Osman Aytar:  Çima geşbîn im li pey hilbijartinên 31ê Adarê?

KurdiYazarlar

Nuha giranîya bal li ser kî yê li Istanbûlê serokatîya şaredarîya mezin bigre be jî, munaqeşeyên li ser hilbijartinên 31ê Adarê li Kurdistana Bakur û Tirkîyeyê wusa diyar e dê wextekî dûr û dirêj dewam bikin. Her alî bi awayekî xwe serkeftî îlan dike, dixwaze sekna xwe biparêze û maneyên wendayiyên xwe kêmtir nîşan bide. Bêşik gellek tişt dikarin bê gotin, lê li vir dixwazim bi hin xalên sereke hin çavdêrîyên xwe bînim ziman:

  1. Dewletê her tişt kir ku HDP li Kurdistana Bakur têkbiçe. Di encamê de HDPê li Şirnex, Bilîs (Bitlis) û Agirîyê ku BDPê di 2014an de qezenc kiribû wenda kir û AKP li van bajaran şaredarî girt. Li Dêrsimê jî namzedê TKP girt. HDPê li hin qezayên ku di 2014an de BDPê qezenc kiribû jî wenda kir. Lê HDP cara pêşîn li wîlayeta Qersê qezenc kir û li wîlayetên Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Hekarî, Elîh (Batman), Sêrt û Idirê (Iğdır) dîsa şaredarîyên wîlayetê bidest xistin. Di gel van wîlayetan HDP li 46 qezayên Kurdistanê jî qezenc kir. Bêşik wendayiyên HDPê ne hindik in û hêvî dikim ku HDP sebebên wan ên piralî jî baş analîz bike. Lê digel van hemû wendayiyan jî wexta ez li ev zilm û zordestîyên ku HDP marûzî wan bûye difikirim, di van şertan de dîsa jî HDPê serkeftî hesab dikim, kêfxweş im.
  2. Li Kurdistana Bakur ji ber ku tifaq di navbera wan û HDPê de nebû, PAK û PSK bi navê ”Tifaqa Welatperwer û Demoqrat” hevkarî pê anîn; li wîlayên Diyarbekir, Mêrdîn, Elîh û Mûş û sê qezayên Diyarbekirê û qezayekî Mêrdînê wekî namzedên ”serbixwe” beşdarî hilbijartinan bûn. Bêşik hêvîya van partîyan ew bû ku ew dê zêdetir deng bigrin û bêşik ew dê analîzên xwe piralî bikin, lê li gorî bawerîya min di şertên heyî de bi ew dengên ku wan girtine, ez wan jî serkeftî dihesibînim, kêfxweş im. Li Mûşê dengên ku Tifaqa Welatperwer û Demoqrat girtin, ger hevkarîyeke di navbera wan û HDPê de bibûya, bi sînerjîyeke maqûl dikaribûn rê li ber qezenckirina AKPê bigrin. Li gorî bawerîya min divê ew bibe derseke girîng him ji bo HDPê û him ji bo Tifaqa Welatperwer û Demoqrat.
  3. Encamên hilbijartinan ji alîyê pirsa wekhevîya cinsî jî ji bo Kurdan û dostên wan gellek giring in. Encam nîşan didin ku di gel sîstema hevserokî ya giştî ya HDPê ku li hemû şaredarîyan hevserokatî ji yek jin û yek mêr pêk tê, li ew 8 wîlayetên ku HDP qezenc kirine 2 serok, li 46 qezayan jî 22 serok jin in. Ev sewîyeya temsîlkarîya jinên hilbijartî ku muqabilê ji sedî 46ê şaredarîyên HDPê dike, HDP li Kurdistanê û Tirkîyê mînakeke hêja ya wekhevîya cinsî ye.
  4. Li bajarên Tirkîyeyê, taybetî jî li Ankara, Istanbul (hîn tam ne bellî be jî), Antalya, Adana û Mersinê wendakirina AKP û MHPê, her çend ew xwe bi parastina dengên ser sedî 50 bixapînin jî, ew têkçûnên gellek giring in ji bo wan. Ji nuha ve mirov dibîne ku quretîya wan kêm bûye û dest bi sîyaseteke ’himbêzker’ kirine. Li gorî bawerîya min encamên van bajaran dê tesîrên mezin li ser rejîma AKP û hevkarîya wan a bi MHPê re bikin. Kemalîstîya CHP çi dibe bila bibe, pêvajoya bê dê rejîma heyî zêdetir bihejîne, îhtimaleke mezin bi xwe re şertên hin guherandinên nû ku dikarin ji bo me Kurdan, dostên me û demokrasîxwazan jî hin fersendên nû bînin.
  5. Taybetî jî di guherandinên li Ankara, Istanbûl, Antalya, Adana û Mersinê de ne rola dengên Kurdan û dostên wan gellek giring e. Sîyaseta HDPê ya li van bajaran ne piştgirîya CHPê û hevkara wê Iyi Parti bû, di eslê xwe de lihemberbûna AKPê bû ku AKP û hevkara wê MHP li van bajaran wenda bike. Birêz Selahattin Demirtaşî jî ji girtîgehê ji bo armancên weha banga xwe kir. Beşek ji CHPyî û hin nivîskarên din vê rastîyê qebûl dikin, spasîya HDP û Demirtaşî dikin. Parastvanên AKP û MHPê jî bi armancên din vê rola HDPê û Demirtaşî ji bo bikar tînin ji bo ku yên ku qezenc kirine sûcdar bikin, sîya ”Kurdan” bixin ser wan.

Bêşik ev lîsteya çavdêrîyan dikare bê dirêjkirin, lê li gorî bawerîya min beyî ku di parastina mafê rewa yê Kurd û Kurdistanê de qelsîyek bê kirin, divê Kurd û dostên wan bikaribin hosteyiya bikaranîna şertên nuh nîşan bidin. Roj roja ne helwestên ’rijît’ e, gelê me û dostên me pêwistî bi ’bêhngirtin’ên nû hene ku ew ji bo gavên ji bo doza med ya rewa dikarın pirr giring bin. Ji ber van çavdêrîyan ez geşbîn im ku rewşên heyî ji yên îro baştir bibin.

/Nupel/    

İlginizi Çekebilir

Sirwan Rehim : Siyaset buheşta derewe
Prof. Dr. İlhan Kızılhan : Siyaseta Kurd û Kurdayetî

Öne Çıkanlar