev leziya han, ango sur’eta han bo me tiştek gelek ecêb e, lê bi rastî di kosmosê de hîç e, tu tiştek nîn e. Lewra gorî leziya tîrêjan an jî sur’eta ronîyê ev tenê di seatê de qasî 0.005 e. Ango heka em Voyagerê û tîrêjek bidin ber hev, mirov dikare bibêje ku Voyager kusî jî nîn e… Lê li aliyê din, Voyager bi vê leziya xwe, ango bi leziya di seatê de 61 hezar û 500 kîlometre, seatek de carek û nîv derdora dinyayê dikare bigere û tu amûr an jî erebe li ser dinyayê tune ku tu carî bigihije wê leziyê…
Kurtasî gorî amûr û derfetên me yên li ser dinyayê, Voyager gelek bi lez e, ka dibêjin fuze ye, lê gorî qanûnê kosmosê û leziya tîrêjan jî belkî kusî ye…
Ka hinek rawestin û li ser bifikirin, her du Voyager çiqas ji dinyayê dûr ketine… Gorî hesabên teknîkî her du keştên Voyagerê jî niha derbasî Heliosferê bûne ku ev ji aliyek ve tê wê wateyê ku her du Voyager sîstema rojê terikandine…
Bi rastî ev sînor jî zelal nîn e, gelek pispor dibêjên ev sînorê sîstema rojê yê derva ye, lê nayê wateya xilasbûna sîstema rojê. Loma her du keşt hîn 300 sal şûn de dê bigihijin Ewrên Oortê, ango Oort Cloudê… Ku ev kembera ewrên Oortê wek çepera herî derve ya sîstema Rojê tê hesibandin. Ango her du keşt hem ji sîstema rojê derketine him jî bi hesabên teknîkî hîn 300 salên din dê bi temamî sîstema rojê biterikînin.
Ka bifikirin, çiqasî dûr in û 50 sal in di rê de ne û bi leziya seatê de 61 hezar û 500 kîlometre rê diçin, ango serî hildane diçin, lê hîn jî di sîstema rojê de ne, lê gorî hinek hesaban jî êdî ev çend sal in derbasî qada navstêrkan ango intersteller bûne.
Bi mîlyar caran ji Qersê heya Kermanşanê herin û werin, heke emrê we têr bike tabî… Ka mîlyar caran Kurdistanê ser û bin bikin… Belê, ev her dû Voyager 50 sal in ewqas rê çûne û hîn jî diçin…
Ya başî niha dev ji hesabên matematîkê, astronomiye berbidin, ew gelek tiştên zor û zehmet in.
Belê her du Voyager di rêwitiya xwe ya deh salan de gelek agahiyên balkêş bo dinyayê şandin. Wek mînak cara yekem fotograf û agahiyên derheqê planetên Jupiter, Saturn, Neptûn felan de ji van keştan hatin hilgirtin.
Niha çima behsa wan Voyageran dikim, derdê min bi rastî parvekirina agahiyên teknîkî yên derheqên van keştan de nîn e, an jî axaftina derheqê kosmosê û gerdûniyê de jî nîn e. Lê dema Voyager hatin şandin, li ser wan plakên zêrîn bi cî kiribûn, ku dixwazim li ser vê meseleyê rawestim.
Gorî hesaban derdora 40 hezar salan şûn de, belê 40 hezar salan şûn de, dê Voyager 1 bigihije stêrka bi navê Gliese 445, ya rastî qasî 1.6 salên tîrêjan dê nêzikê vê stêrkê de derbas bibe, ku ev bi hesabê kîlometreyê gelek gelek dûr e… Lewra salek tîrêjan, tê wateya derdora 9 trilyon kilometre, heta mirov dikare bibêje 9.46 trîlyon kilometre, wisa tê qebûlkirin…
Lê bi rastî tê gotin ku, tu armancek an jî hedefek Voyageran tune ye, hema ji hevsar filitîne, serî hildane û diçin, heya dikirin ew ên agahiyan bişînin, ku gelek kêm û zehmet be jî hîn jî dişînin. Li aliyê din, wê di demek kurt de mîsyona wan xilas bibe û êdî gorî derfetan dê agahî ji wan neyê girtin. Ew jî dê biçin, heya li ku rastê çi hatin.
Lê kesên wan keştan şandin, bo dawiya rêwîtiya herdû keştan hinek hezirtî kiribûn. Gorî wan, dibe ku rojek ji rojan Voyager di rêwîtiya xwe ya belengaz de li cihek gerdûnê rastî hinekan were.
Kî ne ew hinek? Nizanim, kesên wan keştan şandine jî nizanin. Lê dibêjin, dibe ku kesên fezayî hebin, belkî bişibin me, belkî tu eleqeya xwe bi me re tune bin. Belkî rojek ji rojan şaristanek li cihek cuda yê gerdûnê rastî Voyagerê werin. Bo vê, kesên Voyagerê şandin, hinek agahiyan şandin.
Belê plakên zêrîn ên bi keşta Voyagerê ve hatine daliqandin, ango montekirin, meşhûr in, bi nav û deng in. Mabesta vê nivîsê jî ev plakên zêrîn in…
Di salên 1970an de tişta populer Plak bûn, bawer bikim, gelek kes êdî nizanin plak jî çi ne. Plak amûrek bû, ku bo muzîkê felan dihat bikaranîn, tiştek gilover û pen e…
Lê niha mesela em êdî mûsikê li ser platformên dijital an jî bi amûrên dijital li her derê dikarin guhdar bikin, lê salên 70ê de teknolojî ewqas pêş neketibû, encax plak hebû.
Dema keştên Voyager xwestin bişînin fezayê, komîsyonek avakirin, ku serokê vê komîsyonê jî Carl Sagan bû, ku mirovek dema em behsa fezayê felan dikin, gelek navdar e… Û xwestîn bi Voyageran re hinek mesaj û agahiyên derheqê mirovahiyê û dinyaya wê jî bişînin. Ji kî/ê re? Hema kî/ê rastê Voyagerê hat, bo wan…
Belê çi qeydkirin li ser van plakan?
Ji dar û beran heya anatomiya mirovan 115 wêne li ser plakên zêrîn hatin qeydkirin. Wekî din, dengê bayê, dengê pêlên behran, dengê gurijandina ewran, dengên ajalan-heywanan jî hatin qeydkirin. Her wiha ji hinek zimanan mûsik jî hatin qeydkirin. Mesajên nivîskî yên serokê demê yê Amerîkayê Jimmy Carter û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Kurt Waldheim jî li ser plakan cih digirin.
Lê tişta herî girîng gorî min, şandina mesajên bi 55 zimanan in. Belê bi 55 zimanan xwestek û silav jî li ser plakên zêrîn hatin qeydkirin û ji bo kes an jî şaristaniyên fezayî re hatin şandin.
Di nav van zimanan de Sumerî, Akadî, Latinî û Yewneniya kewn jî cih digirin, ku ev zimanan niha mirî ne, tune ne. Li aliyê din ligel îngilizî, elmanî, erebî, farisî, çinî, îspanî û herwekî din, hinek zimanên afrikî, asyayî jî, ku zimanên folklorik û herêmî têne hesibandin, di nav van 55 zimanan de cih digirin. Gorî heseban ev 55 ziman, teqabûlê nifûsa sedî 65 li ser dinê dike. Bi awayek din bibêjim, heke rojek ji rojan kesek fezayî an jî şaristanek fezayî vê plaka zêrîn bidest bixe û deşifre bike, wê 55 zimanên dinyayê guhdar bike, ku ev jî teqabûlê sedî 65 nifûsa dinyayê dike, ango ew ê derheqê ewqas nifûsan de agahdir bibin. Belkî rojek bi dinyayê re têkevin nav têkiliyan, ew ê derheqê nifûsên din jî agahdar bibin!
Gelo bibin û çawa bibin?
De ka em rewşa Kurdî binêrin…
Gorî îstatîstîkan, wek mînak îstatîstîkên Wikipediayê, Kurdî li ser dinyayê zimanê mezin ê 29emîn e, ku ev îstatîstîk gorî kesên bi çi zimanê diaxifin hatiye dîyarkirin. Ango gorî nifûsa bi Kurdî diaxife, Kurdî zimanê mezin ê 29emîn e di dinyayê de.
Lê ligel vê rastiyê Kurdî li ser plakên zêrîn ên Voyagerê de cih negirt. Bi Kurdî tu mesaj neşandin, tu muzîk tune, wêneyek derheqê çand û şaristaniya Kurdan jî neşandin.
Lê bi zimanên mirî mesajan şandin, her wiha bi hinek zimanên ji Kurdî kêmtir têne axaftin jî mesajan şandin û bi sê zimanên serdest û dagirkerên Kurdistanê jî mesaj hatin şandin. Ango bi Tirkî, Erebî û Farisî…
Çima cî nedan Kurdî?
Eger statuyek te tune be, tu xwedî hêzek nebî, gotina te di pergala navdewletiyê de xwedî qîmet nebe, helbet zimanê te jî, çanda te jî, nasnameya te jî wê neyê dîtin, her tim tune bê hesibandin.
Mesele kurt û kurtasî ev e. Hewce nîn e ku kûr û dûr em li ser vê meseleyê rawestin.
Ev rastiya meseleyê ye. Li aliyê din ka bifikirin, em bibêjin ku rojek, wek misal qasî 100 salan şûn de keşta Voyager rastî hinek fezayiyan hat û wan jî plaka zêrîn deşifre kirin û bi dinyayê re ketin nav têkiliyan… Şûn de jî dixwazin ku şandeyek bişînin dinyayê û hîn ji nêz ve mirov, xweza, ajal, çand û nasnameyên li ser rûyê dinyayê nasbikin. Lê şandeya wan tevî keşta xwe li Amedê an jî Hewlerê an jî qamişlo an jî li Mehabadê dadikeve, kû li wir ala rengîn daliqandiye û dibiriqe. Mirov jî bi Kurdî diaxifin.
Lê ew kesên fezayî dema ji keşta xwe têne xwarê matmayî dimînin, nizanin bi çi awayê silav bidin. Lewra ew kesên li Amedê, Hewlerê, Qamişlo an jî Mehebadê bi zimanek cuda diaxifin, ku ew ziman li ser plaka zêrîn nehatibû qeydkirin. Fezayiyên feqîr tenê bi zimanên li ser plakê hatine qeydkirin dizanin û dikarin silavan bidin, lê ew ê çi bikin dema rastê mirovên bi Kurdî diaxifin têne?
Bêguman Kurdên me yên destfireh û dilxweş, wan fezayiyan bi dil û can pêşwazî bikin, wek mêvan ser seran û ser çavan cî bidin wan, bawer im di demek kurt de bi wan Kurdî jî bidin hînkirin. Lê di heman demê de ew ê Tirkek an jî Erebek, an jî Farisek derbikeve, were û bibêje kuro law an jî keçê ew we dixapînin, ew ne Kurd in, eslên xwe Tirk in, an jî Ereb in, an jî Faris in…
De werin temaşeyê! Fezayiyên belengaz jî wê tevlî meseleya Kurdan û dagirkerên wan bibin, û gelo ew ê çi bikin?
Belê, ev tiştên min got hemû ferazî bûn, yani ev tiştên min ê dawî de got, ka keştêk ji fezayê were Kurdistanê dakeve felan… Lê Li gel vê, tiştek rast heye ku, qasî astroîdên li fezayê, qasî stêrkên li her derê gerdûnê belav bûne û qasî kosmosê rast e ev tişt; ev jî înkarkirina Kurdî ye, Kurdan e, ku ew bi saya Voyagerê gihîşt qada navstêrkan, ango meseleya Kurdî êdî intersteller e…
Û gotina dawî, eger mimkûn ba, gelo we dixwest bi Kurdî çi peyam bişanda ji fezayîye re, kîjan stran an jî kilama bi kurdî bişanda ji wan re…
Min dixwest çi bigota, dizanin? Min ê bigota, hey zikreşên fezayî Kurd hene û hûn jî tu carî vê rastîyê înkar nekin ha, ne xapin bi dek û dolabên Tirkan, Ereban û Farisan!
Min ê peyamek wisa bişanda û wek muzîk jî, strana Ez Kurdistan im, bi dengê Serhedo û Şehîd Hozan Serhed ji wan re bişanda…