Osman Aytar : DDKD dildarîyeke delal a me zarokên welatê rojê û agir e…

KurdiYazarlar

Li welatê agir û rojê, di dawîya salên 1970yî de, di 28ê Îlona 1977an de, ji bo yekîtiya rêxistinî û tevgerî ya ciwanên Kurd û Kurdistanê, bi navê ‘Devrimci Demokratik Kültür Derneği’ (DDKD), yanê ’Komeleya Kulturî ya Demokratik a Şoreşger’, ku navenda wê li Diyarbekirê bû, rêxistineke navendî ya sivîl a ciwanan hate avakirin.

DDKD di nava demeke kurt de li gellek dewerên Kurdistanê xurt bû, nav û dengê wê oleke mezin da. DDKD perçeyekî ew tevgera siyasî bû ku wê demê bi navê Demokratên Şoreşger û Partiya Karkerî Kurdistan (KIP) kar dikir.

Tevgera Demokratên Şoreşger ku di warên legal de zêdetir ev nav dihat bikaranîn, ne tenê di warê ciwanan de, herweha di warê jinan de ’Devrimci Demokratik Kadınlar Derneği’ (DDKAD), yanê ’Komeleya Jinan a Demokratik a Şoreşger’ ava kir. Di platformên mamoste, karker, xwendekar, karmendên din û her wekî weha jî, bi navê wekî Mamosteyên Demokratên Şoreşger, Karkerên Demokratên Şoreşger, Xwendekarên Demokratên Şoreşger, Muhendîsên Demokratên Şoreşger, Karmendên Tenduristî yên Demokratên Şoreşger, û her wekî din kar dikirin. 

Devrimci Demokratik Gençlik (Ciwanîya Demokratîk a Şoreşger), Tirêj û Jina Nû bi aşkerayî li welêt, Armanc li dervayê welêt û Pêşeng bo Şoreş jî wekî organa KIPê derdiket. Di 1988an de jî wekî tê zanîn Medya Guneşi (Roja Medya) wekî kovara pêşîn a Kurdan ku piştî darbeya 12ê Îlonê li Îstanbûlê derket. Gellek çalakîyên din jî, wekî MEDKOM li Diyarbekirê û Istanbulê,  hebûn di warên cuda cuda de.

Wekî tê zanin him berê û him jî piştî darbeya 12ê Îlona 1980yî di nava KIPê de problem derketin û cudabûn çêbûn. Ez naxwazim bikevin van probleman û yên ku wan pêvajoyan dizanin, zanin ku DDKDyî/KIPî heta nuha jî, bi nav û rengên cudabin jî, yeko yeko di nav partî û rêxistinên siyasî û sivîl ên cuda bin jî, xwediyê rol û mîrasên ku, mirov dikare sitûneke yan jî tradîsyoneke bingehîn a tevgera azadî û serxwebûna Kurdistanê bihesibîne.

Partiya Pêşeng a Karkerî Kurdistan (PPKK), Partiya Karkerî Kurdistan (KIP), Partiya  Karkerî Kurdistan – Komîteya Yekîtî ya Muwaqet (KIP-GBK), Tevgera Demokratên Şoreşger (TŞK) û Komeleya Kurdî ya Demokrat a Şoreşger (DDKD), bi temamî li ser mîrasa DDKD/KIPê ava bûn. Di Partiya Yekbûyî ya Gel a Kurdistanê (YEKBÛN), Partiya Yekbûyî ya Sosyalîst a Kurdistanê (PYSK), Partiya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê (PADEK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) de jî, di gel rêxistin û kesayetiyên ji mîrasên cuda, rêxistin û kesayetiyên ji mirasa DDKD/KIPê wekî yek ji sitûnên yekîtîyan beşdarê pêvajoyê bûn.

Beyî van partî û rêxistinan, wekî grub jî carnan kes derketin holê, hin kes nuha jî di nava partî û rêxistinên cûda yên Kurd û Kurdistanê de cih digrin. Ji bo ku neheqîyek ji bo kesan nebe, navê van rêxistinan nadim.

Çewtî û kêmasî her dibin, lê ya girîng ji wan ders derxistine. Ez her tim bi endametiya xwe ya DDKDê ku di 1978an de li Sêwregê dest pê kir û di war û sewîyeyên cuda de di nav hin rêxistinên ku min li jor nave wan anî ziman de dewam kiriye, serbilind bûme, her hewl daye ku li gor zanîn û îmkanên xwe, ji bo doza Kurd û Kurdistanê kar bikim an jî alîkar bibim. Ew tişt nuha jî derbas dibe û dê her weha be jî.

Li gorî baweriya min, maneya mîrasa DDKD/KIPê ji bo doza Kurd û Kurdistanê pirr girîng e, dê di pêşerojê de baştir bê dîtin, di nava sîyasetê de hin kes qebûl bikin an nekîn jî, dê tarîxzan heqê mîrasa DDKD/KIPê bidin. Bi vê manê, wekî ku bi munasebetên din hatiye gotin ‘DDKD naqede’, yanê bi gotineke din, tu ked wenda nabe, zû an dereng cihê ku heq dike digre. Ger min navê grûb an aliyekî ku di nivîseke weha de divê bihata binavkirin, lê min binav nekiribe, li min biborin, bizanibin ku ew ne qesdî ye, bibêjin ez navê wan jî li vir bînim ziman.

Bêşik di pêvajoyên cuda de hinekên me ji ber cudabûnê siyasî û rêxistinî hevdu êşandine, tiştên ku diviyabû me nekiriba kirine. Ji ber vê em jî li gorî parên xwe ji bo van kil û kêmasîyan, çewtîyan berpirsîyar in. Bi vê munasebetê dixwazim bêbêjim ku ger min di van pêvajoyên cuda dilê hevalekî/ê êşandibe û wê wextê lêborîn nexwestibe, ji kûrahîya dilê xwe nuha lêborînê dixwazim.

Herhewa, di pêvajoyên cuda de di navbera me de çi bibe bila bibe, dixwazim ji bo hevaltiyên di wext û cihên cuda cuda de, ji kûrahîya dilê û ruhê xwe spasiya ew hemû hevalan bikim ku di damezirandina DDKDê, DDKAD û grûbên bi wan girêdayî de cih girtin, pêş de birin û heta nuha jî li gorî bîr û bawerîya xwe, bi awa û warên cuda xizmeta doza Kurd û Kurdistanê didomînin. Yên ku bi sebebên cuda karê doza rewa nedidomînîn jî, ji bo keda wan a heta ku ji wan hatiye kirine, spas dikim.

Yên di rîya doza rewa ya welatê me yê rojê û agir de ku şehît ketin an jî bi nexweşî û sebebên din ji nava me çûn jî bi hurmet û heskirin ji kûrahîya dil û ruhê xwe bibîrtînim.

Herweha spasiya ew hevalan dikim ku ji mîrasên siyasî yên cuda hatine û di van pêvajoyên cuda de û nuha jî em di warên cuda de bi hev re ne.

Ez pirr bextewar im ku, me bi hev re kar kiriye, hîn jî bi awayên cuda cuda ji bo dozekê kar dikin, hûn her hebin hevalên rêwitiyên doza welatê rojê û agir ku kokên xwe ji têkoşînên Kurdan ên sedsalan ên ji bo azadî, demokrasî û serxwebûna gel û welatê me digre…

İlginizi Çekebilir

Halil Dalkılıç : AABF û Kurdên Elewî
Halil Dalkılıç : Di dîplomasiya Rojava de şerê psîkolojîk

Öne Çıkanlar